Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

شُله رسولا 28 - Peymana Nû (Încîl)


Girava Maltayêda

1 Gava em xilaz bûn, hingê em pê hʼesîyan, ku navê wê giravê Malta ye.

2 Binelîyêd wir gelek qedir-hurmet merʼa kirin, agir vêxistin, ji ber wê sermayê û barana ku destpêkir em qebûl kirin.

3 Hingê Pawlos bermile qirş berev kir danî ser êgir, meʼrek ji dest germê derkʼet, dev avîte destê wî girt.

4 Binelîya gava rʼeʼwirê destê wîva dardabûyî dît, hevrʼa gotin: «Eva rʼastî mêrkuj e, ji beʼrê xilaz bû, lê xudanê Heqîyê nehişt ku ew bijî».

5 Lê Pawlos rʼeʼwirê destê xweva dawşande nava êgir û zîyan li wî nebû.

6 Ewana jî hîvîya wê yekê bûn ku wê biwerime yan nişkêva bikʼeve bimire, gava gelekî hîvîyê man û dîtin ku tʼu tişt li wî nehat, fikirê xwe guhastin û gotin: «Eva xwedêk e».

7 Li wî cîyê dor-berêd wan bergêd serwêrê wê giravê hebûn, ku navê wî Poplîyo bû. Ewî hurmet merʼa kir, sê rʼoja em cem xwe xwey kirin.

8 Bavê Poplîyo tʼayêda bi zikêşîyê nexweş pʼaldayî bû. Pawlos çû cem wî, dua kir, destêd xwe danîne ser wî û ew qenc kir.

9 Gava ev yeka qewimî, nexweşêd mayîne wê giravêda jî dihatin qenc dibûn.

10 Wana gelek qedir-hurmet merʼa kirin û gava em rʼêkʼetin, ew tiştêd ku bona rʼê wê kêrî me bihatana merʼa dagirtin.


Ji Maltayê hʼeta Rʼomê

11 Sê meha şûnda em bi gemîya Skenderyayê rʼêkʼetin, ku wê jî zivistan li wê giravêda derbaz kiribû, şikilê her du xudanêd Heval-cêwî jî ser bû.

12 Em gihîştine Sîrekûsê, sê rʼoja wir man.

13 Ji wir jî em çûn gihîştine Rʼêgîyomê. Rʼojekê şûnda bayê başûrê hat, em du rʼojada gihîştine Potîyolê.

14 Wir me xûşk-bira dîtin û hîvî ji me kirin, ku em hʼeftêkê wir bimînin. Û bi vî awayî em gihîştine Rʼomê.

15 Xûşk-birayêd wir jî bona me bihîstibûn, pêşîya meda hatin hʼeta Meydana Epîyû û Sê Mêvanxana. Pawlos ku ew dîtin, şikirî da Xwedê û dilê wî şidîya.


Pawlos Rʼomêda Mizgînîyê dide

16 Gava em gihîştine Rʼomê, îzin dane Pawlos ku tʼenê tʼevî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne.

17 Sê rʼoja şûnda Pawlos gazî giregirêd cihûya kir, gava ew hatin, wanrʼa got: «Gelî bira! Min tiştekî miqabilî cimeʼtê yan kal û bava nekirîye, lê Orşelîmêda ez girtim dame destê rʼomayîya.

18 Gava ez anîme ber dîwanê, xwestin min berʼdin, çimkî ser min bona kuştinê tʼu xirabî nedîtin.

19 Lê gava cihûya miqabilî wê yekê xeber dan, min îdî bêçʼarîya xwe deʼwa Qeyser kir, lê ne bona wê yekê, ku şikîyatê miletê xwe bikira.

20 Lema jî min hîvî kir, ku we bibînim û tʼevî we xeber dim. Belê ez bona gumana Îsraêlê van qeyd-zincîrada me».

21 Wana jî wîrʼa got: «Me bona te ji Cihûstanê ne neʼme standîye, ne jî ji birayêd me kes hatîye bona xirabîya te gilî kirîye yan xeber daye.

22 Lê em dixwazin ji te bibihên, kʼa bîr û bawerîya te çi ye, çimkî bona wê kʼomelê meva îdî eʼyan e ku hʼemû cîya miqabilî wê xeber didin».

23 Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.

24 Hineka xwe li gotinêd wî girtin, hineka jî bawer nekir.

25 Awa berî çûyîna wan nava wanda bû dutîretî gava Pawlos ev yek got: «Çawa rʼast Rʼuhʼê Pîroz bi Îşaya pʼêxember tʼevî kal-bavêd me xeber da

26 û got: ‹Herʼe cem vê cimeʼtê û bêje: Hûnê bibihên û guh bidinê, lê feʼm nekin, hûnê binihêrʼin û dîna xwe bidinê, lê nebînin.

27 Çimkî eva cimeʼta serhʼişk e, bi guha giran dibihên û çʼeʼvêd xwe girtine, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi guha nebihên û bi hʼiş feʼm nekin, venegerʼin, ku Ez wan qenc kim›.

28 Awa bira weva eʼyan be, wekî xilazkirina Xwedê necihûyarʼa hate şandinê û ewê guhdarîya Wî bikin».

30 Pawlos tʼam du sala mala xweye kʼirêkirîda ma, kʼî jî dihate cem wî, hʼemû qebûl dikirin.

31 Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan