شُله رسولا 2 - Peymana Nû (Încîl)Hatina Rʼuhʼê Pîroz Rʼoja Pêncîye hʼesabda 1 Gava Rʼoja Pêncîye hʼesab hat, hʼemû jî hevrʼa cîkî bûn. 2 Nişkêva ji eʼzmên mîna dengê bayê qayîm dengek hat û tʼemamîya wê mala ku têda rʼûniştibûn tʼijî kir. 3 Hingê zimanêd mîna alava êgir wanva xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. 4 Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê. 5 Wî çaxî Orşelîmêda cihûyêd xwedêxof diman, ew ji nav hʼemû miletêd bin pʼerʼê eʼzmênda hatibûn. 6 Gava ew deng hat, cimeʼteke giran civîya û tʼevîhev bû, çimkî dibihîstin ku ewana bi zimanêd wan her yekî xeber didan 7 û hʼeyr-hʼujmekʼar, zendegirtî mayî digotin: «Ev hʼemûyêd ku xeber didin ne ji Celîlê ne? 8 Lê çawa ji me her yek wî zimanî dibihê, yê ku em navda dinê kʼetine? 9 Partoyî, medî, eʼlamî, binelîyêd Mesopotamyayê, Cihûstanê, Kepedokyayê, Pontosê, Asyayê, 10 Firîgyayê, Pamfîlyayê, Misirê û yêd li alîyê Lîbyaya nêzîkî Kûrênê û usa jî yêd xerîbe ji Rʼomê hatî, 11 cihû û necihûyêd ku hatine ser bawerîya cihûya, usa jî kirêtî û eʼreb. Em dibihên ku evana bi zimanê me kirêd Xwedêye mezin dibêjin». 12 Hʼemûya hʼeyr-hʼujmekʼar şaşmayî hevdurʼa digotin: «Ev çi hʼewal e?» 13 Lê hineka jî qerfê xwe dikirin û digotin: «Pê şerava nû serxweş bûne». Dannasînîya Petrûse pey hatina Rʼuhʼê Pîrozrʼa 14 Hingê Petrûs tʼevî her yanzdeha rʼabû dengê xwe hilda û cimeʼtêrʼa got: «Gelî cihûya û hʼemûyêd ku Orşelîmêda dimînin! Bira ev yeka weva eʼyan be û guh bidine xeberêd min. 15 Evana ne serxweş in, çawa ku hûn difikirin, hê sibeh zû sihʼet nehe ye. 16 Lê eva ew yek e, çi ku Yoêl pʼêxember gotîye: 17 ‹Rʼojêd axirîyêda Xwedê dibêje wê aha be: Ezê ji Rʼuhʼê Xwe ser hʼemû merivada bibarînim, kurʼ û qîzêd weyê pʼêxembertîyê bikin, cahilêd weyê dîtinoka bibînin û kal-pîrêd weyê jî xewna. 18 Belê, Ezê wan rʼojada Rʼuhʼê Xwe ser xulam û carîyêd Xweda jî bibarînim û wê pʼêxembertîyê bikin. 19 Jor li eʼzmên tiştêd eʼcêbmayî bidime kʼifşê û jêr ser eʼrdê jî nîşana, xûn û agir, dû û dûxan. 20 Rʼoyê biqare û hîvê jî sor be mîna xûnê, hê berî hatina Rʼoja Xudane mezin û nave nîşan. 21 Û wê usa be, her kesê ku gazî navê Xudan ke wê xilaz be›. 22 Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin. 23 Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew kʼete destê we, we jî bi destê nerʼasta darmixê xist kuşt. 24 Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira. 25 Dawid bona Wî dibêje: ‹Min tʼimê Xudan pêşîya xwe didît, çimkî Ew li alîyê minî rʼastê ye, ku ez nelikʼumim. 26 Bona wê yekê dilê min şa bû, zimanê min jî ji eşqa nesekinî, bedena mine mirî jî wê bi guman bijî, 27 çimkî Tu min dîyarê mirîyada nahêlî, ne jî Tê bihêlî ku Pîrozê Te birʼize. 28 Te rʼîyêd eʼmir minva eʼyan kirin û Tê şabûna dîndara Xweva min tʼijî kî›. 29 Gelî bira! Hʼewce ye ku ez aşkere bona Dawidê baveʼşîr werʼa bêjim, ku ew mir defin kirin, tʼirba wî hʼeta rʼoja îro jî nava meda ye. 30 Lê ew ku pʼêxember bû, wî zanibû ku Xwedê bi sond wîrʼa soz daye, wê ji bedena wî Yekî dayne ser tʼextê wî. 31 Ewî ev yek hê pêşda dît û bona rʼabûna Mesîh got, ku Ewê dîyarê mirîyada nemîne, ne jî bedena Wîyê birʼize. 32 Eva ew Îsa bû, yê ku Xwedê Ew ji mirinê rʼakir, ku em hʼemû jî şeʼde ne. 33 Xwedê Ew hilkʼişand da kʼêleka Xweye rʼastê, Ewî jî Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên. 34 Rʼast e Dawid neçûbû eʼzmana, lê wî xwexa ev yek got: ‹Xudan gote Xudanê min, kʼêleka Mine rʼastê rʼûnê, 35 hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›. 36 Niha bira tʼemamîya mala Îsraêl rʼind zanibe ew Îsayê ku we xaç kir, Xwedê Ew hin kire Xudan, hin jî Mesîh». 37 Cimeʼtê ev yek ku bihîst, mîna tîrekê dilê wan kʼet, Petrûs û şandîyêd mayînrʼa gotin: «Em çi bikin, gelî bira?» 38 Petrûs wanrʼa got: «Tʼobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê Rʼuhʼê Pîroz pʼêşkʼêş bistînin. 39 Ev soz bona we û zarʼêd we ye, usa jî bona hʼemûyêd dûr e ku Xudan Xwedê meyê gazî wan ke». 40 Petrûs bi gelek xeberêd mayîn bi meʼrîfetî tʼemî da û hîvî ji wan kir û got: «Xwe ji vî nisilê neheq xilaz kin». 41 Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn. 42 Wan tʼimê xwe li hînkirina şandîya digirt, li hev dicivîyan, nan kerdikirin û dua dikirin. Eʼmirê bawermenda 43 Xof û tirs dikʼete ser her kesî û bi destê şandîya gelek kʼeremet û nîşan dibûn. 44 Hʼemû bawermend hevrʼa bûn û her tiştêd wan yek bû. 45 Hebûk û milkʼê xwe jî difirotin û belayî hʼemûyêd hʼewce dikirin. 46 Her rʼoj bi tʼifaq diçûne pʼaristgehê, malada nan kerdikirin û eşq-şa bi dilê sax xwarin dixwarin, 47 şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia