Efesî 5 - Peymana Nû (Încîl)Çawa çʼeʼv bidine Xwedê 1 Awa çʼeʼv bidine Xwedê, çawa zarʼêd hʼizkirî 2 û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş. 3 Lê hʼeta navê qavîyê û her hʼeramîyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê, çawa li cimeʼta Xwedê nakʼeve. 4 Usa jî gotinêd bêmeʼrîfetî, yan bêfeʼmî, yan hʼenekêd qelpê xirab, ku li we nakʼevin, bira ji devê we derneyên, lê dewsê şikirdarî. 5 Hûn vê yekê zanibin ku tʼu qav, yan hʼeram, yan timakʼar (ku pʼûtpʼarist e) Pʼadşatîya Mesîh û Xwedêda war nabe. 6 Bira tʼu kes bi xeberêd pʼûçʼ we nexapîne, çimkî bona van tişta hêrsa Xwedê li wan merivêd neguhdar rʼadibe. 7 Awa hûn tʼevî yêd usa nebin! 8 Hûn jî wextekê teʼrî bûn, lê niha hûn ku pʼara Xudan in, rʼonayî ne. Awa mîna zarʼêd rʼonayê bijîn, 9 (çimkî berê rʼonayîyê ji her qencîyê, heqîyê û rʼastîyê dibe) 10 û bizanibin ku çi li Xudan xweş tê. 11 Tʼevî wan kirêd bêbere teʼrîyê nebin, lê wan ser avê xin, 12 çimkî bona wan tiştêd ku ewana bi dizîva dikin şerm e jî ku bê xeberdanê. 13 Lê gava her tişt tê ber rʼonayê, aşkere dibe, 14 çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke». 15 Awa binihêrʼin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfeʼma, lê mîna serwaxta. 16 Dest bidine ber wext, çimkî zemanî xirab e. 17 Bona vê yekê bêfeʼm nîbin, lê belê bizanibin çi ye qirara Xudan. 18 Û bi şeravê serxweş nebin, ku eʼmirê mêriv pʼûçʼ dike, lê bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bin. 19 Zebûr û dirozga, stiranêd rʼuhʼanî hevdurʼa bêjin, bistirên û dilê xweda Xudanrʼa bilovînin. 20 Her gav bona her tiştî rʼazîbûnê bidine Bav Xwedê, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh. Borcdarîya jin û mêra 21 Bi xofa Mesîhe nava xweda li ber hevdu xwe bişkênin. 22 Kʼulfetno, usa xwe li ber mêrêd xwe bişkênin, çawa li ber Xudan, 23 çimkî mêr serê jinê ye, çawa Mesîh jî serê civînê ye û Xwexa Xilazkirê bedena Xwe ye. 24 Û çawa civîn li ber Mesîh xwe dişkêne, bira usa jî jin her tiştîda ber mêrê xwe şkestî be. 25 Mêrno, jinêd xwe hʼiz bikin, çawa ku Mesîh civîn hʼiz kir û jîyîna Xwe ber wêva da, 26 wekî wê bi xeberê buhurtî-jibare ke, pê avê bişo, 27 ku civînê li ber Xwe qeşeng bide sekinandinê, ku tʼu lekʼe yan qerçʼimok, yan tiştekî mîna van ser tʼunebe, lê paqij û bêqusûr be. 28 Usa jî gerekê mêr jina xwe hʼiz bike, çawa bedena xwe. Yê ku jina xwe hʼiz dike, ew xwe hʼiz dike. 29 Çimkî bedena tʼu kesî ber çʼeʼvê wî ne rʼeş e, lê wê tʼêr dike û xwey dike, çawa Mesîh jî civînê, 30 çimkî em endemêd bedena Wî ne. 31 Çawa nivîsar e: «Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek». 32 Eva surʼa kʼûr e, lê ez gotina xwe tînime ser Mesîh û civînê. 33 Belê ji we her kes jî bira jina xwe hʼiz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia