شُله رسولا 10 - Peymana Nû (Încîl)Korʼnêlyoyê necihû gazî Petrûs dike û dîtinoka Petrûs 1 Qeyserîyêda merivekî navê wî Korʼnêlyo hebû, rʼefa «Ordîya Îtalyayêda» sersed bû. 2 Ew mala xweva yekî xweyîman û xwedêxof bû, cimeʼta cihûyarʼa jî gelek xêr dikirin û her gav ber Xwedê dua dikir. 3 Ewî nîvro nêzîkî sihʼeta sisîya dîtinokêda ber çʼeʼvê xwe aşkere milyakʼetekî Xwedê dît ku hate cem wî û wîrʼa got: «Korʼnêlyo!» 4 Ewî ku li wî nihêrʼî, saw kʼete ser û got: «Çi ye Xudan?» Milyakʼet gotê: «Xwedê dua û xêrêd te qebûl kirin û ew bîr nake. 5 De niha merîya bişîne Yafayê, gazî Şimhʼûn ke, yê ku jêrʼa Petrûs dibêjin. 6 Ew çawa mêvan mala Şimhʼûnê çʼermkerda ber beʼrê dimîne». 7 Gava ew milyakʼetê ku wîrʼa xeber dida çû, ewî gazî du xulamêd malê û eskerekî berdestîyî xweyîman kir 8 û her tişt wanrʼa gilî kir şandine Yafayê. 9 Rʼoja dinê ewana hê diçûn û nêzîkî bajêr dibûn, Petrûs nêzîkî sihʼeta donzdeha rʼabû ser xênî ku dua bike. 10 Ew birʼçî bû xwest ku nan bixwe. Hê gava nan hazir dikirin, mîna sihʼetekê ser wîrʼa derbaz bû. 11 Û wî dîna xwe dayê, va eʼzman vebû, tiştekî mîna destexana mezin her çar goşava dardabû, dihate xwarê ser eʼrdê. 12 Ser wê her cûrʼe hʼeywanêd çarpʼê, şûlikîyêd eʼrdê û teyredêd eʼzmên hebûn. 13 Deng hate wî: «Rʼabe Petrûs, serjêke û bixwe». 14 Lê Petrûs got: «Hʼaşa ji min Xudan, min tʼu car tiştekî hʼeram yan pʼîs nexwarîye». 15 Cara duda ew deng hate wî: «Ew tiştê ku Xwedê hʼelal kirîye tu hʼeram hʼesab neke». 16 Eva yeka sê cara qewimî û hingê ew destexan eʼzmênva hate hilatinê. 17 Petrûs hê eʼcêbmayî nav xweda difikirî: «Ev çi dîtinok bû min dît?» va ew merivêd ku Korʼnêlyo şandibûn li ber dergeh sekinîn û mala Şimhʼûn pirsîn. 18 Deng dan gotin: «Şimhʼûnê ku jêrʼa Petrûs dibêjin li vir mêvan e?» 19 Petrûs hê ser wê dîtinokê difikirî, Rʼuhʼ jêrʼa got: «Va ne sê merî li te digerʼin. 20 De îdî rʼabe herʼe xwarê û dudilî nebe tʼevî wan herʼe, çimkî Min ewana şandine». 21 Petrûs jî peya bû, çû cem wan meriva û got: «Ez im ewê ku hûn lê digerʼin. Hûn bona çi hatine?» 22 Wan got: «Korʼnêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û alîyê tʼemamîya miletê cihûyada jî xweyîyê şeʼdetîya qenc e. Ewî eʼmir ji milyakʼetekî pîroz stand, ku te gazî mala xwe ke û xeberdana te bibihê». 23 Hingê Petrûs ew tʼeglîfî malê kirin, cîyê şevê da wan. Rʼoja dinê Petrûs rʼabû tʼevî wan çû, çend bawermendêd Yafayê jî tʼevî wî çûn. 24 Rʼoja din gihîştine Qeyserîyê, Korʼnêlyo jî gazî xwexatî û dostêd xwe kiribû û hîvîya wan bû. 25 Gava Petrûs dikʼete hindurʼ, Korʼnêlyo pêşîya wîda çû û kʼete ber niga û ber ta bû. 26 Lê Petrûs ew rʼakire pʼîya û gotê: «Rʼabe bisekine, ez xwexa jî merî me». 27 Wîrʼa bi xeberdanê kʼete hindurʼ û li wir gelek civîyayî dîtin. 28 Ewî wanarʼa got: «Hûn xwexa zanin ku ne eʼdetê mêrê cihû ye, ku tʼevî necihûya rʼabe-rʼûnî, yan hevva herʼin-bên. Lê Xwedê ber min vekir, wekî ez tʼu kesî pʼîs yan hʼeram hʼesab nekim. 29 Bona wê yekê jî gava gazî min kirin, min na-na nekir rʼabûm hatim. Û ez niha dipirsim, we bona çi gazî min kirîye?» 30 Korʼnêlyo got: «Berî çar rʼoja, nêzîkî vî çaxî min duayê sihʼeta sisîya mala xweda dikir, nişkêva merivek bi kʼincê çîl-qerqaş li ber min sekinî 31 û got: ‹Korʼnêlyo! Xwedê duayêd te bihîstin û xêrêd teye kirî jî bîr anîn. 32 Niha merîya bişîne Yafayê gazî Şimhʼûn ke, yê ku jêrʼa Petrûs dibêjin, ew çawa mêvan li mala Şimhʼûnê çʼermkerda ber beʼrê dimîne›. 33 Min jî pêrʼa-pêrʼa şandine cem te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hʼemû jî li ber Xwedê sekinî ne, ku çi ji Xudan terʼa hatîye eʼmirkirinê bêjî, em jî bibihên». Dannasînîya Petrûs mala Korʼnêlyoda 34 Petrûs dest bi xeberdanê kir û got: «Ez niha feʼm dikim, wekî Xwedê rʼastî jî firqîyê nake nava mileta. 35 Lê ji nav her miletîda, yê ku ji Wî xof dike û rʼastîyê dike li Wî qebûl e. 36 Hûn îdî rʼind zanin ku Xwedê eva xebera zarʼêd Îsraêlrʼa şand, bi Îsa Mesîh Mizgînîya eʼdilayîyê da, Yê ku Xudanê hʼemûya ye. 37 Usa jî zanin ji Celîlê girtî tʼemamîya Cihûstanêda çi qewimî, pey wê nixumandinêrʼa, ya ku Yûhʼenna dannasîn kir, 38 çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû. 39 Em xwexa şeʼdêd wan hʼemû tişta ne, yêd ku Ewî tʼopraxêd Cihûstanê û Orşelîmêda kirin. Paşê Ew darva dardakirin û kuştin, 40 lê Xwedê Ew rʼoja sisîya ji mirinê rʼakir, da eʼyankirinê, 41 ne ku hʼemû cimeʼtêrʼa, lê wan şeʼdarʼa, yêd ku pêşîyê ji alîyê Xwedêda hatibûne bijartinê, awa gotî merʼa, yêd ku pey mirin-rʼabûna Wîrʼa tʼevî Wî xwarin û vexwarin. 42 Û Ewî tʼemî li me kir, wekî em cimeʼtêrʼa dannasîn kin û şeʼdetîyê bidin ku Ew e hʼakimê mirîya û zêndîya ji Xwedêda kʼifşkirî. 43 Hʼemû pʼêxember şeʼdetîya Wî didin, ku hʼemûyêd bawerîya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin». Necihû jî Rʼuhʼê Pîroz distînin 44 Petrûs hê ev tişt digotin, Rʼuhʼê Pîroz hate ser hʼemûyêd ku ev gotin dibihîstin. 45 Bawermendêd eʼsilê xweda cihû, yêd ku tʼevî Petrûs hatibûn, zendegirtî man, ku Rʼuhʼê Pîroz çawa pʼêşkʼêş ser necihûyada jî barî, 46 çimkî bihîstin ku wana bi zimana xeber didan û şikirî didane Xwedê. Hingê Petrûs got: 47 «Îdî kʼî dikare nehêle ku evana pê avê bêne nixumandinê, yêd ku mîna me Rʼuhʼê Pîroz jî standin?» 48 Wî çaxî eʼmir kir ku bi navê Îsa Mesîh bêne nixumandinê. Paşê wana hîvî ji wî kir ku çend rʼoja li wir bimîne. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia