Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

شُله رسولا 22 - Peymana Nû (Încîl)

1 «Gelî bav û bira! Niha guhdarîya min bikin, ku ez caba xwe bidim».

2 Gava bihîstin ku ew wanarʼa bi zimanê îbranî kʼete xeberdanê, kerʼ bûn hê dengê xwe birʼîn. Û wî got:

3 «Ez merivekî cihû me, bajarê Tarsûsa Kîlîkyayêda ji dîya xwe bûme, lê vî bajarîda bin destê Gamalyêlda çawa şagirt mezin bûme û hʼemû Qanûna kal-bava jî bi fesal-rʼast hîn bûme, hindava Xwedêda jî xweyîxîret bûm, çawa ku hûn hʼemû îro.

4 Min hʼeta kuştinê jî yêd ku pey vê Rʼê diçûn, dizêrandin û qisimê jin û mêra girêdidan davîtine kelê,

5 çawa serekkʼahîn û tʼemamîya civîna rʼûspîya jî şeʼdê min in. Min ser birayêd cihûtîyêdaye Şamê neʼme ji wan hildabûn diçûm wekî yêd wir jî girêdayî bînime Orşelîmê ku bidine cezayê.

6 Gava ez hê rʼê diçûm, nêzîkî Şamê bûm, rʼo nava rʼojê nişkêva ji eʼzmên dora min rʼonayîke qayîm şewq da.

7 Ez kʼetime eʼrdê û min dengek bihîst ku minrʼa got: ‹Şawûl! Şawûl! Tu çima Min dizêrînî?›

8 Min lê vegerʼand: ‹Tu kʼî yî, Xudan?› Ewî minrʼa got: ‹Ez Îsayê Nisretê me, Yê ku tu dizêrînî›.

9 Ewêd tʼevî min jî rʼonayî dîtin, lê dengê ku minrʼa xeber dida nedibihîstin.

10 Hingê min got: ‹Ez çi bikim, Xudan?› Xudan minrʼa got: ‹Rʼabe herʼe Şamê û li wir her tiştê ku bona te kʼifşkirî ye bikî, wê terʼa bê gotinê›.

11 Min ku ji dest şewqa wê rʼonayê nedidît, hingê yêd tʼevî min destê min girtin, ez birime Şamê.

12 Yekî navê wî Hananîya, anegorî Qanûnê xwedêxof, nav cihûyêd Şamêda jî ew xweyîyê şeʼdetîya qenc bû,

13 eva hat cem min sekinî û got: ‹Şawûl bira, bibîne!› Min destxweda dît û li wî nihêrʼî.

14 Ewî minrʼa got: ‹Xwedêyê kal-bavêd me tu kʼifş kirî ku eʼmirê Wî bizanibî û Yê Rʼast bibînî, xebera devê Wî bibihêyî,

15 çimkî tê ber hʼemû meriva bona wan tiştêd te dîtin û bihîstin bibî şeʼdê Wî.

16 Îdî çima derengî dêxî? Rʼabe were nixumandinê, gazî navê Wî ke ji gunêd xwe were şûştinê›.

17 Gava ez vegerʼîyame Orşelîmê û pʼaristgehêda dua dikir, mîna sihʼetê ser minrʼa derbaz bû,

18 min Ew dît û Wî minrʼa got: ‹Bike bilezîne ji Orşelîmê derê, çimkî ew şeʼdetîya ku tê bona Min bidî ewê qebûl nekin›.

19 Min got: ‹Xudan, ew qenc zanin ku ez bûm, ewî hʼemû kʼinîştada yêd bawerîya xwe Te danîn, davîtine kelê û ew dikʼutan.

20 Gava xûna Steyfanê şeʼdê Te dirʼijîya, ez xwexa jî wir hazir û rʼazî bûm, min nobedarî kʼincêd yêd ew kuştin dikir›.

21 Hingê Ewî minrʼa got: ‹Herʼe, Ezê te bişînime dûr cem necihûya›».


Pawlos bajarvantîya xweda rʼomayî ye

22 Hʼeta van xebera eʼlaletê guhdarîya wî kir, paşê bi dengê bilind gotin: «Rʼûbarî dinê wî nehêle! Yêd mîna wî gerekê nejîn!»

23 Wana dikirine qîrʼîn, kʼincê xwe diqelaştin davîtin û xwelî dirʼeşandine hewa.

24 Serhʼezar eʼmir kir, ku wî bibine eskerxanê û got: «Bidin ber qamçîya jê bipirsin, bizanibin kʼa sûcê wî çi ye, wekî usa ser wî dikine qarʼe-qarʼ».

25 Gava bi qayîşêd çʼerm girêdan, Pawlos sersedê sekinîrʼa got: «Gelo eva cayîz e ku hûn li bajarvanekî Rʼomayê xin, yê ku hê dîwana wî nebûye?»

26 Sersed gava ev yek bihîst, çû cem serhʼezar û got: «Tu çi dikî? Eva meriva bajarvanê Rʼomayê ye».

27 Serhʼezar nêzîkî Pawlos bû û wîrʼa got: «Minrʼa bêje, tu bajarvanê Rʼomayê yî?» Ewî got: «Belê».

28 Serhʼezar lê vegerʼand û got: «Min bi gelek pʼera ew bajarvantî standîye». Pawlos got: «Lê ez yekrʼojîya xweda bajarvanê wir im».

29 Û destxweda ewêd ku wê lêxistana û gilî jê bikʼişandana ji wî dûr kʼetin. Serhʼezar xwexa jî tirsîya, gava bihîst ku bajarvanê Rʼomayê ye, çimkî ewî ew dabû girêdanê.


Pawlos li ber civîna giregira

30 Sibetira din serhʼezar xwest rʼast bizanibe kʼa cihû çima şikîyatê Pawlos dikin. Ew berʼda û eʼmir kir, ku serekêd kʼahîna civîna giregirava bê. Hingê Pawlos anî li ber wan da sekinandinê.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan