Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Marqos 5 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa yekî cinakʼetî qenc dike
( Metta 8:28-34 ; Lûqa 8:26-39 )

1 Ewana derbazî wî berî gola Celîlê bûn û gihîştine tʼopraxêd Girasînê.

2 Gava ku Îsa ji qeyikê derkʼet, hingê ji nav gorʼistana merivek rʼastî Wî hat, ku rʼuhʼê hʼeram pêrʼa bû.

3 Ew nav gorʼistanada dima û tʼu kesî îdî nikaribû bi zincîra jî ew girêda.

4 Çimkî gelek cara ew bi qeyd û zincîra girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şkênandibûn. Tʼu kesî nikaribû ew zeft bikira.

5 Tʼimê şev û rʼoj gorʼistanada û serê çʼîya dikire qîrʼîn, pê kevira xwe birîndar dikir.

6 Gava ewî dûrva Îsa dît, bezî, xwe avîte ber niga

7 û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û gotê: «Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Tu xatirê Xwedê kî, min nede cefê!»

8 Ewî ev yek digot, çimkî Îsa digotê: «Hey rʼuhʼê hʼeram! Ji vî merivî derkʼeve!»

9 Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Ewî jî got: «Navê min Kʼomesker e, çimkî em gelek in».

10 Û gelekî rʼeca ji Îsa dikir, ku wan ji wê tʼopraxê dernexe.

11 Wir li sîngê çʼîyê sûrîkî berazayî mezin diçʼêrîya.

12 Rʼuhʼêd hʼeram rʼeca ji Îsa kirin û gotin: «Me bişîne nava beraza, em bikʼevine nava wan».

13 Ewî jî îzin da wan, rʼuhʼêd hʼeram derkʼetin û kʼetine nava beraza. Ew sûrî nêzîkî du hʼezar beraza bû, ew jorda rʼevî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn.

14 Berazvan rʼevîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin. Û binelî hatin ku tiştêd bûyî bibînin.

15 Û hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê cinakʼetîyî ku kʼomeskereke cina pêrʼa bû, kʼincê wî lê, ser hʼişê xweda hatî rʼûniştî ye. Hingê ew tirsîyan.

16 Ewêd ku ev yek dîtibûn cimeʼtêrʼa gilî kirin, ku çi hate serê wî cinakʼetî û beraza.

17 Hingê wana rʼeca ji Îsa kir, ku Ew ji eʼrdê wan herʼe.

18 Gava Îsa kʼete qeyikê, ewî ku cinakʼetî bû, rʼeca jê kir, ku tʼevî Wî herʼe.

19 Lê Îsa nehişt û jêrʼa got: «Vegerʼe mala xwe û neferêd mala xwerʼa bêje, ku Xudan bona te çi kir û çawa li te hate rʼeʼmê».

20 Ew jî çû û destpêkir çi ku Îsa bona wî kiribû qeza Dêkapolîsêda bela kir û her kes eʼcêbmayî dima.


Qîzika mirî û kʼulfeteke nexweş
( Metta 9:18-26 ; Lûqa 8:40-56 )

21 Gava Îsa dîsa bi qeyikê derbazî wî berê din bû, eʼlaleteke giran li dora Wî civîya. Gava Ew li devê golê bû,

22 yekî ji serwêrêd kʼinîştê ku navê wî Yayîro bû hate cem Wî, gava wî Îsa dît, xwe avîte nigêd Wî,

23 gelek rʼeca jê kir û got: «Qîzika min li ber mirinê ye. Were û destêd Xwe dayne ser wê, ku qenc be û bijî».

24 Îsa rʼabû tʼevî wî çû. Eʼlaleteke giran pey Wî diçû û tengasî didane Wî.

25 Wir kʼulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn, ser xûnê vebibû.

26 Ewê gelekî destê hʼekîmada kʼişandibû û hʼemû hebûka xwe xerc kiribû, lê tʼu çʼare lê nebibû û serda hê xirab bibû.

27 Ewê derheqa Îsada bihîst, piştêva hate nava eʼlaletê û li kʼincê Wî kʼet.

28 Çimkî ewê dilê xweda digot: «Heger ez tʼenê kʼincê Wî jî kʼevim, ezê qenc bim».

29 Û pêrʼa-pêrʼa xûn jê çʼikîya û bedena xweda tʼexmîn kir, ku ji êşa xwe qenc bû.

30 Îsa destxweda pê hʼesîya ku qewatek jê çû, nav eʼlaletêda zivirʼî û pirsî: «Kʼê li kʼincêd Min kʼet?»

31 Şagirtêd Wî gotin: «Tu dibînî ku eʼlalet tengasîyê dide Te, lê Tu dibêjî: ‹Kʼê li Min kʼet?›»

32 Lê Îsa dor-berê Xwe dinihêrʼî ku bibîne, kʼê ev yek kir.

33 Hingê kʼulfet li xwe hʼesîya ku çi li wê qewimî, bi tirsê û lerizekê hat xwe avîte ber Wî û her tişt rʼast got.

34 Îsa wêrʼa got: «Eʼvdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet herʼe û ji êşa xwe qenc be».

35 Îsa hê xeber dida, ji mala serwêrê kʼinîştê meriv hatin û gotin: «Qîza te mir, îdî zeʼmetê nede Dersdar».

36 Lê Îsa guh neda gotina wan, wî serekê kʼinîştêrʼa got: «Netirse, tʼenê bawer bike!»

37 Ewî nehişt ku kes pey Wî herʼe, pêştirî Petrûs, Aqûb û Yûhʼennayê birê wî.

38 Çaxê gihîştine mala serekê kʼinîştê, Îsa dît wê hêwerza wan e, digirîn û dikine qarʼe-qarʼ.

39 Gava Ew kʼete hindurʼ, wanrʼa got: «Çima hûn dikin qalme-qalm û digirîn? Zarʼ nemirîye, lê hênijîye».

40 Wana qerfê xwe pê dikir. Lê Îsa hʼemû derxistine derva, dê û bavê qîzikê tʼevî her sê şagirtêd Xwe hildan û kʼete cîyê ku qîzik lê bû.

41 Destê qîzikê girt û gote wê: «Talîta qûm!» ku tê feʼmkirinê: «Qîzik, ez terʼa dibêjim, rʼabe!»

42 Qîzik pêrʼa-pêrʼa rʼabû û gerʼîya. Ew donzdeh salî bû. Ewêd ku dîtin hʼişê serê wan çû.

43 Îsa hʼişk tʼemî li wan kir, ku vê yekê kesîrʼa nebêjin û wanrʼa got, ku xwarinê bidine wê.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements