شُله رسولا 21 - Peymana Nû (Încîl)Pawlos diçe Orşelîmê 1 Gava em ji wan qetîyan, bi gemîyê rʼêkʼetin, rʼast çûn gihîştine Kosê, rʼoja dinê Rʼodosê û ji wir Patarayê. 2 Me gemîk dît ku diçû Fînîkyayê, em kʼetine wê rʼêkʼetin. 3 Gava Qubrisê xuya kir, me ew milê çʼepêva hişt. Em berbi qeza Sûryayê çûn gihîştine bajarê Sûrê, çimkî barê gemîyê wir gerekê bihata valakirinê. 4 Me şagirt dîtin, em hʼeft rʼoja li wir man. Wana bi Rʼuhʼê Pîroz digote Pawlos ku neçe Orşelîmê. 5 Lê gava me ew rʼoj derbaz kirin, em rʼabûn çûn û hʼemûya jina û zarʼava hʼeta bajêr der em verʼêkirin û devê beʼrê me çok da dua kir. 6 Paşê me xatirê xwe ji hev xwest kʼetine gemîyê, ewana jî vegerʼîyane malêd xwe. 7 Me rʼêwîtî bi gemîyê ji Sûrê dûmayî kir, em gihîştine Pitolêmayê, me wir xûşk-bira silav kirin, em rʼojekê mane cem wan. 8 Rʼoja din em ji wir rʼêkʼetin çûne Qeyserîyê mala Fîlîpoyê mizgîndar, ew yek ji wan her hʼeft kʼomekdarêd kʼifşkirî bû. Em li cem wî man. 9 Çar qîzêd wîye bikʼir hebûn, ku pʼêxembertî dikirin. 10 Gava em gelek rʼoja li wir man, ji Cihûstanê pʼêxemberekî navê wî Hagabo berjêr bû. 11 Gava hate cem me, qayîşa pişta Pawlos hilda, dest û pʼîyêd xwe girêda û got: «Rʼuhʼê Pîroz aha dibêje: ‹Ew merivê xweyê vê qayîşê cihûyê Orşelîmêda aha wî girêdin û bidine destê necihûya›». 12 Gava ev yek me bihîst, tʼevî yêd wir me lava kir, ku ew hilnekʼişe neçe Orşelîmê. 13 Lê Pawlos cab da û got: «Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tʼenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im». 14 Gava me nikaribû ew banîya ser ya xwe, me dengê xwe birʼî û got: «Bira eʼmirê Xudan be». 15 Çend rʼoja şûnda me kʼarê xwe kir, em hilkʼişîyan çûne Orşelîmê. 16 Tʼevî me çend şagirtêd Qeyserîyê jî hatin, em birine mala şagirtekî zûva, ku navê wî Minaso bû, ji Qubrisê, wekî em li wir bimînin, Pawlos serîkî Aqûb û berpirsîyara dixe 17 Gava em gihîştine Orşelîmê, bawermenda em eşq û şa qebûl kirin. 18 Rʼoja dinê Pawlos tʼevî me çû cem Aqûb, hʼemû berpirsîyar jî hazir bûn. 19 Pawlos silav da wan, yek-yek çi ku Xwedê bi qulixê wî nava necihûyada kiribû, wanarʼa gilî kir. 20 Wana ku ev yek bihîst, şikirî dane Xwedê û usa jî Pawlosrʼa gotin: «Dîna xwe bidê, çiqas hʼezara cihûyêd bawermend hene û hʼemû jî xîretkʼêşêd Qanûnê ne. 21 Awa wana bona te bihîstîye ku tu hʼemû cihûyêd nava necihûyada hîn dikî, ku dest ji Qanûna Mûsa bikʼişînin û dibêjî ku ew kurʼêd xwe sinet nekin û pey eʼdet jî neçin. 22 Niha em çi bikin? Wê eʼse bibihên ku tu hatîyî. 23 De rʼabe em çi terʼa dibêjin bike. Vir cem me çar meriv hene ku ad-qirar kirine. 24 Wan xwerʼa hilde, tʼevî wan li gora eʼdet paqij be û xercê wan hilde ser xwe, ku pʼorʼê serê xwe kurʼ kin. Hingê her kesê zanibe ew tiştêd ku bona te bihîstine derew in û tu xwexa jî pey Qanûna Mûsa diçî. 25 Lê bona wan necihûyêd ku hatine ser bawerîyê, me wanrʼa qirara xwe nivîsîye şandîye, wekî ew hʼevza xwe ji wan qurbanêd pʼûtpʼaristîyê, xûnê, goştê mirar û bênamûsîyê bikin». 26 Hingê Pawlos ew merî rʼoja dinê hildan, tʼevî wan paqij bû, kʼete pʼaristgehê û xilazîya rʼojêd paqijbûnê da eʼlamkirinê, ku wê kʼengê bona wan her kesî hʼedî bê dayînê. Pawlos pʼaristgehêda tê girtinê 27 Gava her hʼeft rʼoj ser hevda hatin, ji cihûyêd qeza Asyayê Pawlos pʼaristgehêda dîtin, tʼemamîya eʼlaletê tʼevrʼakirin, dest avîtinê 28 û kirine qîrʼîn gotin: «Hewar, îsraêlîno! Alîkʼarîyê bikin! Eva ew meriv e, yê ku li her dera hʼemûya miqabilî cimeʼta me, Qanûna Mûsa û vî cîyî hîn dike, hê serda jî yûnan kirine pʼaristgehê, ev cîyê pîroz hʼerʼimand». 29 Ev yeka gotin, çimkî pêşîyê bajêrda Trofîmoyê ji Efesê tʼevî wî dîtibûn û wan tʼirê Pawlos ew kirîye pʼaristgehê. 30 Tʼemamîya bajêr hʼejîya, eʼlalet bi lez kʼom bû, Pawlos girtin ji pʼaristgehê kʼaşî derva kirin û derêd wê pêrʼa-pêrʼa hatine girtinê. 31 Gava wan dikir ku wî bikujin, cab gihîşte serhʼezarê rʼefa eskera, wekî tʼemamîya Orşelîmê tʼevîhev bûye. 32 Ewî pêrʼa-pêrʼa esker û sersed hildan, bi lez çû ser wan. Gava wana serhʼezar eskerava dîtin, dest ji Pawlos kʼutanê kʼişandin. 33 Wî çaxî serhʼezar hate nêzîk, ew girt, eʼmir kir ku bi du zincîra wî girêdin. Hingê pirsî: «Ev kʼî ye û çi kirîye?» 34 Nava eʼlaletêda bona wî her yekî cûrʼekî dikire qarʼe-qarʼ. Ewî gava ji dest qalme-qalma cimeʼtê nikaribû eʼseyî bizanibûya, eʼmir kir wî bibine eskerxanê. 35 Gava Pawlos gihîşte pʼêpelînga, eskera ew bilindkirî birin, çimkî eʼlaletê zor dida wî, 36 li pey wî diçûn, dikirine qîrʼîn û digotin: «Wî bikujin!» Pawlos caba xwe li ber eʼlaletê dide 37 Îdî Pawlos wê bibirana hindurʼê eskerxanê, ewî serhʼezarrʼa got: «Îzina min heye tʼevî te xeber dim?» Ewî got: «Tu yûnanî jî zanî? 38 Ku usa ye tu ne ewî misirî yî, yê ku çendek pêşda kire şerʼ-deʼw, çar hʼezar qaçaxêd mêrkuj derxistine berʼîyê». 39 Pawlos got: «Ez merivekî cihû me, ji Tarsûsa Kîlîkyayê, ne bajarvanekî bê nav-nîşan im. Ez hîvî ji te dikim, îzinê bide ku ez vê cimeʼtêrʼa xeber dim». 40 Gava ewî îzin da, Pawlos ser pʼêpelînga sekinî, destê xwe bilind kir, cimeʼtê ku dengê xwe birʼî, ewî bi zimanê îbranî xeber da û got: |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia