شُله رسولا 23 - Peymana Nû (Încîl)1 Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye». 2 Hananîyayê serekkʼahîn eʼmirî berdestîyêd nêzîkî Pawlos kirin ku dêvda bidinê. 3 Hingê Pawlos wîrʼa got: «Xwedêyê jî li te xe, dîwarê sîwaxkirî! Tu rʼûniştî yî anegorî Qanûnê dîwana min dikî û ji Qanûnê der eʼmir dikî ku ew min xin». 4 Yêd cem Pawlos sekinî gotin: «Tu serekkʼahînê Xwedê bêhurmet dikî?» 5 Pawlos got: «Birano, min nizanibû ku ew serekkʼahîn e. Çawa nivîsar e: ‹Hindava serwêrê miletê xweda xirab xeber nede›». 6 Hingê Pawlos pê hʼesîya ku alîkî sadûqî ne, alîkî jî fêrisî, wê civînêda kire gazî û got: «Gelî bira! Ez fêrisî me, kurʼê fêrisîya! Bona gumana rʼabûna mirîya dîwana min dikin». 7 Gava ev yek got, fêrisî û sadûqî hevrʼa kʼetine hʼucetê û dutîretî kʼete nava kʼomê, 8 (çimkî sadûqî dibêjin ne rʼabûna mirîya heye, ne milyakʼet, ne jî rʼuhʼ, lê fêrisî hersêka jî qebûl dikin). 9 Hingê qalme-qalma mezin hê pêşda hat, ji qanûnzanêd alîyê fêrisîya hinek rʼabûne pʼîya û deng hildan mêrkʼîmî gotin: «Em vî merivîda tʼu xirabîyê nabînin. Belkî rʼuhʼekî yan milyakʼetekî vîrʼa xeber daye?» 10 Gava şerʼ-deʼw zêde bû, serhʼezar tirsîya ku ew Pawlos qet-qetî kin, eʼmirî eskera kir ku herʼine jêrê ewî ji nav wan bigirin bibine eskerxanê. 11 Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî». Cihû tʼelekê bona kuştina Pawlos hazir dikin 12 Sibeh ku zelal bû, hinek cihû bûne yek û sond xwarin, ku hʼeta Pawlos nekujin, ne bixwin, ne jî vexwin. 13 Ewêd ku ew sond xwarin ji çilî zêdetir bûn. 14 Evana çûne cem serekêd kʼahîn û rʼûspîya gotin: «Me sond xwarîye, hʼeta ku em Pawlos nekujin, tiştekî teʼm nekin. 15 Awa hûn tʼevî civîna giregira bêjine serhʼezar ku ewî sibê bîne cem we, yançîye hûn dixwazin derheqa wîda her tiştî hê rʼast pê bihʼesin, emê jî hê berî hatina wî hazir bin ku wî bikujin». 16 Lê xarzîyê Pawlos bona vê tʼelekê bihîst, hat kʼete eskerxanê Pawlosrʼa got. 17 Pawlos jî gazî sersedekî kir û gotê: «Evî xortî bibe cem serhʼezar, dixwaze tiştekî wîrʼa bêje». 18 Ewî jî xort bire cem serhʼezar û gotê: «Pawlosê girtî gazî min kir, hîvî kir ku vî xortî bînime cem te, tiştekî wîyî gotinê terʼa heye». 19 Serhʼezar destê wî girt, bire alîkî û pirsî: «Tu çi dixwazî eʼlamî min kî?» 20 Ewî got: «Cihûya qirar kirîye ku hîvî ji te bikin, wekî sibê Pawlos bibî civîna giregira, yançîye dixwazin derheqa wîda her tiştî hê rʼast bizanibin. 21 Lê wan bawer neke, çimkî ji wan çil merîya zêdetir xwe veşartine, hîvîya wî ne. Wana sond xwarîye, ku ne bixwin, ne jî vexwin hʼeta wî nekujin. Wana niha kʼarê xwe kirîye, hîvîya qirara te ne». 22 Wî çaxî serhʼezar xort verʼêkir û tʼemî da wî: «Kesîrʼa nebêje, ku te ev yek minrʼa gotîye». Pawlos dişînine Qeyserîyê cem Felîksê welî 23 Serhʼezar gazî du serseda kir û got: «Dusid eskerî hazir kin, hʼeftê sîyarî, dusid jî rʼimdar, wekî şev sihʼeta neha hʼeta Qeyserîyê herʼin. 24 Usa jî çend hespa hazir kin, wekî Pawlos lê sîyar kin, ku bê qede bê bela bibine cem Felîksê welî». 25 Neʼmek jî bi vê fikirê nivîsî: 26 «Ji Klawdyo Lûsyo, Silav Felîksê welîyê xweyîqedirrʼa! 27 Eva meriva ji cihûya hatibû girtinê, wê bi destê wan bihata kuştinê, ez pê hʼesîyam ku rʼomayî ye, bi eskerava gihîştimê û min ew xilaz kir. 28 Min xwest ku bizanibim kʼa bona çi şikîyatê wî dikin, min ew bire ber civîna giregirêd wan 29 û kʼifş kir, ku şikîyatê wan ser pirsêd qanûna wan e, lê bona kuştinê yan girtinê xirabîya wî tʼuneye. 30 Gava cab gihîşte min, ku cihûya bona wî merivî tʼelekek hazir kirîye, min destxweda ew şande cem te û eʼmirî li şikîyatkira kir, ku çî wanî miqabilî wî hebe, li ber te bêjin». 31 Eskera jî anegorî wî eʼmirê ku standin, Pawlos şev hildan birine Entîpetrîsê. 32 Rʼoja dinê yêd sîyarî Pawlosrʼa danîn ku tʼevî wî herʼin, lê yêd peya xwexa vegerʼîyane eskerxanê. 33 Ewêd sîyarî gihîştine Qeyserîyê, neʼme dane welî, Pawlos jî dane destê wî. 34 Ewî ew neʼme xwend, pirsî ji kʼîjan qezayê ye, ku pê hʼesîya ji Kîlîkyayê ye, 35 got: «Ezê hingê guhdarîya te bikim, kʼengê şikîyatkirêd te bên». Û eʼmir kir, ku ew qesira Hêrodesda bê xweykirinê. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia