شُله رسولا 6 - Peymana Nû (Încîl)Bijartina hʼeft kʼomekdara 1 Wan rʼojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her rʼoj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan. 2 Wî çaxî her donzdeha gazî kʼoma şagirta kir û gotin: «Ev yek ne rʼast e ku em dannasînîya xebera Xwedê bihêlin, xurek belakirinêva mijûl bin. 3 Niha gelî bira, ji nava xweda hʼeft merivêd bi şeʼdetîya navê qenc bibijêrin, ku bi îzbatî Rʼuhʼê Pîroz û serwaxtîyêva tʼijî ne, wekî em wan daynine ser vî şixulî. 4 Lê emê xwe bidine dua û dannasînîya xeberê». 5 Eva yeka hʼemû bawermenda xweş hat û ev merivana bijartin: Steyfan, merivekî bi bawerî û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî, Fîlîpo, Prokoro, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkoloyê ji Entakyayê, ku ji pʼûtpʼaristîyê hatibû ser bawerîya cihûya. 6 Evana ber şandîya dane sekinandinê, şandîya jî dua kirin û destêd xwe dane ser wan. 7 Û xebera Xwedê pêşda diçû, eʼlaleta şagirta Orşelîmêda gelekî zêde dibû û ji kʼahîna jî geleka bawerî qebûl dikirin. Girtina Steyfan 8 Steyfan, ew merivekî bi kʼerem û qewata Xwedêva tʼijî bû, nav cimeʼtêda kʼeremet û nîşanêd mezin dikirin. 9 Lê hinekêd ji kʼinîşta ku Azayî dihate gotinê, cihûyêd ji Kûrênê û Skenderyayê û usa jî cihûyêd ji qezayêd Kîlîkyayê û Asyayê rʼabûn tʼevî Steyfan kʼetine deʼwê. 10 Lê nikaribûn li ber wê serwaxtîyê û wî Rʼuhʼê ku pê xeber dida bisekinîyana. 11 Wî çaxî dizîva serê çend merîya tʼijî kirin ku bêjin: «Me bihîst ku eva tiştêd miqabilî Mûsa û Xwedê dibêje». 12 Bi vî awayî cimeʼt, rʼûspî û qanûnzan tʼevîhev kirin, rʼahiştine Steyfan, ew girtin û kʼaşî civîna giregira kirin. 13 Şeʼdêd derew anîn dane sekinandinê û wan got: «Eva tʼerka xeberdana miqabilî vî cîyê pîroz û Qanûna Mûsa nake. 14 Me ji devê wî bihîst ku got: ‹Îsayê Nisretê wê vê Pʼaristgehê hilşîne û eʼdetêd ku Mûsa dane me biguhêze›». 15 Hʼemûyêd civîna giregirada rʼûniştî gava li wî nihêrʼîn, dîna xwe danê rʼeng-rʼûyê wî mîna rʼeng-rʼûyê milyakʼeta bû. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia