Marqos 2 - Peymana Nû (Încîl)Îsa şilûşeʼtekî qenc dike û gunêd wî dibaxşîne ( Metta 9:1-8 ; Lûqa 5:17-26 ) 1 Pey çend rʼojarʼa Îsa vegerʼîya Kefernahûmê. Hingê hate bihîstinê, ku Ew malda ye. 2 Malêda haqas meriv civîyan, hʼeta ku li ber dêrî jî cî-sitʼar tʼunebû. Îsa xebera mizgînîyê ew hîn dikirin. 3 Û meriv hatin, ji nav wanda çar meriva şilûşeʼtek hildabûn danîne cem Îsa. 4 Lê ji dest eʼlaletê rʼê nedîtin ku nêzîkî Îsa bûna, wana banê xanîyê ku Îsa têda bû qul kir û merivê şilûşeʼt berʼêva daxistine jêrê. 5 Gava ku Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Lawo, gunêd te hatine baxşandinê». 6 Ji qanûnzana hinek wira rʼûniştibûn û dilê xweda digotin: 7 «Evî han çima usa xeber dide? Eva nigê xwe Xwedêrʼa davêje! Pêştirî Xwedê kʼî dikare guna bibaxşîne?» 8 Destxweda rʼuhʼê Îsava eʼyan bû ku evana aha difikirin, Ewî got: «Hûn çima tiştêd aha dilê xweda difikirin? 9 Kʼîjan rʼihʼet e, şilûşeʼtrʼa bêjin: ‹Gunêd te hatine baxşandinê?› yan bêjinê: ‹Rʼabe berʼa xwe hilde û bigerʼe?› 10 Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser eʼrdê guna bibaxşîne…» 11 gote yê şilûşeʼt: «Ez terʼa dibêjim, rʼabe berʼa xwe hilde, herʼe mala xwe». 12 Ew jî pêrʼa-pêrʼa li ber çʼeʼvê her kesî rʼabû, berʼa xwe hilda, derkʼet û çû. Hʼemû jî hʼeyîrî man, şikirî dane Xwedê û gotin: «Me tiştekî usa tʼu car nedîtîye!» Îsa gazî Lêwî dike ( Metta 9:9-13 ; Lûqa 5:27-32 ) 13 Îsa dîsa çû devê golê. Tʼemamîya eʼlalet dihate cem Wî û Ewî jî ew hîn dikirin. 14 Çaxê Îsa rʼêda çû, Lêwîyê kurʼê Halfawo li cîyê xerchildanê rʼûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî rʼabû pey Îsa çû. 15 Gava Îsa mala Lêwîda ser sifrê bû, gelek xercgir û gunekʼar tʼevî Wî û şagirtêd Wî li ser sifrê rʼûniştibûn, çimkî yêd pey Wî diçûn gelek bûn. 16 Gava qanûnzanêd ji nava fêrisîya dîtin ku Îsa tʼevî xercgir û gunekʼara li ser sifrê rʼûniştî ye, ji şagirtêd Wî pirsîn: «Çima Ew tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?» 17 Çaxê Îsa bihîst, wanrʼa got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş. Ez ne hatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara». Pirsa rʼojîgirtinê ( Metta 9:14-17 ; Lûqa 5:33-39 ) 18 Carekê şagirtêd Yûhʼenna û fêrisîya rʼojî digirtin. Çend meriv hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Çima şagirtêd Yûhʼenna û yêd fêrisîya rʼojîya digirin, lê şagirtêd Te rʼojî nagirin?» 19 Îsa gote wan: «Hʼeta zeʼva tʼevî wan e, gelo dibe ku xwendîyêd deʼwatê rʼojî bigirin? Hʼeta zeʼva tʼevî wan e, ew nikarin rʼojî bigirin! 20 Lê rʼoj wê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wê rʼojê wê rʼojî bigirin. 21 Tʼu kes pê pʼarçʼê nû kʼinca kevin pʼîne nake. Heger usa bike, pʼarçʼê kʼinca kevinva dirûtî wê zorê li kʼinca kevin bike û cîyê qelişî wê hê li ber hevva herʼe. 22 Û ne jî kesek şerava nû dike meşkêd kevin. Heger usa bike, şerava nû wê meşka bitʼeqîne, hin şeravê unda be, hin jî meşk. Lê şerava nû dikine meşkêd nû». Pirsa rʼoja şemîyê ( Metta 12:1-8 ; Lûqa 6:1-5 ) 23 Îsa rʼojeke şemîyê nava zevîyarʼa derbaz dibû û şagirtêd Wî rʼêva destpêkirin simbilêd gênim çinîn. 24 Fêrisîya Îsarʼa got: «Binihêrʼe! Çima şagirtêd Te tiştê necayîzî rʼoja şemîyê dikin?» 25 Îsa li wan vegerʼand û got: «We qet nexwendîye ku Dawid ji hʼewcetîyê çi kir, gava ew û yêd pêrʼa birʼçî bûn? 26 Ew wextê Evyatarê serekkʼahînda kʼete Xana Xwedê û nanê Xwedêrʼa dayî xwar, ku ew nan pêştirî kʼahîna ne cayîz bû yekî din bixwara. Serda jî ew nan da yêd tʼevî xwe». 27 Paşê ser gotina Xweda zêde kir gote wan: «Rʼoja şemîyê bona însên hate danînê, ne ku însan bona rʼoja şemîyê! 28 Awa gotî Kurʼê Mêriv Xudanê rʼoja şemîyê ye jî». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia