Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

شُله رسولا 27 - Peymana Nû (Încîl)


Pawlos bi gemîyê dibine bajarê Rʼomê

1 Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herʼine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji rʼefa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo.

2 Em kʼetine gemîke ji Edremîtê, ku wê gemîwargehêd qeza Asyayêva biçûya û rʼêkʼetin. Erîstarxoyê mekedonî jî ji Tʼêsalonîkê merʼa bû.

3 Rʼoja dinê em Saydayê peya bûn, Yûlyo qencî Pawlosrʼa kir, îzin da ku herʼe cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin.

4 Ji wir rʼêkʼetin, dest bayê pêşîya me, em teʼldê Qubrisêrʼa derbaz bûn.

5 Gava em nava beʼra pêşberî Kîlîkyayê û Pamfîlyayêva derbaz bûn, gihîştine Lîkyayê, bajarê Mîrayê.

6 Wir sersed gemîke Skenderyayê dît ku diçû Îtalyayê, em kirine wê gemîyê.

7 Hêdî-hêdî gelek rʼojada em bi zorekê nêzîkî Kinîdyayê bûn. Bê ku rʼê nedida me, em binatʼara Kirêtayê ber Salmonêrʼa derbaz bûn.

8 Em bi zorekê wirrʼa derbaz bûn gihîştine cîkî, ku jêrʼa dibêjin Gemîwargehêd Bedew, ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû.

9 Gelek wext ku li wir derbaz bû, rʼêwîtîya gemîyê jî bi qezîyava girêdayî bû, Rʼoja Rʼojîya jî îdî derbaz bibû. Pawlos şîret li wan kir û got:

10 «Gelî meriva! Ez dibînim ku ev rʼêwîtîya bi gemîyê gelek zîyanê û cefava girêdayî ye, ne ku tʼenê bona bar û gemîyê, lê bona eʼmirê me jî».

11 Lê sersed hê gurʼa gemîvan û xweyê gemîyê dikir, ne ku xeberêd Pawlos.

12 Ew gemîwargeh bona derbazkirina zivistanê ne qenc bû, lema jî geleka ji wan qirara xwe da ku ji wir herʼin, belkî bikaribin bigihîjine bajarê Fînîksê û li wir zivistanê derbaz kin. Eva bajara gemîwargeheke girava Kirêtayê ye, ku li başûr-rʼoavayê û bakur-rʼoavayê dinihêrʼe.


Firtona beʼrê

13 Gava bayê başûrêyî nerm hat, wana tʼirê îdî gihîştine meremê xwe, lengere kʼişandin rʼêkʼetin û xwe li hêşîya Kirêtayê girtî çûn.

14 Lê xêlekê şûnda firtoneke qayîm li me rʼabû, ku jêrʼa dibêjin Êvrîkilon.

15 Firtonê li gemîyê xist û gemî nikaribû miqabilî wê biçûya, dest jê kʼişandî em ji bê hatine ajotinê.

16 Me xwe da ber teʼldê giraveke biçʼûk, navê wê Kawda, li wir bi zorekê qeyik girt

17 kʼişande jor û bi werisa gemî binîva şidandin. Ewana tirsîyan ku nebe gemî lîla Sûrtisêda rʼûnê, bapʼêş anîne xwarê û aha ji bê dihatine ajotinê.

18 Ji dest qayîmîya firtonê, barê gemîyê rʼoja din rʼêtine beʼrê.

19 Rʼoja sisîya wana bi destê xwe hacetêd gemîyê avîtine beʼrê.

20 Ew çend rʼoj bûn teʼv û steyrk nedihatine xuyanê, firtone jî nedisekinî. Heyneser bona xilazbûnê gumana me hʼemû hate birʼînê.

21 Ew çend rʼoj bûn jî birʼçî mabûn, Pawlos nava wanda sekinî û got: «Gerekê we gurʼa min bikira eʼvdno, ji Kirêtayê dernekʼetana, hingê weyê ev zîyan û cefa nekʼişanda.

22 Niha jî ez hîvî dikim, ku hûn dil bidine ber xwe, çimkî pêştirî gemîyê zîyanê li me tʼu kesî nebe.

23 Çimkî hema vê şeva derbazbûyî milyakʼetekî wî Xwedêyê ku ez pʼara Wî me û Wî dihʼebînim, minva xuya bû

24 û got: ‹Netirse, Pawlos! Gerekê tu li ber Qeyser bisekinî. Va Xwedê hʼemûyêd tʼevî te gemîyêda dane xatirê te›.

25 Niha dil bidine ber xwe eʼvdno, çimkî ez Xwedêda bawer im, ku çawa minrʼa hate gotinê, wê usa jî bibe.

26 Lê tʼenê emê bêne ajotinê û beja giravekê xin».

27 Şeva çardeha bû ku em beʼra Adrîyatîkêda ji bê dihatine ajotinê. Nîvê şevê gemîvana kʼifş kir, ku digihîştine bejekê,

28 kʼûrpîv avîtinê, dîtin ku qasî çil mêtirî bû, hinekî jî pêşda çûn, dîsa avîtinê dîtin ku qasî sî mêtirî bû.

29 Hingê em tirsîyan ku nebe em cîkî kevirî xin, paşîya gemîyêva çar lengere avîtin û bi dua çʼeʼvnihêrʼîya sibehê bûn.

30 Lê gemîvana xwest ku ji gemîyê birʼevin, qeyik ji gemîyê peya kirin, bi wê meʼnîyê yançîye dixwazin pêşîya gemîyêva jî lengera bavêjin,

31 Pawlos sersed û eskerarʼa got: «Heger evana gemîyêda nemînin, hûn nikarin xilaz bin».

32 Hingê eskera kapêd qeyikê qetandin, berʼdan ku wêda herʼe.

33 Berbanga sibehê Pawlos hîvî ji wan hʼemûya kir ku nên bixwin û got: «Eva çardeh rʼoj e ku hûn çʼeʼvnihêrʼî birʼçî mane û we tʼu tişt nexwarîye.

34 Awa ez hîvî ji we dikim, nanê xwe bixwin, ku ev jî bona xilazbûna we ye, tʼêlekî pʼorʼê serê weyê unda nebe».

35 Û gava ev yek got, nan hilda li ber hʼemûya şikirîya xwe Xwedê anî, kerkir û destpêkir xwar.

36 Wî çaxî bîn hate ber hʼemûya, wan jî nan xwar.

37 Em hʼemû hevrʼa gemîyêda dusid hʼeftê şeş merî bûn.

38 Gava nan xwarin, tʼêr bûn, genim rʼêtine beʼrê gemî sivik kirin.


Qezîya gemîyê

39 Sibeh ku zelal bû, eʼrd nas nedikirin, lê delaveke beʼrê rʼaçʼeʼv kirin, ku hêşîya wê hebû û dixwestin belkî bikaribin binê gemîyê wir eʼrdê xin.

40 Lengere ji binî qetandin, beʼrêda hiştin, hingê jî werisêd fitilokêd zivirʼandinê ku digirtin sist kirin û bapʼêşa pêş dane bê, xwe li wê hêşîya beʼrê girtin.

41 Lê li girekî binê avê xistin, lîlêda rʼûnişt, pozê gemîyê têda ma û îdî nehʼejîya, pişta wê jî ji dest qayîmîya pêla hûrdexweşî dibû.

42 Hingê eskera qirar kirin ku girtîya bikujin, wekî sobekʼarîyê nedin nerʼevin.

43 Lê sersed ku dixwest Pawlos xilaz kira, nehişt ku ew şêwira xwe bînine sêrî. Hingê eʼmir kir ku yêd sobekʼarîyê zanin, pêşîyê xwe bavêjine avê derêne bejê,

44 lê yêd mayîn, hinek ser tʼexta, hinek jî ser pʼarçʼêd gemîyê derên. Û bi vî awayî aha hʼemû xilaz bûn, derkʼetine bejê.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan