Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

شُله رسولا 20 - Peymana Nû (Încîl)


Pawlos diçe berbi Mekedonyayê û Yûnanistanê

1 Gava qalme-qalm seqirʼî, Pawlos gazî şagirta kir, dil da wan û xatirê xwe ji wan xwest, rʼabû çû Mekedonyayê.

2 Li wan alîya gerʼîya, bi gelek gotina dil dane wan. Paşê çû Yûnanistanê,

3 weke sê meha li wir derbaz kir. Gava kʼarê xwe dikir ku biçûya Sûryayê, cihûya bona wî şêwireke mixenetîyê kir, ew jî fikirî Mekedonyayêva vegerʼe.

4 Tʼevî wî ji Beroyayê Sopatroyê kurʼê Pîro, ji Tʼêsalonîkê Erîstarxo û Sêkûndo, Gayosê ji Dêrbê û Tîmotʼêyo, ji qeza Asyayê Tixîko û Trofîmo çûn.

5 Evana pêşîya me çûne Troyayê, li wir hîvîya me bûn.

6 Em jî pey rʼojêd Cejina Nanê Şkevarʼa bi gemîyê ji Fîlîpyayê çûn, pênc rʼojada gihîştine Troyayê, cem wan. Em wir hʼeft rʼoja man.


Saxbûna Eytûxo Troyayêda

7 Rʼoja hʼeftîyêye pêşin em bona nankerkirinê civîyayî bûn, Pawlos ku wê rʼoja din biçûya, wanarʼa xeber dida û hʼeta nîvê şevê xeberdana xwe dirêj kir.

8 Ew oda em têda civîyayî bûn, gelek çʼira têda hebûn.

9 Xortek jî navê wî Eytûxo, ser pʼencerê rʼûniştî dihênijî û kʼete xewa kʼûr. Û gava Pawlos xeberdana xwe dirêj dikir, ew xewa kʼûrda ji qatê sisîya jorda kʼet û mirîtî ew hildan.

10 Pawlos peyayî jêrê bû, xwe avîte ser wî, da hʼemêza xwe û got: «Xwe unda nekin, çimkî rʼuhʼê wî wîda ye».

11 Paşê hilkʼişîya hat, nan kerkir xwar û hʼeta sibehê dirêj xeber da û rʼabû çû.

12 Xort jî sax-silamet anîne mal, bêhʼesab dil hate ber wan.


Ji Troyayê berbi Mîletosê

13 Em çûn kʼetine gemîyê rʼêkʼetin û berbi Asosê çûn, ku ji wê derê me gerekê Pawlos hilda, çimkî ewî merʼa gotibû: «Ezê peya bêm».

14 Gava li Asosê rʼastî me hat, me ew hilda çûne Mitûlanê.

15 Ji wir jî em çûn, rʼoja dinê gihîştine pêşberî Xîyayê, rʼojtira din gihîştine Samosê, sibehtira din jî gihîştine Mîletosê.

16 Pawlos nêta xwe danîbû bi gemîyê ber Efesêrʼa derbaz bûya, ku nebe wextê xwe qeza Asyayêda unda ke, çimkî dilezand ku heger jêrʼa li hev bê, Rʼoja Pêncîye hʼesab ew li Orşelîmê be.


Pawlos xatirê xwe ji berpirsîyarêd civîna Efesê dixwaze

17 Ji Mîletosê merî şande Efesê û gazî berpirsîyarêd civînê kirin.

18 Gava ew hatine cem wî, wanrʼa got: «Hûn xwexa zanin wê rʼoja pêşinda gava min nigê xwe avîte qeza Asyayê, hʼeta niha werʼa çawa bûme.

19 Min Xudanrʼa tʼam şkestî bi gelek hêsira, nava wan cêrʼibandinada qulix kirîye, kʼîjan ku ji şêwirêd cihûya dihatine serê min,

20 Hûn zanin ku min tʼu car xwe ji tiştêd kêrhatîye bona we nedaye paş, lê hʼemû werʼa gotine û aşkere mal bi mal hûn hîn kirine.

21 Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.

22 Û va ez bin destê Rʼuhʼê Pîrozda diçime Orşelîmê, wir wê çi bê serê min, ez nizanim.

23 Tʼenê Rʼuhʼê Pîroz hʼemû bajarîda tʼemîyê dide min û dibêje ku: ‹Qeyd û tengasî pêşîya te ne›.

24 Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.

25 Niha ez zanim îdî hûn hʼemûyêd ku ez nav weda gerʼîyame û Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kirîye rʼûyê min nabînin.

26 Bona vê yekê ez rʼoja îroyîn li ber we şeʼdetîyê didim, ku cabdarê xûna we tʼu kesî nînim,

27 çimkî min xwe neda paş, tʼemamîya qirara Xwedê werʼa got.

28 Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.

29 Ez zanim pey çûyîna minrʼa gurêd devxûn wê bikʼevine nava we û hʼeyfa wan wê kêrî neyê.

30 Ji nava weda jî merivê derên û tiştêd xêlif wê xeber din, ku şagirta pey xwe bibin.

31 Bona vê yekê hʼişyar bimînin û bîr nekin, ku min hûn her kes, sê sala şev û rʼoj bê rʼihʼetî bi hêsira şîret kirine.

32 Niha ez we dispêrime Xwedê û Xebera kʼerema Wî, ku dikare we rʼuhʼanîyêda ava ke û pʼara we tʼevî tʼemamîya cimeʼta Xwe ke.

33 Min havijîya xwe zêrʼ, zîv û kʼincê tʼu kesî neanîye.

34 Hûn xwexa zanin ez û yêd tʼevî min em hʼewcê çi jî bûne, ev destêd min xebitîne.

35 Min pê hʼemû şixulêd xwe nîşanî we kirîye, ku çawa gerekê bixebitin kʼomekê bidine kʼetîya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku got: ‹Xwezî li dayîya, ne ku li standîya›».

36 Gava ev yek got, tʼevî hʼemûya çok da dua kir.

37 Hʼemû jî gelekî girîyan, xwe avîtine stûyê Pawlos û rʼamûsan.

38 Dilêd wan hê zêde bona wê xebera wî dişewitî ku got: «Hûn îdî rʼûyê min nabînin». Paşê ew hʼeta gemîyê verʼêkirin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan