یوحنا 1 5 - Peymana Nû (Încîl)Bi bawerîya ser Îsa Mesîh em dinyayê bindest dikin 1 Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê hʼiz dike, ew zarʼa Wî jî hʼiz dike. 2 Bi vê yekê em zanin ku em zarʼêd Xwedê hʼiz dikin, gava em Xwedê hʼiz dikin û tʼemîyêd Wî diqedînin. 3 Çimkî bi vê yekê em hʼizkirina xwe hindava Xwedêda didine kʼifşê, gava em tʼemîyêd Wî xwey dikin. Û tʼemîyêd Wî ne giran in, 4 çimkî her kesê ku ji Xwedê bûye, dinyayê bindest dike. Û bi vî awayî em dinyayê bindest dikin, awa gotî bi bawerîya xwe. 5 Û ew kʼî ye, yê dinyayê bindest dike, pêştirî ewê ku bawer dike, ku Îsa Kurʼê Xwedê ye. Şeʼdetîya bona Îsa Mesîh 6 Eva ye, yê ku bi xûn û avê hat, Îsa Mesîh, ne ku tʼenê bi avê, lê bi xûn û avê. Û Rʼuhʼ e, yê ku şeʼdetîyê dide, çimkî Rʼuhʼ rʼastî ye. 7 Çimkî ev hersêk in, ku şeʼdetîyê didin: 8 Rʼuhʼ, av û xûn. Û şeʼdetîya van hersêka yek e. 9 Heger em şeʼdetîya meriva qebûl dikin, şeʼdetîya Xwedê hê zêde ye, çimkî eva şeʼdetîya Xwedê ye, ku bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da. 10 Yê ku bawerîya xwe Kurʼê Xwedê tîne, nava wîda ev şeʼdetî heye. Yê ku bawerîya xwe Xwedê nayne, ew Xwedê derew derdixe, çimkî bawerîya xwe wê şeʼdetîyê nayne, ya ku Xwedê bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da. 11 Û ev e şeʼdetî, ku Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê da me û ev jîyîn nava Kurʼê Wîda ye. 12 Kurʼ dilê kʼêda ye, jîyîna wî heye, lê Kurʼê Xwedê dilê kʼêda tʼune, jîyîna wî tʼune. Jîyîna hʼeta-hʼetayê 13 Ez van tişta werʼa dinivîsim, yêd ku bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedê tînin, wekî hûn bizanibin jîyîna weye hʼeta-hʼetayê heye. 14 Em li ber Xwedê rʼûsipî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina Wî jê bixwazin, Ew dengê me dibihê. 15 Û heger em zanin ku ew her tiştêd ku em jê dixwazin dibihê, usa jî em zanin çi ku em jê dixwazin, emê bistînin. 16 Heger yek bibîne ku birê wî gunek kirîye, lê nabe berbi mirinê, bira bona wî dua bike û Xwedê wê jîyînê bide wî. Ez vê yekê hindava wanda dibêjim, kʼîjanêd ku gunê berbi mirinê nakin. Gune heye ku dibe berbi mirinê. Ez nabêjim, ku bona vê yekê dua bikin. 17 Hʼemû neheqî gune ye, lê gune heye ku nabe berbi mirinê. 18 Em zanin her zarʼeke Xwedê nav gunada namîne, lê Nixurîyê Xwedê wî xwey dike û yê Xirab nêzîkî wî nabe. 19 Em zanin ku em ji Xwedê ne û tʼemamîya dinyayê bin hʼukumê yê Xirabda ye. 20 Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê. 21 Zarʼokno, xwe ji pʼûtpʼaristîyê xwey kin. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia