Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

شُله رسولا 13 - Peymana Nû (Încîl)


Rʼuhʼê Pîroz Pawlos û Barnabas dişîne

1 Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.

2 Evana ku nava hʼebandina Xudanda bûn û rʼojî digirtin, Rʼuhʼê Pîroz wanrʼa got: «Barnabas û Şawûl Minrʼa bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin».

3 Wî çaxî rʼojî girtin, dua kirin, destêd xwe danîne ser wan û ew şandin.


Şandî girava Qubrisêda Mizgînîyê didin

4 Awa evana ku ji Rʼuhʼê Pîroz hatine şandinê, berjêrî Sêlûkyayê bûn û ji wir bi gemîyê derbazî Qubrisê bûn.

5 Gava gihîştine Selamîsê, kʼinîştêd cihûyada xebera Xwedê dannasîn dikirin û Yûhʼenna jî kʼomekdarê wan bû.

6 Ew tʼemamîya wê giravê gerʼîyan, gihîştine hʼeta Pafosê. Li wir pʼêxemberekî cihûyayî derew û sêrbaz dîtin ku navê wî Baryêşû bû.

7 Eva yekî ji berdestîyêd Sergîyo Pawlosê welî bû. Sergîyo Pawlos jî merivekî aqil bû, evî gazî Barnabas û Şawûl kir, ku xebera Xwedê bibihê.

8 Lê Baryêşûyê sêrbaz, awa gotî bi yûnanî Êlûmas, miqabilî wan rʼabû û dikir ku welî ji bawerîyê bixalifîne.

9 Hingê Şawûlê ku jêrʼa Pawlos jî dibêjin, bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî li wî sêrbazî nihêrʼî

10 û gotê: «Hey mixeneto û hʼemû fêlbazîyava tʼijîyo! Cewrikê mîrêcin! Dijminê tʼemamîya rʼastîyê! Tê hʼeta kʼengê tʼerka xalifandina rʼîyêd Xudane rʼast nekî?

11 Va destê Xudan niha wê ser te giran be, tê kor bî û demekê teʼvê nebînî». Û destxweda mij û dûman hate ser wî, virda-wêda dikʼet rʼêber dixwestin.

12 Wî çaxî welî ku ev yek dît, bawer kir, ser wê hînkirina bona Xudan eʼcêbmayî ma.


Pawlos û Barnabas li bajarê Entakya qeza Pisîdyayê

13 Hingê Pawlos hevalêd xweva bi gemîyê ji Pafosê rʼêkʼetin hatine Pergêya Pamfîlyayê. Yûhʼenna li wir ji wan qetîya, vegerʼîya Orşelîmê.

14 Ewana jî ji Pergê çûne Entakya Pisîdyayê, rʼoja şemîyê kʼetine kʼinîştê rʼûniştin.

15 Pey xwendina Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberarʼa serwêrêd kʼinîştê yek şandine cem wan û gotin: «Gelî bira, heger gotineke we heye ku dil bidine cimeʼtê, kʼerem kin bêjin».

16 Pawlos rʼabû, destê xwe hʼejand û got: «Gelî cimeʼta Îsraêlê û necihûyêd ku ji Xwedê ditirsin guhdar bin!

17 Xwedêyê vî miletê Îsraêlê kal-bavêd me bijartin û milet li welatê Misirê xerîbîyêda zêde kir. Bi destê zor ew ji wir derxistin,

18 çil salî berʼîyêda li wan sebir kir.

19 Welatê Kenanêda kʼoka hʼeft mileta anî, eʼrdê wan çawa cî-war da cimeʼta Xwe.

20 Hʼeta hingê çarsid pêncî sal derbaz bû. Ji wir şûnda hʼakim dane wan hʼeta hêna Samûêl pʼêxember.

21 Paşê pʼadşa xwestin, Xwedê çil salî yekî ji eʼşîra Binyamîn, Şawûlê kurʼê Kîs da wan.

22 Gava ew avît, Dawid ser wan kire pʼadşa, ku bona wî şeʼdetî da û got: ‹Min Dawidê Yêşa merîk dilê Xwerʼa dît, wê xwestina Min gişkî bîne sêrî›.

23 Ji zurʼeta wî Xwedê anegorî sozê Xwe Îsraêlrʼa Xilazkirek rʼakir, hema xût Îsa.

24 Berî hatina Wî, pêşîyê Yûhʼenna tʼemamîya miletê Îsraêlêrʼa dannasîn kir, ku ji gunekirinê vegerʼin û bêne nixumandinê.

25 Gava Yûhʼenna şixulê xwe ser hevda anî, got: ‹Hûn bona min çawa difikirin, ez kʼî me? Ez ne Ew im, bona kʼîjanî hûn difikirin. Lê va ye Ew pey min tê, ku ez ne hêja me benê çarixêd nigêd Wî vekim›.

26 Gelî bira, zarʼêd xûn-qinêta Birahîm û necihûyêd nava wedaye ku ji Xwedê ditirsin, merʼa ev xebera ku pê xilaz dibin hate şandinê.

27 Binelîyêd Orşelîmê û serwêrêd wan Îsa çawa Xilazkir nas nekirin, lê gava dîwana Wî kirin, gotinêd pʼêxemberaye ku her şemî dixûnin anîne sêrî.

28 Neheqîya bona kuştinê jî ser Wî nedîtin, lê dîsa hîvî ji Pîlato kirin ku Wî bide kuştinê.

29 Gava her tiştêd ku bona Wî nivîsar bûn anîne sêrî, ji dar anîne xwarê kirine tʼirbê.

30 Lê Xwedê Ew ji mirinê rʼakir

31 û gelek rʼoja Xwe wanva da xuyakirinê, kʼîjan ji Celîlê tʼevî Wî hatibûne Orşelîmê. Niha jî ew li ber cimeʼtê şeʼdêd Wî ne.

32 Û em vê Mizgînîyê didine we: Çi ku Xwedê kal-bavêd merʼa soz dabû,

33 Ewî bona me kir, awa gotî zarʼêd wanrʼa, gava Îsa ji mirinê rʼakir. Çawa Zebûra dudada jî nivîsar e: ‹Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî›.

34 Bona vê yekê ku Ew ji mirinê rʼakir û îdî Ew tʼu car narʼize, Xwedê aha gotîye: ‹Ezê wan dua-dirozgêd pîroze amin û Dawidrʼa sozdayî ser weda bibarînim›.

35 Zebûreke dinda jî dibêje: ‹Tu nahêlî Pîrozê Te birʼize›.

36 Belê Dawid zemanê xweda qirara Xwedêrʼa xulamtî kir mir û gihîşte pêşîyêd xwe, bedena wî rʼizî.

37 Lê Ewê ku Xwedê ji mirinê rʼakir nerʼizî.

38 Niha bira ev yek weva eʼyan be, gelî bira, ku bi saya Îsa werʼa bona baxşandina guna tê dannasînkirinê. Û ji wan her tiştêd ku hûn bi Qanûna Mûsa nikaribûn bêsûc bûna,

39 niha kʼî ku bawerîya xwe Îsa bîne wê bêsûc be.

40 Haş ji xwe hebin, nebe ev tiştê ku pʼêxembera gotîye bê serê we:

41 ‹Binihêrʼin kʼubar-babaxno, eʼcêbmayî bin û betavebin, çimkî Ezê rʼojêd weda kirekî bikim, kirekî usa, ku yek werʼa bêje jî hûnê bawer nekin›».

42 Gava Barnabas û Pawlos ji wir derkʼetin, hîvî ji wan kirin, ku şemîya din jî bona wê yekê wanrʼa xeber din.

43 Gava civîna kʼinîştê bela bû, gelek cihû û ji necihûyêd ku hatibûne ser bawerîya cihûya pey Pawlos û Barnabas diçûn. Wanarʼa xeber didan û dil didane wan, wekî tʼimê nava kʼerema Xwedêda bimînin.

44 Rʼoja şemîya din nêzîkî tʼemamîya bajêr civîya, ku xebera Xudan bibihê.

45 Gava cihûya ew eʼlalet dît, ji hʼevsûdîyê miqabilî gotinêd Pawlos sekinîn û ew bêhurmet kirin.

46 Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya.

47 Çimkî Xudan aha eʼmirî me kir: ‹Min Tu kirî rʼonaya necihûya, wekî hʼeta serê dinyayê bibî mecala xilazbûnê›».

48 Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin.

49 Xebera Xudan tʼemamîya welêtda bela bû.

50 Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin.

51 Wana jî tʼoza nigêd xwe ser wanda dawşand, çûne Qonyayê

52 û şagirt bi şabûnê û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bûn.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan