یوحنا 1 3 - Peymana Nû (Încîl)1 Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir. 2 Delalno, niha em zarʼêd Xwedê ne û hela hê ne eʼyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eʼyan be, emê bibine mîna Wî, çimkî emê Wî usa bibînin, çawa heye. 3 Her kesê ku bona vê yekê gumana xwe danîye ser Wî, ew xwe usa paqij dike, çawa ku Mesîh paqij e. 4 Her kesê ku gune dike, ew Qanûna Xwedê ditʼerʼibîne û gune xût qanûntʼerʼibandin e. 5 Û hûn zanin ku Mesîh bona wê yekê eʼyan bû, wekî guna hilde û nava Wîda gune tʼune. 6 Her kesê ku nava Wîda dimîne, ew nava gunada namîne, lê her kesê ku nava gunada dimîne, ewî ne Ew dîtîye, ne jî nas kirîye. 7 Zarʼokno, bira tʼu kes we nexapîne. Yê ku rʼastîyê dike, ew yekî rʼast e, çawa Îsa rʼast e. 8 Yê nava gunada dimîne, ew ji mîrêcin e, çimkî mîrêcin ji berê pêşda gune dike. Bona vê yekê Kurʼê Xwedê eʼyan bû, wekî kirêd mîrêcin xirab ke. 9 Her kesê ku ji Xwedê bûye, nava gunada namîne, çimkî binyatʼa Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunada bimîne, çimkî ji Xwedê bûye. 10 Zarʼêd Xwedê û zarʼêd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rʼastîyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hʼiz nake. Hevdu hʼizkirin û rʼûspîtîya li ber Xwedê 11 Ev e ew gotin, ya ku we berê pêşda bihîstîye: Gerekê em hevdu hʼiz bikin. 12 Mîna Qayîn nîbin, ku ji yê Xirab bû û birê xwe kuşt. Û bona çi ew kuşt? Çimkî kirêd wî xirab bûn, lê yêd birê wî qenc. 13 Eʼcêbmayî nemînin gelî xûşk-bira, heger hûn ber çʼeʼvê dinyayê rʼeş bin. 14 Em zanin ku em ji mirinê derbazî jîyînê bûne, çimkî em xûşk-birayêd xwe hʼiz dikin. Ewê ku hʼiz nake, ew nava mirinêda dimîne. 15 Her kesê ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew mêrkuj e û hûn zanin ku nava tʼu mêrkujîda jîyîna hʼeta-hʼetayê tʼune. 16 Em bi vê yekê hʼizkirinê hʼesîyan: Îsa jîyîna Xwe bona me da. Em jî gerekê jîyîna xwe bona xûşk-birayêd xwe bidin. 17 Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe hʼewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, hʼizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne? 18 Zarʼokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hʼiz bikin, lê bi kira û rʼastîyê. 19 Bi vê yekê emê zanibin ku em ji rʼastîyê ne û bikaribin bi dilekî rʼihʼet ber Xwedê bisekinin. 20 Lê heger dilê me dîsa me neheq ke, Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane. 21 Delalno, heger dilê me me neheq neke, em dikarin rʼûsipî ber Xwedê bisekinin. 22 Û çi ku bixwazin, emê ji Wî bistînin, çimkî em tʼemîyêd Wî diqedînin û ew tiştêd ku li Wî xweş tên, em wan dikin. 23 Û ev e tʼemîya Wî, ku em bawerîya xwe navê Kurʼê Wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu hʼiz bikin, çawa ku Ewî tʼemî li me kir. 24 Û ewê ku tʼemîyêd Wî xwey dike, nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Û em ji vê yekê zanin ku Ew nava meda dimîne, bi wî Rʼuhʼê ku Ewî daye me. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia