Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

شُله رسولا 9 - Peymana Nû (Încîl)


Çawa Şawûl li Îsa vedigerʼe
( Kʼarêd Şandîya 22:6-16 ; 26:12-18 )

1 Şawûl jî hʼeta hingê hê gef li şagirtêd Xudan dixwar ku wan bide kuştinê. Ew çû cem serekkʼahîn,

2 destûrneʼme ser kʼinîştêd Şamê ji wî xwestin, wekî hʼukumê wî hebe jin û mêrêd ku li pey vê Rʼê diçin heger bibîne, wan bigire girêdayî bîne Orşelîmê.

3 Gava diçû nêzîkî Şamê bû, nişkêva ji eʼzmên rʼonayîkê dora wî şewq da.

4 Ew kʼete eʼrdê û dengek bihîst ku wîrʼa digot: «Şawûl, Şawûl! Tu çima Min dizêrînî?»

5 Ewî jî got: «Tu kʼî yî, Xudan?» Wî dengî gotê: «Ez ew Îsa me, Yê ku tu dizêrînî.

6 De niha rʼabe herʼe bajêr, wê terʼa bê gotinê tê çi bikî».

7 Ew merivêd ku tʼevî wî diçûn sar bûn sekinîn û zar-ziman kʼetin. Wan ew deng dibihîst, lê kesek nedidîtin.

8 Şawûl ji eʼrdê rʼabû, çʼeʼvêd wî vekirî bûn, lê tişt nedidît. Hingê destê wî girtin birine Şamê.

9 Ew sê rʼoja kor ma, ne xwar û ne jî vexwar.

10 Şamêda şagirtekî navê wî Hananîya hebû, Xudan dîtinokêda hate ber çʼeʼva û wîrʼa got: «Hananîya!» Ewî got: «Ez vira me, Xudan».

11 Xudan wîrʼa got: «Rʼabe herʼe wê kʼûça ku jêrʼa Rʼast dibêjin, mala Cihûdada bona yekî ji Tarsûsê navê wî Şawûl bipirse, çimkî va ye ew dua dike,

12 dîna xwe dayê, va merîk dîtinokêda hate ber çʼeʼva, navê wî Hananîya, ew hat destêd xwe danîne ser wî, ku ew dîsa bibîne».

13 Hananîya lê vegerʼand û got: «Xudan, bona vî merivî min ji geleka bihîstîye, wekî Orşelîmêda wî çiqas xirabî li cimeʼta Te kirîye.

14 Vir jî alîyê serekêd kʼahînada hʼukumê wî heye, hʼemûyêd ku gazî navê Te dikin bigire».

15 Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.

16 Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne».

17 Hananîya jî çû kʼete wê malê, destê xwe danî ser wî û gotê: «Şawûl bira! Xudan ez şandime, ew Îsayê rʼêva rʼastî te hat, wekî tu dîsa bibînî û bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bî».

18 Destxweda ji çʼeʼvêd wî mîna kapekê tişt jê warîyan, dît, rʼabû pê avê hate nixumandinê,

19 xwarin xwar û qewata wî hate cî. Çend rʼoja Şawûl cem şagirtêd Şamêda ma.


Şawûl bajarê Şamêda Mizgînîyê dide

20 Destxweda Şawûl destpêkir kʼinîştada bona Îsa dannasîn kir û got ku: «Ew Kurʼê Xwedê ye».

21 Hʼemûyêd ku dibihîstin, eʼcêbmayî diman û digotin: «Eva ew nîne, ku Orşelîmêda yêd ku gazî Vî Navî dikirin dikuştin? Û bona wê yekê hatîye vir jî, wekî wan bigire û bibe bide destê serekêd kʼahîna?»

22 Lê Şawûl hînkirinêda hê qewat dibû, îzbat dikir ku Mesîh hema Îsa ye û dengê hʼemû cihûyêd Şamêda dida birʼînê.

23 Gava gelek rʼoj derbaz bûn, cihû şêwirîn ku wî bikujin,

24 lê Şawûl nêta wane xirab hʼesîya. Ew şev û rʼoj ber dergehêd bajêr bûn ku wî bikujin,

25 lê şagirtêd wî jî şev ew bi zembîlê dîwêrva daxistin.


Şawûl Orşelîmêda

26 Gava Şawûl hate Orşelîmê, wî dikir ku tʼevî şagirta be, lê hʼemû ji wî ditirsîyan, wan bawer nedikirin ku ew jî bûye şagirt.

27 Hingê Barnabas ew hilda bire cem şandîya û wanrʼa gilî kir, ku ewî rʼêda çawa Xudan dîtîye û tʼevî wî xeber daye, Şamêda jî çawa mêrkʼîmî navê Îsa dannasîn kirîye.

28 Şawûl Orşelîmêda tʼevî wan rʼadibû-rʼûdinişt û bi navê Îsa Xudan mêrkʼîmî dannasîn dikir.

29 Usa jî tʼevî cihûyêd ku bi yûnanî xeber didan bi xeberdanê dikʼete deʼwê, wana jî dikir ku ew bikuşta.

30 Gava bira vê yekê hʼesîyan, ew berjêr birine Qeyserîyê û derbazî Tarsûsê kirin.

31 Awa civîn li tʼemamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê eʼdilayîyêda bû, rʼuhʼanîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna Rʼuhʼê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn.


Qencbûna Eynêyas

32 Petrûs jî hʼemû cîya digerʼîya û berjêrî cem cimeʼta Xwedêye Lîdayê jî bû.

33 Wir merivek dît navê wî Eynêyas, ku hʼeyşt salêd wî bûn, şilûşeʼt cî-nivînada pʼaldayî bû.

34 Petrûs wîrʼa got: «Eynêyas! Îsa Mesîh te qenc dike. Rʼabe û nivîna xwe bide hev». Ew pêrʼa-pêrʼa rʼabû ser xwe.

35 Hʼemû binelîyêd Lîdayê û deşta Şaronê ew dîtin û berbi Xudan vegerʼîyan.


Saxbûna Tabîtʼayê

36 Yafayêda kʼulfeteke şagirt hebû, navê wê Tabîtʼa, ku «Xezal» tê welgerʼandinê. Eva nava hʼemû qencî û xêrkirinada mabû.

37 Wan rʼojada ewa nexweş kʼet mir û ew şûştin oda jorinda danîn.

38 Yafa nêzîkî Lîdayê bû. Gava şagirta bihîst ku Petrûs li wir e, du merî şandin hîvî kirin û gotin: «Derengî nebe zû were cem me».

39 Petrûs jî rʼabû tʼevî wan hat. Gava gihîşte wir, ew birine oda jorin, hʼemû jinebîya dora wî girt û bi girî ew kʼinc û kirasêd ku saxîya xweda Xezalê bona wan dirûtibûn, nîşanî wî didan.

40 Hingê Petrûs hʼemû derxistine derva, çok da dua kir û ser cinyazda vegerʼîya got: «Tabîtʼa! Rʼabe ser xwe». Ewê çʼeʼvêd xwe vekirin, li Petrûs nihêrʼî, rʼabû rʼûnişt.

41 Ewî destê xwe da wê rʼakire pʼîya, paşê gazî cimeʼta Xwedê û jinebîya kir, ew sax ber wan da sekinandinê.

42 Eva yeka tʼemamîya Yafayêda bela bû û geleka bawerîya xwe Xudan anîn.

43 Petrûs gelek rʼoja li Yafayê mala Şimhʼûnê çʼermkerda ma.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan