شُله رسولا 26 - Peymana Nû (Încîl)Cabdarîya Pawlos li ber Egrîpa 1 Hingê Egrîpa Pawlosrʼa got: «Îzina te heye ku tu bona xwe xeber dî». Wê demê Pawlos destê xwe bilind kir, caba xwe da. 2 «Egrîpa pʼadşa, bona hʼemû şikîyatêd ku cihû li min dikin, ez îro xwe bextewar hʼesab dikim ku ber te sekinî me caba xwe didim, 3 îlahî vê pirsêda ku tu haş ji hʼemû eʼdet û pirsêd cihûya heyî. Bona vê yekê ez ji te hîvî dikim, bi sebir guhdarîya min bikî. 4 Hʼemû cihû zanin ku min çawa eʼmirê xwe ji zarʼotîya xweda girtî nava miletê xwe û li Orşelîmêda derbaz kirîye. 5 Ewana zûva min nas dikin, heger bixwazin, dikarin şeʼdetîyê bidin, wekî ez anegorî eʼdetê kʼomela dînê meyî hʼişk jî fêrisî bûme. 6 Û niha jî bona gumana wî sozê ku Xwedê daye kal-bavêd me dîwana min tê kirinê, 7 xût bona wî sozê ku her donzdeh eʼşîrêd me bi dil û can, şev û rʼoj Xwedê hʼebandine, wekî bigihîjine ewê yekê. Belê bona vê gumanê ye, ku cihû şikîyatê min dikin, pʼadşayî xweş be. 8 Hûn çima nikarin bawer bikin, ku Xwedê wê mirîya ji mirinê rʼake? 9 Min xwexa jî kiribû deynê stûyê xwe, ku miqabilî navê Îsayê Nisretê gelek tişt bikira 10 û min Orşelîmêda kir jî. Min ji serekêd kʼahîna hʼukum stand û gelekêd ji cimeʼta Xwedê davîtine kelê û gava dihatine kuştinê, min jî dengê xwe dida. 11 Hʼemû kʼinîştada gelek cara min ew didane cezayê û dikir ku zorê bidime wan ku wê bawerîya xwe înkʼar kin. Min kʼîna wan girtibû, hʼeta bajarêd xerîbda jî ew dizêrandin. 12 Awa ez carekê bi hʼukum û eʼmirê serekêd kʼahîna diçûme Şamê. 13 Rʼoj nîvro bû, pʼadşayî xweş be, rʼêva min dît ji eʼzmên rʼonayîke ji rʼonayîya teʼvê zortir dora min û yêd tʼevî min dihatin şewq da. 14 Em hʼemû kʼetine eʼrdê, min dengek bihîst ku bi zimanê îbranî minrʼa got: ‹Şawûl! Şawûl! Tu çima Min dizêrînî? Tu bi kʼulmê nikarî herʼî dirêşê›. 15 Min got: ‹Tu kʼî yî, Xudan?› Xudan got: ‹Ez ew Îsa me, Yê ku tu dizêrînî. 16 Niha rʼabe ser nigêd xwe, Ez bona wê yekê teva xuya bûm, ku te bikime berdestîyê Xwe û şeʼdê wî tiştê ku te dît û wan tiştêd ku Ezê paşê ber te vekim. 17 Ezê te ji destê cimeʼta Îsraêlê û necihûya xilaz kim. Va Ez te dişînime nava wan, 18 wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›. 19 Awa Egrîpa pʼadşa, ez miqabilî wê dîtina li berçʼeʼvaye ji eʼzmên nesekinîm. 20 Lê min pêşîyê yêd Şamê, Orşelîmê û tʼemamîya tʼopraxêd Cihûstanêrʼa dannasîn kir, usa jî necihûyarʼa, ku tʼobe kin berbi Xwedê vegerʼin û kirêd qenc bikin, wekî bê kʼifşê ew ji gunekirinê vegerʼîyane. 21 Bona vê yekê cihûya ez pʼaristgehêda girtim, xwestin min bikujin. 22 Lê min ji Xwedê kʼomek stand û hʼeta îro ez mame, şeʼdetîyê didime biçʼûk û mezina. Tiştekî zêde jî ji wan tiştêd ku pʼêxembera û Mûsa gotibûn wê bibin, min negotîye: 23 Gerekê Mesîh cefa bikʼişanda, bibûya yê pêşin ji nava mirîya rʼabûyî û rʼonaya xilazbûnê miletêd cihû û necihûyarʼa dannasîn kira». 24 Gava Pawlos aha caba xwe da, Fêsto bi dengê bilind got: «Tu xwe unda dikî, Pawlos! Pʼirʼxwendina te te unda dike». 25 Pawlos gotê: «Ez xwe unda nakim Fêstoyê xweyîqedir, lê xeberêd rʼast û çê dibêjim. 26 Pʼadşa haş ji van tişta heye, lema jî ez aza xeber didim û bawer nakim ku tiştek ji wî veşartî mabe, çimkî ev yeka qulçʼekîda nebûye. 27 Egrîpa pʼadşa, tu pʼêxembera bawer dikî? Zanim ku tu bawer dikî». 28 Egrîpa Pawlosrʼa got: «Te tʼirê tu usa zû dikarî min bikî mesîhî?» 29 Pawlos got: «Ez hîvî ji Xwedê dikim, zû-dereng ne ku tʼenê tu, lê hʼemûyêd ku îro guhdarîya min dikin, usa bin çawa ez im, pêştirî van qeyda». 30 Hingê pʼadşa rʼabû pʼîya, welî, Bernikê û hʼemûyêd tʼevî wî rʼûniştî jî pêrʼa. 31 Ew derkʼetine derva, hevrʼa xeber dan û gotin: «Eva meriva tiştekî usa nake ku bê kuştinê yan girtinê». 32 Lê Egrîpa Fêstorʼa got: «Me dikaribû eva meriva berʼda, heger evî deʼwa dîwana Qeyser nekira». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia