شُله رسولا 8 - Peymana Nû (Încîl)1 Şawûl jî qayl bû, ku ew bê kuştinê. Ewê rʼojê miqabilî civîna Orşelîmêda zêrandineke giran destpêbû. Pêştirî şandîya hʼemûyêd bawermend belayî tʼopraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn. Şawûl pey bawermenda dikʼeve 2 Merivêd xwedêxof Steyfan defin kirin û şîneke giran ser kirin. 3 Lê Şawûl gelek zirar dida civînê, mal-mal digerʼîya jin û mêr kʼaşî derva dikirin davîtine kelê. Fîlîpo Sameryayêda Mizgînîyê dide 4 Ewêd bela-belayî bibûn digerʼîyan, Mizgînîya xeberê didan. 5 Fîlîpo jî berjêrî bajarekî Sameryayê bû, wanrʼa bona Mesîh dannasîn dikir. 6 Eʼlaletê bi dil guhdarîya gotinêd Fîlîpo dikir, gava dibihîstin û didîtin ew kʼeremetêd ku wî dikirin. 7 Ji gelek cinakʼetîya rʼuhʼêd hʼeram bi dengê bilind dikirine qîrʼîn derdikʼetin û gelek şilûşeʼt, nigada seqet qenc dibûn. 8 Hingê şabûneke mezin kʼete wî bajarî. 9 Merivek wî bajarîda hebû navê wî Şimhʼûn, ewî hê zûva sêrbazî dikir û samerî eʼcêbmayî dikirin û xwe jî danîbû dewsa yekî mezin. 10 Tʼemamîya cimeʼtê ji biçʼûka hʼeta mezina bi dil guh didane wî û digotin: «Ev e ew ‹Qewata Xwedêye mezin› ku dibêjin». 11 Bi dil guh didane wî, çimkî ewî zûva bi sêrbazîyêd xwe ew eʼcêbmayî kiribûn. 12 Lê gava ewî ew mizgînîya Fîlîpo bawer kir, ya ku bona Pʼadşatîya Xwedê û navê Îsa Mesîh dida, hin mêr hin jin, hʼemû jî pê avê hatine nixumandinê. 13 Şimhʼûn xwexa jî bawer kir hate nixumandinê û tʼimê tʼevî Fîlîpo bû. Û gava ew nîşan û kʼeremetêd zor ku dibûn didît, eʼcêbmayî dima. 14 Şandîyêd Orşelîmêda gava bihîstin, wekî Sameryayê xebera Xwedê qebûl kirîye, Petrûs û Yûhʼenna şandine cem wan. 15 Ew ku berjêr bûn, bona wan dua kirin ku Rʼuhʼê Pîroz bistînin, 16 çimkî hʼeta hingê hê Rʼuhʼê Pîroz nehatibû ser ji wan tʼu kesî, tʼenê bi navê Xudan Îsa hatibûne nixumandinê. 17 Hingê Petrûs û Yûhʼenna destêd xwe danîne ser wan û wana Rʼuhʼê Pîroz stand. 18 Gava Şimhʼûn dît, wekî bi dest danîna şandîya Rʼuhʼê Pîroz distînin, pʼere dirêjî wan kir 19 û got: «Evî hʼukumî bidine min jî, ku ez destê xwe daynime ser kʼê, Rʼuhʼê Pîroz bistîne». 20 Lê Petrûs wîrʼa got: «Zîvê te bira tʼevî te bitʼerʼibe! Te tʼirê pʼêşkʼêşa Xwedê pʼeretî tê standinê! 21 Pʼara te vê yekêda tiştek tʼune, çimkî dilê te li ber Xwedê ne rʼast e. 22 Niha ji wê xirabîya xwe vegerʼe, rʼeca ji Xudan bike, belkî ev nêta teye xirab bê baxşandinê, 23 çimkî ez te nava teʼlayîya zirav û qeydêd neheqîyêda dibînim». 24 Şimhʼûn lê vegerʼand û got: «Hûn bona min hîvî ji Xudan bikin, wekî ji ew gotinêd we tʼu tişt neyê serê min». 25 Gava wana şeʼdetî da û xebera Xudan xeber dan, paşda vegerʼîyane Orşelîmê û li ser rʼîya xwe gelek gundêd Sameryayêda jî Mizgînî didan. Fîlîpo û nemêrê ji welatê Etyûpîyê 26 Hingê milyakʼetekî Xudan Fîlîporʼa got: «Rʼabe herʼe alîyê başûrê, ser wê rʼîya ku ji Orşelîmê berjêrî Gazzayê dibe», ku çol-bestek bû. 27 Ew jî rʼabû çû û dîna xwe dayê, va ye nemêrekî ji Etyûpîyê wezîrê Kendakê, awa gotî pʼadşa Etyûpîyê, ku wekʼîlê tʼemamîya xizna wê bû, bona hʼebandinê hatibû Orşelîmê. 28 Ew ji wir vedigerʼîya û eʼreba xweda kʼitêba Îşaya pʼêxember dixwend. 29 Rʼuhʼ Fîlîporʼa got: «Pêşda herʼe û rʼex eʼrebêva here». 30 Fîlîpo jî bezî nêzîk bûyê, bihîst ku ew kʼitêba Îşaya pʼêxember dixûne û jê pirsî: «Çi ku tu dixûnî feʼm dikî?» 31 Ewî gotê: «Ezê çawa bikaribim feʼm bikim, heger yek minrʼa şiroveneke?» Û hîvî ji Fîlîpo kir ku rʼabe rʼex wî rʼûnê. 32 Ew cîyê ku wî nivîsarêda dixwend ev bû: «Mîna peza bona serjêkirinê hate birinê û çawa berxa li ber qusêsê xwe nake kʼalîn, devê Xwe venake. 33 Ew nimiz kirin û heqê Wî jê standin. Derheqa zurʼeta Wîda kʼê wê gilî ke? Çimkî eʼmirê Wî ji rʼûbarê dinê hate hildanê». 34 Nemêr ji Fîlîpo pirsî û gotê: «Ez hîvî dikim minrʼa bêje, pʼêxember van tişta bona kʼê dibêje? Bona xwe yan bona yekî mayîn?» 35 Fîlîpo rʼabû wê nivîsarêda destpêkir derheqa Mizgînîya Îsada wîrʼa şirovekir. 36-37 Gava rʼîya xweda diçûn, ew gihîştine avekê û nemêr got: «Va ye av, îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?» 38 Û nemêr eʼmir kir, ku eʼrebê bidine sekinandinê, her du jî kʼetine avê û Fîlîpo nemêr nixumand. 39 Gava ewana ji avê derkʼetin, Rʼuhʼê Xudan Fîlîpo hilda, îdî nemêr Fîlîpo nedît, ew eşq û şa rʼîya xweda çû. 40 Lê Fîlîpo Aşdodêda xuya bû û digerʼîya, Mizgînî dida her bajarî, hʼeta Qeyserîyê jî hat. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia