Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

شُله رسولا 25 - Peymana Nû (Încîl)


Pawlos deʼwa dîwana Qeyser dike

1 Pey sê rʼojarʼa, gava Fêsto derbazî ser qulixa xwe bû, ew ji Qeyserîyê hevraz çû Orşelîmê.

2 Serekêd kʼahîna û giregirêd cihûya bona Pawlos şikîyatê xwe li wî kirin

3 û hîvî kirin ku bike qencî wî bîne Orşelîmê, çimkî wana tʼelek çêkiribû ku rʼêva wî bikujin.

4 Lê Fêsto li wan vegerʼand û got: «Pawlos wê li Qeyserîyê girtî bimîne û ezê xwexa jî zûtirê herʼime wir.

5 Awa bira serwêrêd we tʼevî min berjêr bin û heger neheqîke wî merivî jî hebe, bira gunekʼarîya wî bêje».

6 Wir nehe-dehe rʼoja nav wanda ma, paşê berjêr çû Qeyserîyê, rʼoja din li herema dîwanê rʼûnişt, eʼmir kir ku Pawlos bînin.

7 Gava Pawlos hat, cihûyêd ku ji Orşelîmê berjêr hatibûn dora wî girtin û gelek buxdanêd giran li wî dikirin, lê nikaribûn îzbat kirina.

8 Pawlos caba xwe da û got: «Min hindava Qanûna cihûya yan pʼaristgehê yan jî Qeyserda tʼu neheqî nekirîye».

9 Fêsto jî xwest ku cihûyarʼa qencîyê bike, li Pawlos vegerʼand û got: «Tu dixwazî hevraz herʼî Orşelîmê, ku bona van tişta dîwana te ber min wir bê kirinê?»

10 Pawlos got: «Ez li ber dîwana Qeyser sekinî me, li kʼu jî dîwana min gerekê bibe. Min xirabîk li cihûya nekirîye, çawa tu xwexa jî qenc zanî.

11 Awa heger ez neheq im û min tiştekî usa kirîye ku gerekê bême kuştinê, ez ji mirinê venakʼişim, lê heger neheqîya min vê yekêda tʼune, çawa ku ewana şerʼa davêjine min, kes nikare min bide destê wan. Ez deʼwa dîwana Qeyser dikim».

12 Hingê Fêsto tʼevî şîretkʼara xeber da, paşê li wî vegerʼand û gotê: «Tu deʼwa Qeyser dikî, gerekê tu herʼî cem Qeyser».


Pawlos li ber Egrîpa û xûşka wî Bernikê

13 Çend rʼoj derbaz bûn, Egrîpa pʼadşa û Bernikê hatine Qeyserîyê, ku Fêsto silav kin.

14 Gava gelek rʼoj li wir derbaz kirin, Fêsto bona Pawlos eʼlamî pʼadşê kir û got: «Vir merivek heye ku ji hêna Felîksda ew girtî maye.

15 Gava ez çûme Orşelîmê, serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cihûya şikîyatê wî ber min kirin û hîvî kirin ku ez dîwana wî bikim.

16 Min li wan vegerʼand û got, wekî ne eʼdetê rʼomayîya ye ku merivekî bêxeda bidine der, hʼeta mecalê nedine yê gunekʼar, ku li ber şikîyatkirêd xwe bisekine û rʼû bi rʼû ber wan caba xwe bide.

17 Gava ewana hatine vira, min derengî neêxist, rʼoja dinê ez li herema dîwanê rʼûniştim û min eʼmir kir, ku wî merivî bînin.

18 Gava yêd ku ew gunekʼar dikirin rʼabûn ku xeber din, min bona çi xirabîyêd ku şik dibire wî, tʼu kesî bona wan yeka tiştek negot.

19 Lê deʼwa wan tʼevî wî bona pirsa hʼebandina wan bû û ser Îsakî mirî, ku Pawlos dibêje Ew sax e.

20 Hingê min nizanibû ku çawa ev pirsana eʼseyî bikirana, min ji wî pirsî: ‹Tu dixwazî herʼî Orşelîmê, ku bona van tişta ber dîwanê bisekinî?›

21 Lê çaxê Pawlos xwest ku şixulê wî herʼe ber Qeyser û bê lênihêrʼandinê, min eʼmir kir ku ew girtî bimîne, hʼeta ku ez wî bişînime cem Qeyser».

22 Egrîpa Fêstorʼa got: «Min jî dixwest xeberdana wî merivî bibihîsta». Ewî jî got: «Tê sibê wî bibihêyî».

23 Rʼoja dinê Egrîpa û Bernikê bi rʼewşa mezin tʼevî serhʼezar û giregirêd bajêr hatine kʼoçʼikserê, Fêsto eʼmir kir û Pawlos anîn.

24 Fêsto got: «Egrîpa pʼadşa û hʼemûyêd hazir! Hûn vî dibînin, tʼemamîya cimeʼta cihûya hin Orşelîmêda, hin jî vira şikîyatê vî ber min dikirin û dikirine qîrʼîn digotin: ‹Ew gerekê sax nemîne!›

25 Lê min kʼifş kir ku evî tiştekî usa nekirîye ku bê kuştinê û xwexa jî deʼwa dîwana Qeyser dike, min qirar kir ku wî bişînim.

26 Lê bona vî tiştekî eʼseyî tʼune xweyê xwerʼa binivîsim, bona vê yekê min ev anî ber we, îlahî ber te Egrîpa pʼadşa, wekî ev yek dîsa bê lênihêrʼandinê, hingê tiştekî minî nivîsarê wê hebe.

27 Çimkî tiştekî bê aqilî ye, heger ez girtîkî bişînim û bona sûcê wî tiştekî nenivîsim».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan