Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

شُله رسولا 19 - Peymana Nû (Încîl)


Pawlos Efesêda

1 Gava Apolo hê Korintʼêda bû, Pawlos cîyê jorinrʼa derbaz bû berjêrî Efesê bû û li wir çend şagirt dîtin

2 û ji wan pirsî: «Gava we bawer kir, we Rʼuhʼê Pîroz stand?» Wana got: «Me qet nebihîstîye jî ku Rʼuhʼê Pîroz heye».

3 Ewî wanrʼa got: «Lê hûn bi çi hatine nixumandinê?» Wana got: «Bi nixumandina Yûhʼenna».

4 Pawlos got: «Yûhʼenna bona gunevegerʼandinê nixumand û cimeʼtêrʼa got: ‹Yê ku pey minrʼa tê bawerîya xwe Wî bînin›, awa gotî Îsa».

5 Gava ev yek bihîstin, bi navê Xudan Îsa hatine nixumandinê.

6 Û gava Pawlos destêd xwe danîne ser wan, Rʼuhʼê Pîroz hate ser wan, bi zimana xeber dan û pʼêxembertî kirin.

7 Evana weke donzdeh merîya bûn.

8 Pawlos kʼete kʼinîştê, sê meha mêrkʼîmî xeber dida, bona Pʼadşatîya Xwedê wanrʼa dikʼete xeberdanê û ew didane bawerkirinê.

9 Lê gava hineke serhʼişk miqabil derkʼetin û li ber cimeʼtê Rʼîya Xudan bêhurmet dikirin, Pawlos ji wan qetîya, şagirt başqe kirin û her rʼoj dersxana Tîranoda wanrʼa dikʼete xeberdanê.

10 Evê yekê du sala kʼişand, hʼeta ku hʼemû cihû û yûnanêd ku qeza Asyayêda diman, Xebera Xudan bihîstin.


Her hʼeft kurʼêd Skêwa

11 Xwedê bi destê Pawlos gelek kʼeremetêd zor dikirin,

12 hʼeta ku ew destmal û şalikêd ku Pawlos lê dikʼetin nexweşarʼa dibirin, ew qenc dibûn û rʼuhʼêd xirab derdikʼetin.

13 Çend cihûyêd gerʼok hebûn ku xwe dabûne cinderxistinê, wan dikir ku ser yêd ku rʼuhʼêd xirab nava wanda hebûn, pê navê Xudan Îsa berî wan din û digotin: «Em pê wî Îsayê ku Pawlos dannasîn dike berî we didin».

14 Eva yeka her hʼeft kurʼêd Skêwayê serekkʼahînekî cihûya dikirin.

15 Carekê rʼuhʼê xirab li wan vegerʼand û got: «Ez Îsa nas dikim, bona Pawlos jî zanim, lê hûn kʼî ne?»

16 Hingê ew merivê ku rʼuhʼê xirab têda bû, banzda ser wan, qewata wî wan hʼemûyada çû ew usa kʼutan, wekî ew ji wê malê teʼzî û birîndar rʼevîn.

17 Bona vê yekê hʼemû cihû û yûnanêd ku Efesêda diman pê hʼesîyan. Tirs kʼete ser wan hʼemûya û navê Xudan Îsa bilind dibû.

18 Gelek bawermend jî dihatin gunêd xwe didane rʼûyê xwe û kirêd xwe digotin.

19 Yêd sêrbazîyêva jî ku mijûl dibûn, geleka kʼitêbêd xwe tʼop dikirine cîkî û li ber hʼemûya dişewitandin. Qîmetê wan hʼesab kirin, pêncî hʼezar zîv derkʼet.

20 Bi vî awayî Xebera Xudan bi zorayî hê pêşda diçû û qewat dibû.


Şerʼ-deʼwa Efesêda

21 Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim».

22 Ewî du kʼomekdarêd xwe Tîmotʼêyo û Êrasto şandine Mekedonyayê û ew hinekî jî li qeza Asyayê ma.

23 Wan çaxada bona Rʼîya Xudan gelekî şerʼ-deʼw pêşda hat.

24 Yekî zîvker hebû navê wî Dîmîtrîyo. Evî pʼaristgehêd xwedêya navê wê Artemîs cûrʼê ya eʼdetîda bi zîv biçʼûk çêdikirin û gelek kʼar hostarʼa danî.

25 Ewî gazî wan hʼemû hosta, usa jî yêd mîna xweyîyê vî pʼêşeyî kirin û got: «Gelî hevala! Hûn zanin ku kʼara me vî şixulîda ye.

26 Hûn jî dibihên û dibînin ku evî Pawlosî ne ku tʼenê Efesêda, lê bawerîya we hebe tʼemamîya qeza Asyayêda jî serê gelek cimeʼta tʼijî kirîye ji rʼê derxistîye û dibêje: ‹Ew xwedêyêd ku bi desta çêkirî ne, ew ne xwedê ne›.

27 Zîyana wê ne tʼenê ew e ku pʼêşê me tê bêhurmetkirinê, lê pʼaristgeha Artemîs xwedêya mezin wê ber tiştekî neyê hʼesabê û wê qedirê mezinayîya wê bikʼeve, ya ku hʼemû qeza Asya û dinya dihʼebîne».

28 Gava ev yek bihîstin, bi kʼîn-box tʼijî bûn, dikirine qîrʼîn û digotin: «Artemîsa efesîya mezin e!»

29 Tʼemamîya bajêr qilqilî, rʼahişte Gayos û Erîstarxoyê mekedonî, ku heval-rʼêyêd Pawlos bûn, hevrʼa rʼevîne dîtindarê.

30 Pawlos jî xwest ku bikʼeve nava wê eʼlaletê, lê şagirta nehişt.

31 Ji hinek serwêrêd qeza Asyayê jî ku dostêd wî bûn, merî şandine cem wî û hîvî jê kirin, ku neçe dîtindarê.

32 Hema wî wextîda hineka cûrʼekî, hineka jî cûrʼekî din dikirine qîrʼîn, çimkî kʼombûna wan tʼevîhevbûyî bû, geleka jî nizanibû ew bona çi jî civîyane.

33 Hineka ji eʼlaletê Skender pêşda birin, çimkî cihûya ew pêşda deʼf dan. Skender destê xwe bilind kir, xwest caba xwe bide.

34 Lê gava pê hʼesîyan ku ew cihû ye, hʼemûya bi dengekî weke du sihʼeta kirine qîrʼîn: «Artemîsa efesîya mezin e!»

35 Paşê kʼatibê bajêr eʼlalet seqirʼand û got: «Gelî efesîya! Kʼî nizane ku bajarê Efesê xweyîtîyê pʼaristgeha Artemîsa mezin dike, ya ku kevirê wêyî pîroz ji eʼzmên hatîye xwarê?

36 Çawa vê yekêda ku tiştekî xêlif tʼune, lema jî gerekê hûn xwe rʼihʼet xwey kin û tiştekî bi berzeqîyê nekin.

37 We ev merivana anîne vira, evana ne tʼalankirêd pʼaristgehê ne û ne jî xwedêya me bêhurmet kirine.

38 Awa heger şikîyatê Dîmîtrîyo û hostayêd tʼevî wî ser yekî heye, bira herʼine dîwanxanê, hʼakim hene. Li wir ew dikarin şikîyatê xwe hevdu bikin.

39 Lê heger xwestina we bona tiştekî din e, bira civateke eʼdetîda bê lênihêrʼandinê.

40 Çimkî zîyana me jî vê yekêda heye û bona şerʼê îroyîn emê bêne neheqkirinê û meʼnîk tʼune, ku em pê bikaribin bona vê kʼombûnê caba xwe bidin».

41 Gava ev yek got, civat bela kir.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan