شُله رسولا 3 - Peymana Nû (Încîl)Qencbûna yê nigada seqet pʼaristgehêda 1 Carekê Petrûs û Yûhʼenna wextê duayê sihʼeta sisîya hildikʼişîyane pʼaristgehê. 2 Merivekî ji zikmakîyêda nigada seqet hebû, ku her rʼoj danîn ber dergehê pʼaristgehêyî ku Bedew dihate gotinê dadanîn, ku ji yêd dihatine pʼaristgehê pʼars kira. 3 Evî ku dît Petrûs û Yûhʼenna dikʼevine pʼaristgehê, lava wan kir ku pʼarsê bidinê. 4 Petrûs tʼevî Yûhʼenna li wî nihêrʼî û gotê: «Li me binihêrʼe!» 5 Ewî jî li wan nihêrʼî û çʼeʼvê wî lê bû, ku wê tiştekî ji wan bistîne. 6 Hingê Petrûs gotê: «Zêrʼ û zîvê min tʼune, lê çî min heye ezê Wî bidime te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretê rʼabe bigerʼe». 7 Destê wîyî rʼastê girt rʼakir, pêrʼa-pêrʼa qudûmê çoka û gûzekêd wî şidîyan. 8 Ewî banzda ser xwe sekinî, destpêkir gerʼîya û tʼevî wan kʼete pʼaristgehê digerʼîya, banzdida û şikirî dida Xwedê. 9 Gava tʼemamîya cimeʼtê dît ku ew digerʼe û şikirîyê dide Xwedê, 10 nas kirin ku ew e, yê ku bona pʼarsê ber dergehê pʼaristgehêyî Bedew rʼûdinişt û bona tiştê ku tʼevî wî qewimî zendegirtî mabûn û dihʼeyîrîn. Petrûs hêwangeha Silêmanda dannasîn dike 11 Evî ku Petrûs û Yûhʼenna berʼnedidan, tʼemamîya cimeʼtê eʼcêbmayî berbirʼî wan bezî, hʼeta wî cîyê ku jêrʼa digotin hêwangeha Silêman. 12 Petrûs ku ev yek dît, cimeʼtêrʼa got: «Gelî îsraêlîya! Hûn çima bona vê yekê eʼcêbmayî mane? Çima tiherekî li me dinihêrʼin? Tê bêjî qey me bi qewat yan xwedêpʼaristîya xwe ew da gerʼê? 13 Xwedêyê Birahîm, Îshaq, Aqûb û Xwedêyê kal-bavêd me, Berdestîyê Xwe Îsa rʼûmet kir. We nemamîya Wî kir û ber Pîlato tʼexsîr kir, gava ewî qirar kiribû ku Wî berʼde. 14 We yê Pîroz û rʼast tʼexsîr kir û yê mêrkuj xwest ku werʼa bê berʼdanê. 15 We Çʼeʼvkanîyê jîyînê kuşt, lê Xwedê Ew ji mirinê rʼakir û em xwexa şeʼde ne. 16 Û qewata navê Wî eva meriva qenc kir, kʼîjanî ku hûn dibînin û nas dikin. Belê wê bawerîya bi navê Wî eva ber çʼeʼvê we hʼemûya sax-silamet kir. 17 Niha gelî bira, ez zanim ku we jî mîna serwêrêd xwe bi nezanîya xwe kirîye. 18 Lê Xwedê çawa berî vê yekê bi devê hʼemû pʼêxembera bona cefê Mesîhê Xwe gotibû, usa jî kir. 19 Awa tʼobe kin û berbi Xwedê vegerʼin, ku gunêd we bêne rʼesîtkirinê. 20 Hingê wextêd jîyîndarîyê ji hʼizûrîya Xudan wê bên û Ewê Îsa bişîne, wî Mesîhê ku berêda bona we kʼifş kirîye. 21 Lazim e Ew li eʼzmên bimîne, hʼeta ku Xwedê her tiştî nû çêke, çawa ku hê berê pêşda Xwedê bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotibû. 22 Belê Mûsa got: ‹Xudan Xwedêyê we wê ji nav birayêd weda Pʼêxemberekî mîna min werʼa derxe. Her çi ku werʼa bêje, gerekê hûn guhdarîya Wî bikin. 23 Her kʼî ku guhdarîya Wî pʼêxemberî neke, ji nav cimeʼtê wê bê qetandin û undakirinê›. 24 Û hʼemû pʼêxembera jî, ji Samûêl girtî û yêd peyrʼa çi ku gotine, bona van rʼoja xeber dane. 25 Hûn mîratʼxurêd pʼêxembera û wê peymanê ne, ya ku Xwedê tʼevî kal-bavêd we girêda. Ewî gote Birahîm: ‹Bi zurʼeta te ezê dua hʼemû miletêd dinyayê bikim›. 26 Xwedê Berdestîyê Xwe Îsa miletrʼa derxist û pêşîyê şande cem we, ku dua we bike û bi vî awayî we her kesî ji xirabîyêd we vegerʼîne». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia