Cihûda 1 - Peymana Nû (Încîl)Silavkirin 1 Ji Cihûdayê xulamê Îsa Mesîh, birayê Aqûb, werʼa, yêd ku gazîkirî ne, ji Bav Xwedêda hʼizkirî û xweykirîyêd Îsa Mesîh in: 2 De bira rʼeʼm, eʼdilayî û hʼizkirin hê li we zêde be. Dersdarêd derew 3 Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin. 4 Çimkî çend meriv dizîva kʼetine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nepʼak bin navê kʼerema Xwedêyê me xwe dane bênamûsîyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înkʼar kirine. 5 Lê ez dixwazim bînime bîra we, çawa hûn van hʼemû tişta zanin jî, ku Xudan cimeʼta Xwe ji welatê Misirê xilaz kir, paşê qirʼa yêd ku bawer nekirin anî. 6 Û ew milyakʼetêd ku hʼukumê xwe xwey nekirin, lê cîyê xwe şihʼitandin, Xwedê wan bi qeydêd hʼeta-hʼetayêye teʼrîstanîyêda xwey dike, bona wê Rʼoja hʼesabe Dîwanê. 7 Vê jî bîr nekin çawa Sodom, Gomora û bajarêd dor-berêd wan, mîna wan ji gurʼa Xwedê derkʼetin qavî kirin, çʼeʼv avîtine bedena başqe û dîwana agirîye hʼeta-hʼetayê ser xweda anîn. Evana îdî bona me tʼerz û ders in. 8 Usa jî ew meriv pey xewna dikʼevin, qalibê xwe dihʼerʼimînin, dijenine serwêrtîya û heyînêd xweyîrʼûmete jorin bêhurmet dikin. 9 Lê Mixayîlê serekê milyakʼeta ev yek nekir. Gava bona cinyazê Mûsa rʼabû mîrêcinrʼa kʼete hʼucetê, turuş nekir ku bi gotinêd bêhurmetkirinê dîwana wî bikira, lê got: «Bira Xudan li te hilê!» 10 Lê ev merivana serederîyê wan tişta nakin, kʼîjana ku bêhurmet dikin, lê çi jî mîna hʼeywanêd bêzare-bêziman bi binyatʼî feʼm dikin, bi wan jî unda dibin. 11 Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin. 12 Evana mesrefêd hʼizkirina weda lekʼe ne, tʼevî we bê xof dixwin-vedixwin, tʼenê zikê xwe diçʼêrînin. Yêd ha, eʼwrêd bêave ji ber bê çûyî ne, darêd payîzêye bêber in, rʼawava rʼakirî, du car hʼişk bûyî, 13 pêlêd beʼrêye rʼabûyî ne, ku çawa eʼyba kirêd wê mîna kʼefê ser dikʼeve. Ew steyrkêd xalifî ne, bona kʼîjana dûxana teʼrîstanîyê hʼeta-hʼetayê xweykirî ye. 14 Henox jî ku pey Ademrʼa bavê hʼefta bû, bona van meriva pʼêxembertî kir û got: «Va ye Xudan tʼevî pîrozêd Xweye bêhʼesab tê, 15 wekî dîwana hʼemûya bike û hʼemû nepʼaka neheq ke, bona hʼemû kirêd wane nepʼak û bona wan hʼemû gotinêd xirab, ku nepʼakêd gunekʼar hindava Wîda xeber dan». 16 Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona kʼara xwe hʼilekʼarîya dikin. Şîretêd qenc 17 Lê hûn delalno, wan gotinêd ku şandîyêd Xudanê me Îsa Mesîh pêşda gotine bîr bînin, 18 ku werʼa digotin: «Rʼojêd axirîyêda merivêd qerfkir wê derên, pey xwestinêd dilê xweye nepʼak herʼin». 19 Ev ew meriv in, yêd ku dutîretîyê dikin, yêd ku bi merivayî têne rʼêberîkirinê, ne ku bi Rʼuhʼê Pîroz. 20 Lê hûn delalno, xwe bidine ser avakirina bawerîya xweye pîroz, bi Rʼuhʼê Pîroz dua bikin, 21 xwe nava wê hʼizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin, hîvîya rʼeʼma Xudanê me Îsa Mesîh bin, ku jîyîna hʼeta-hʼetayê bide we. 22 Û hindava dudilîyada rʼeʼm bin. 23 Hineka jî ji agir birʼevînin xilaz kin, dilê we ser yêd mayîn jî bi tirs bişewite, lê jîyîna wane gunekʼare mîna kʼinca lewitʼî ber çʼeʼvê we rʼeş be. Şikirdayîn 24 Wîrʼa, Yê ku dikare we ji kʼetinê xwey ke û li ber rʼûmeta Xwe bêqusûr eşq bide sekinandinê, 25 Xwedêyê bêşirîkî-bêheval, Xilazkirê merʼa, bi destê Îsa Mesîhê Xudanê me, şikir û mezinayî, qudret û hʼukumet be, berî her-heyê û niha jî û hʼeta-hʼetayê! Amîn. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia