Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

شُله رسولا 18 - Peymana Nû (Încîl)


Pawlos bajarê Korintʼêda

1 Ji wir şûnda Pawlos ji Atʼînê rʼêkʼet hate Korintʼê.

2 Li wir yekî cihû navê wî Akîla dît, bûyîna xweda ji Pontosê. Eva tʼevî kʼulfeta xwe Priskîlayê nû ji Îtalyayê hatibû, çimkî Qeyser Klawdyo eʼmir kiribû, ku hʼemû cihû ji Rʼomê derkʼevin. Pawlos çû cem wan,

3 cem wan ma û tʼevî wan xebitî, çimkî pʼêşê wan yek bû, kon çêdikirin.

4 Ew hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada cihû û yûnanarʼa dikʼete xeberdanê, ew didane bawerkirinê.

5 Gava Sîlas û Tîmotʼêyo ji Mekedonyayê hatin, Pawlos bi xîret tʼemamîya wextê xwe da hînkirina Xeberê û cihûyarʼa şeʼdetî dida ku Mesîh, Îsa ye.

6 Gava ew miqabilî wî rʼabûn û ew bêhurmet kirin, ewî kʼincê xwe dawşand û gote wan: «Xûna we serê we be, ez bêsûc im. Ji vir şûnda ezê herʼime cem necihûya».

7 Ew hingê ji wir çû kʼete mala yekî navê wî Tîto Yûsto. Ew merivekî necihû bû, lê xwedêbawer bû, mala wî kʼêleka kʼinîştê bû.

8 Kirîspoyê serwêrê kʼinîştê jî neferêd xweva bawerîya xwe Xudan anî û ji korintʼîya geleka ku bihîstin, bawer kirin û pê avê hatine nixumandinê.

9 Şevekê Xudan dîtinokêda hate ber çʼeʼvê Pawlos û gotê: «Netirse, xeber de û xwe kerʼ neke.

10 Çimkî Ez tʼevî te me û kesekê ber te rʼanebe zîyanê nede te, çimkî gelek cimeʼta Min vî bajarîda heye».

11 Ew li wê derê salekê û şeş meha ma, ew hînî xebera Xwedê dikirin.

12 Hêna welîyê Galîyoyê Axayayêda cihû bûne yek, hʼicûmî ser Pawlos kirin û birine ber dîwanê

13 gotin: «Eva cimeʼtê hîn dike, ku ne li gora qanûnê Xwedê bihʼebînin».

14 Gava Pawlos wê destpêkira xeber da, Galîyo cihûyarʼa got: «Heger gilî bona neheqîyê û xirabîyê bûya, cihûno, dibû ku min guhdarîya we bikira,

15 lê heger pirs ser xebera, nava û qanûna we ye, hûn xwexa binihêrʼin. Ez naxwazim bibime hʼakimê van tişta».

16 Û ew ji dîwanxanê derxistin.

17 Hingê hʼemûya Sostênîsê serwêrê kʼinîştê girtin, li ber dîwanxanê kʼutan, lê qet xema Galîyo jî nîbû.


Pawlos vedigerʼe Entakyayê

18 Pawlos gelek rʼoja dîsa li wir ma, paşê xatirê xwe ji bawermenda xwest, bi gemîyê çû alîyê Sûryayê. Priskîla û Akîla jî tʼevî wî bûn. Ewî Kenxêryayêda pʼorʼê xwe kurʼ kiribû, çimkî ad-qirarkirî bû.

19 Ew gihîştine Efesê, Priskîla û Akîla li wir hiştin, xwexa kʼete kʼinîştê cihûyarʼa kʼete xeberdanê.

20 Wana hîvî ji wî kir, ku hinekî dirêj li wir bimîne, ew qayl nebû.

21 Lê gava xatirê xwe ji wan xwest, got: «Ezê dîsa ser weda bêm, heger Xwedê hʼiz bike». Bi gemîyê ji Efesê çû.

22 Gava gihîşte Qeyserîyê, hevraz çû Orşelîmê silav da civînê, paşê berjêr çû Entakyayê.

23 Gava hinek wext li wir ma, rʼabû berêva kʼete welatê Galatya û Firîgya, hʼemû şagirt bawerîyêda dişidandin.


Apolo bajarê Efesêda Mizgînîyê dide

24 Cihûkî navê wî Apolo, bûyîna xweda ji Skenderyayê, hate Efesê. Eva gotinbêjekî serxwe û nivîsarêd pîrozda zanekî zor bû.

25 Ew Rʼîya Xudanda hînbûyî bû, agirê xîretê sêrî kʼetibû bona Îsa rʼast xeber dida û hîn dikir, lê tʼenê nixumandina Yûhʼenna zanibû.

26 Evî destpêkir kʼinîştêda mêrkʼîmî xeber da. Lê gava Priskîlayê û Akîla xeberdana wî bihîstin, ew birine cem xwe, hê rʼast Rʼîya Xwedê wîrʼa şirovekirin.

27 Apolo ku xwest herʼe Axayayê, bira dil dane ber û şagirtarʼa jî neʼmek nivîsîn ku wî qebûl kin. Gava gihîşte wir, ew gelekî kêrî wan hat, yêd ku bi kʼerema Xwedê bibûne bawermend.

28 Çimkî bi cimeʼtî xeberdanêda ya wî li ser ya cihûya dikʼet, bi nivîsarêd pîroz dida îzbatkirinê, ku Mesîh, Îsa ye.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan