شُله رسولا 7 - Peymana Nû (Încîl)Cabdayîna Steyfan li ber civîna giregira 1 Hingê serekkʼahîn Steyfanrʼa got: «Ev yek rʼast in?» 2 Ewî got: «Gelî bav û bira, bibihên! Gava bavê me Birahîm hê Mesopotamyayêda dima, ku hê neçûbû bajarê Hʼaranê, Xwedêyê rʼûmetê wîva xuya bû 3 û jêrʼa got: ‹Ji welat û pismamêd xwe biqete û herʼe wî welatê ku ezê nîşanî te kim›. 4 Hingê Birahîm ji welatê kʼildanîya derkʼet li Hʼaranê ma. Pey mirina bavê wîrʼa Xwedê ew warguhaste vî welatê ku hûn niha têda dimînin. 5 Li vê derê wargeh neda wî, ne jî dewsa nigekî, lê soz da ku vî welatî çawa milkʼ bide wî û pey wîrʼa jî bide zurʼeta wî, gava ku hê zarʼêd wî tʼunebûn. 6 Xwedê wîrʼa aha got: ‹Zurʼeta teyê welatê xelqêda xerîbîyêda be, wê wan bikine xulam û çarsid salî bidine cefê. 7 Lê dîwana wî miletê ku wê jêrʼa bibine xulam› Xwedê got, ‹Ezê bikim, pey wê yekêrʼa ewê derên, li vî cîyî Min bihʼebînin›. 8 Paşê sinet çawa nîşana peymanê da Birahîm. Awa gava Îshaq jêrʼa bû, rʼoja hʼeyşta ew sinet kir û Îshaq jî Aqûb usa kir, Aqûb jî her donzdeh kurʼêd xweye baveʼşîrêd me usa kirin. 9 Baveʼşîra jî ji hʼevsûdîyê Ûsiv çawa xulam firotin, ku wî bibine Misirê, lê Xwedê tʼevî wî bû, 10 ew ji hʼemû tengasîyêd wî xilaz kir. Gava ew ber Firewinê pʼadşê Misirê sekinî, Xwedê kʼerem û serwaxtî dayê, pʼadşê jî Ûsiv ser Misirê û tʼemamîya mala xwe kire serwêr. 11 Hingê tʼemamîya welatê Misirê û Kenanêda bû xelayî û kʼetine oxirmê giran, kal-bavêd me nikaribûn xurek destxistana. 12 Aqûb ku bihîst li Misirê genim dest dikʼeve, cara pêşin kal-bavêd me şandin. 13 Cara duda Ûsiv xwe birayêd xweva da naskirinê û eʼsilê wî Firewinva eʼyan bû. 14 Hingê Ûsiv şand gazî bavê xwe Aqûb û tʼemamîya mala wî kir, ku serhev hʼeftê pênc nefs bûn. 15 Aqûb berjêrî Misirê bû, ew û kal-bavêd me wir mirin. 16 Cinyazêd wan birine Şexemê kirine wî mezelê ku Birahîm bi qîmetekî zîva ji kurʼêd Hamorê Şexemê kʼirʼîbû. 17 Gava ew wextê ku Xwedê bi sond Birahîmrʼa soz dabû nêzîk dibû, cimeʼt Misirêda gelekî zêde bibû. 18 Wî çaxî pʼadşakî din Misirêda rʼabû, ku derheqa Ûsivda tiştek nizanibû. 19 Ewî hʼilekʼarî li miletê me kir û kal-bavêd me dane cefê, pʼêyî ser wan kir, ku ew zarʼokêd xwe bavêjine derva, ku nejîn. 20 Wî çaxî Mûsa ji dîya xwe bû, ew yekî gelekî bedew bû û sê meha mala bavê xweda mezin bû. 21 Gava ew hate avîtinê, qîza Firewin ew hilda bir, çawa kurʼ xwerʼa mezin kir. 22 Mûsa tʼemamîya serwaxtîya misirîya hîn bû, xeberdan û şixulê xweda jî zor bû. 23 Gava çil salîya wî tʼemam bû, dilê wîrʼa derbaz bû ku serîkî bide xûşk-birayêd xwe zarʼêd Îsraêl. 24 Ewî yekî îsraêlî dît ku yekî misirî neheqî lê dikir, çû pişta wî, hʼeyf hilda yê misirî kuşt. 25 Mûsa tʼirê xûşk-birayêd wîyê feʼm bikin, ku Xwedê wê bi destê wî xilazbûnê bide wan, lê feʼm nekirin. 26 Rʼoja dinê rʼastî du îsraêlîya hat ku şerʼ dikirin, xwest ku wan li hev bîne û got: ‹Eʼvdno! Hûn bira ne, çima neheqîyê li hevdu dikin?› 27 Lê ewê ku neheqî li hevalê xwe dikir, ew deʼf da û gotê: ‹Kʼê tu ser me serwêr û hʼakim kʼifş kirî? 28 Yan tu dixwazî min jî mîna wî misirîyê duhu bikujî?› 29 Gava Mûsa ev yek bihîst, rʼevî welatê Midyanê xerîbîyêda ma û li wir du kurʼ jêrʼa bûn. 30 Pey çil salîrʼa berʼîyêda li çʼîyayê Sînayê milyakʼetek nava alava agirê dirʼîyêda wîva xuya bû. 31 Mûsa ku dît, li ser wê yekê eʼcêbmayî ma. Gava nêzîk dibûyê ku bibîne, dengê Xudan bihîst: 32 ‹Ez Xwedêyê kal-bavêd te, Xwedêyê Birahîm, Îshaq û Aqûb im›. Mûsa dilerizî û newêribû binihêrʼîya. 33 Hingê Xudan gotê: ‹Çarixêd nigêd xwe bêxe, çimkî ew cîyê ku tu lê sekinî yî eʼrdê pîroz e. 34 Belê Min cefê cimeʼta Xwe Misirêda dît û zarînîya wan bihîst, peya bûm ku wan xilaz kim. De niha were Ez te bişînime Misirê›. 35 Ew Mûsayê ku tʼexsîr kirin û gotinê: ‹Kʼê tu ser me serwêr û hʼakim kʼifş kirî?› Xwedê bi destê wî milyakʼetê ku nav dirʼîyêda wîva xuya bû, ew çawa serwêr û xilazkir şand. 36 Ewî ew ji Misirê derxistin, Misirê, beʼra Sor û berʼîyêda çil salî nîşan û kʼeremet kirin. 37 Mûsa hema ew bû, yê ku zarʼêd Îsraêlrʼa got: ‹Xwedê wê ji nav birayêd weda pʼêxemberekî mîna min bona we rʼake›. 38 Mûsa ew bû, yê ku berʼîyêda nava cimeʼtê bû, li serê çʼîyayê Sînayê jî tʼevî wî milyakʼetî bû, kʼîjanî tʼevî wî kal-bavêd merʼa xeber dida. Eva ew bû, yê ku ew xeberêd jîyînê hildidan ku bide me. 39 Lê kal-bavêd me nexwestin gurʼa wî bikin, ew tʼexsîr kirin, dilêd xweda vegerʼîyane Misirê 40 û Harûnrʼa gotin: ‹Merʼa xwedêya çêke, ku pêşîya me kʼevin, çimkî ew Mûsayê ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî›. 41 Hema wan rʼojada pʼûtekî mîna golika çêkirin, qurban wî pʼûtîrʼa dan û bona şixulê destê xwe kʼêf kirin. 42 Hingê Xwedê berê Xwe ji wan guhast û hişt ku ew steyrkêd eʼzmên bihʼebînin, çawa kʼitêba pʼêxemberada nivîsar e: ‹Gelo çil salî qurban û hʼedî we berʼîyêda Minrʼa dan, Mala Îsraêl? 43 Na, lê we konê Molox xwedê û steyrka Rʼemfan xwedêyê xwe hildidan, ev sûret in, yêd ku we çêkirin, wekî hûn wan bihʼebînin. Bona vê yekê Ezê we biguhêzime wî alîyê welatê Babîlonê›. 44 Konê Şeʼdetîyê berʼîyêda tʼevî kal-bavêd me bû. Ew usa hate çêkirinê, çawa Ewê ku Mûsarʼa xeber da, eʼmir kir ku mîna wî şikilê ku dîtibû çêke. 45 Paşê kal-bavêd me jî ew konê ku ji pêşîya wanrʼa mabû, hildan anîne vî welatî, wî wextê ku wan tʼevî Yêşû ji wan mileta zeft kiribûn û Xwedê ji ber kal-bavêd meva berî wan mileta dabû. Ew kon li wir ma hʼeta wextê Dawid. 46 Dawid jî kʼerem ji Xwedê stand, xwest ku xanekê bona Xwedêyê Aqûb çêke. 47 Lê Silêman bona Wî xanek çêkir. 48 Lê belê Yê Herî Jorin malêd bi desta çêkirîda namîne, çawa pʼêxember dibêje: 49 ‹Eʼzman kʼursîya Min e, eʼrd jî binê pʼîyêd Min e. Hûnê çi malê Minrʼa çêkin? Xudan dibêje. Yan jî çi cîyî bona rʼihʼetîya Min? 50 Ne destêd Min ev her tişt çêkirine?› 51 Serhʼişkno! Kʼafir û guhada kerʼno! Hûn tʼimê miqabilî Rʼuhʼê Pîroz disekinin, kal-bavêd we çawa bûne, hûn jî usa ne. 52 Kal-bavêd we ji pʼêxembera kʼîjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê Rʼast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt. 53 Werʼa Qanûn bi destê milyakʼeta hate dayînê, lê we xwey nekir!» Kuştina Steyfan 54 Gava ev tişt dibihîstin, hewa wan dikʼet û diranêd xwe ser wî diçʼirʼikandin. 55 Lê Steyfan bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî berê xwe eʼzmênda kir, rʼûmeta Xwedê û Îsa li milê Xwedêyî rʼastê sekinî dît 56 û got: «Va ye ez eʼzmana vebûyî dibînim û Kurʼê Mêriv li milê Xwedêyî rʼastê sekinî!» 57 Wî çaxî wana kire qîrʼîn û guhêd xwe girtin, hʼemû hevrʼa rʼahiştine wî, 58 ew ji bajêr derxistin, dane ber kevira. Şeʼda jî kʼincêd xwe danîne ber nigêd xortekî navê wî Şawûl. 59 Gava kevir davîtinê, Steyfan dua kir û got: «Xudan Îsa, rʼuhʼê min bistîne». 60 Hingê wî çok da, bi dengê bilind kire gazî: «Xudan, vê yekê vanarʼa gune hʼesab neke». Aha ku got, hênijî. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia