Efesî 6 - Peymana Nû (Încîl)Tʼemîyêd bona zarʼa û dê-bava 1 Zarʼno, çawa bawermendêd Xudan gurʼa dê û bavê xweda bin, çimkî ev yek rʼast e. 2 «Qedirê dê û bavê xwe bigire» ku ev e tʼemîya pêşin tʼevî sozdayînê, 3 «wekî çerxa te rʼast be û ser eʼrdê eʼmirê te dirêj be». 4 Û hûn bavno, zarʼêd xwe hêrs neêxin, lê wan bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin. Xulam û axa 5 Xulamno, bi xof û tirs, dilê sax gurʼa xweyîyêd xweye vê dinêda bin, çawa gurʼa Mesîhda, 6 ne ku bi xulamtîya li ber çʼeʼva, ku li meriva xweş bên, lê çawa xulamêd Mesîh bi dil qirara Xwedê biqedînin. 7 Bi rʼezedilî xulamtîyê bikin, çawa Xudanrʼa, ne ku merivarʼa. 8 Hûn zanin ku her kes, heger xulam be, heger aza, çi qencîyê ku bike, weke wê jî wê ji Xudan bistîne. 9 Hûn jî xweyîno, hindava wanda usa bin. Dest ji gef-gurʼîyê bikin. Hûn zanin ku Xweyê wan jî, Yê we jî li eʼzmana ye û cem Wî tʼu firqî tʼune. Çʼekêd Xwedê 10 Heyneser, yektîya Xudanda qewat bin, bi zorayîya qewata Wî. 11 Her çʼekê Xwedê li xwe kin, ku hûn bikaribin miqabilî hʼunurêd mîrêcin bisekinin. 12 Çimkî şerʼê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hʼukumetîya ye, miqabilî mîrêd vê dinya teʼrî ye û miqabilî ordîyêd rʼuhʼanîye xirabe li dîyarê eʼzmana ne. 13 Bona vê yekê çʼekêd Xwedê hildin, ku hûn bikaribin li ber rʼoja oxirmê giran bisekinin û piştî kirina her tiştîrʼa, cîyê xweda qewîn bisekinin. 14 Awa cîyê xweda bisekinin, rʼastîyê mîna kʼemberê li pişta xwe bişidînin, heqîyê mîna zirihʼê li sîngê xwe wergirin 15 û sol nigêd weda, bona Mizgînîya eʼdilayîyê hazir sekinî bin. 16 Li ser her tiştîrʼa jî bawerîyê mîna mertʼalê bigirine xwe, bi kʼîjanê hûnê bikaribin hʼemû tîrêd agirîye ku yê Xirab davêje, bitemirînin. 17 Û xilazbûnê mîna kʼumzirihʼê hildin, mîna şûr jî xebera Xwedê, ku ji Rʼuhʼê Pîroz e. 18 Bi hʼemû dua û rʼeca her gav dua bikin pê Rʼuhʼê Pîroz. Ser vê yekê hʼişyar bimînin û bona tʼemamîya cimeʼta Xwedê tʼimê dua bikin. 19 Û bona min jî dua bikin, ku gava ez xeber dim, gotinek minrʼa bê dayînê, wekî mêrkʼîmî surʼa Mizgînîyê eʼyan kim, 20 bona Kʼîjanê ez bi van qeydê xwe qasidîyê dikim. Dua bikin, wekî ez bona Wê turuş kim xeber dim, çawa lazim e. Silavêd axirîyê 21 Wekî hûn jî bona min bizanibin, haş ji hʼal-hʼewalê min hebin, Tixîkoyê birayê delal û qulixkʼarê amin yektîya Xudanda wê her tiştî werʼa bêje. 22 Ez bona wê yekê wî ser weda dişînim, wekî hûn haş ji me hebin û ew bi vê yekê dil bide we. 23 De bira eʼdilayî û hʼizkirin bawerîyêva tʼevayî ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh li xûşk-bira be. 24 Bira kʼerem tʼevî wan hʼemûya be, yêd ku bi hʼizkirina bê xilazî Xudanê me Îsa Mesîh hʼiz dikin. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia