Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

شُله رسولا 24 - Peymana Nû (Încîl)


Cihû şikîyatê Pawlos dikin

1 Pênc rʼoja şûnda Hananîyayê serekkʼahîn tʼevî hineke ji rʼûspîya û Tertûloyê zanebêj berjêr bû hate Qeyserîyê. Vana bona Pawlos gilî-gazinê xwe welîrʼa kirin.

2-3 Gava gazî Pawlos kirin, Tertûlo dest bi şikîyata kir û got: «Em tʼimê û her dera wan kirinêd te dişêkirînin, Felîksê xweyîqedir, ku saya serê te evî miletê me gelek eʼdilayî dîtîye û gelekî pêşda çûye.

4 Lê wekî gelekî serê te neêşînim, hîvî dikim ji kʼerema xwe kin guhdarîya me bike.

5 Me ev meriva dît, çawa mîna belakê kʼetîye nava hʼemû cihûyêd ser dinê tʼevîhev dike û rʼêberê kʼomela nisretîya ye.

6 Evî kir ku pʼaristgehê jî bihʼerʼimîne, lê me ew girt.

8 Heger tu ji wî bipirsî, tê xwexa bikaribî ji wî her tiştî bizanibî kʼa bona çi em şikîyatê wî dikin».

9 Cihûya jî gotina wî eʼseyî kirin, gotin: «Belê, ev yek usa ye».


Pawlos caba xwe li ber Felîksê welî dide

10 Gava welî pê serîya kir ku ew xeber de, Pawlos lê vegerʼand û gotê: «Ez zanim ku gelek sal in tu hʼakimê vî miletî yî, ezê jî bi rʼezedilî bona xwe caba xwe bidim.

11 Çawa ku tu dikarî bizanibî, eva donzdeh rʼoj tʼune, ku ez bona hʼebandinê hevraz çûbûme Orşelîmê.

12 Evana ez nedîtime ku pʼaristgehêda tʼevî yekî têkʼevime deʼwê, yan jî kʼinîştada usa jî cîkî din bajêrda eʼlaletê dora xwe tʼop kim.

13 Û ne jî niha dikarin gotinêd xwe îzbat kin, ku bona çi şikîyatê min dikin.

14 Lê ezê aşkere terʼa bêjim, wekî li gora wê Rʼîya ku ewana jêrʼa kʼomela şihʼitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihʼebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim.

15 Ez Xwedêda jî guman im, çawa ku ew jî wê gumanê ne, ku hʼemû heq û neheqê ji mirinê rʼabin.

16 Bona vê yekê çiqas ji min tê, ez diceʼdînim hʼemû wextî bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê û meriva bim.

17 Awa pey gelek salarʼa ez vegerʼîyam hatime Orşelîmê, ku kʼomekê bidime miletê xwe û hʼedîya bidim.

18 Hingê wî şixulîda ez pʼaristgehêda paqijbûyî dîtim li gora eʼdetê me. Ez ne tʼevî eʼlaletê bûm, ne jî şerʼûda.

19 Lê ji wan çend cihûyêd qeza Asyayê li wir bûn. Heger hindava minda tiştekî wanî gotinê hebûya, ew gerekê bihatana ber te bisekinîyana şikîyatê min bikirana.

20 Yan jî bira evana bêjin, gava ez ber civîna giregira sekinî bûm, çi xirabî ser min dîtin,

21 pêştirî vê yekê, ku min bi dengê bilind nava wanda gotîye: ‹Bona bawerîya rʼabûna mirîya hûn îro dîwana min dikin›».

22 Felîksva ew Rʼê ku rʼind eʼyan bû, hingê ewî şixulê wan paşda avît û got: «Kʼengê Lûsyoyê serhʼezar berjêr bê, ezê hingê bona şixulê we qirara xwe bidim».

23 Ewî eʼmirî sersed kir, ku Pawlos pʼirʼî-hindikî aza xwey kin û îzina heval-hogirêd wî jî bidin, yê ku wê kʼomekdarîya wî bikin.


Pawlos girtî dimîne

24 Çend rʼoja şûnda Felîks tʼevî Dirûsîla kʼulfeta xweye cihû hat, gazî Pawlos kir û bona wê bawerîya ser Mesîh Îsa ji wî bihîst.

25 Pawlos hê bona rʼastîyê, xwegirtinê û dîwana Xwedêye ku wê bê xeber dida, Felîks saw kʼişand û got: «Tu niha herʼe. Gava wextê min hebe, ezê gazî te kim».

26 Usa jî ew wê gumanê bû, ku ji Pawlos pʼere bistanda, bona wê yekê jî gelek cara gazî wî dikir û tʼevî wî xeber dida.

27 Gava du sal derbaz bûn, dewsa Felîks Porkîyo Fêsto bû welî. Felîks jî ku dixwest qencî cihûyarʼa bikira, Pawlos girtî hişt.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan