Marqos 1 - Peymana Nû (Încîl)Dannasînîya Yûhʼennayê nixumdar ( Metta 3:1-12 ; Lûqa 3:1-18 ; Yûhʼenna 1:19-28 ) 1 Mizgînîya Îsa Mesîhê Kurʼê Xwedê bi vî tiherî destpêbû: 2 Çawa ku kʼitêba Îşaya Pʼêxemberda hatîye nivîsarê: «Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê bona Te rʼê hazir ke». 3 «Dengek berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan hazir bikin û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin›». 4 Awa Yûhʼenna berʼîyêda xuya bû, cimeʼt dinixumand û dannasîn dikir, ku ji gunekirinê vegerʼin û bêne nixumandinê, wekî gunêd wan bêne baxşandinê. 5 Ji hʼemû welatê Cihûstanê û tʼemamîya cimeʼta Orşelîmê dihate cem wî, gunêd xwe didane rʼûyê xwe û çʼemê Ûrdunêda bi destê wî dinixumîn. 6 Yûhʼenna kʼinceke ji pirʼçʼa devê li xwe kiribû û li pişta xwe jî qayîşeke çʼerm girêdabû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû. 7 Ewî dannasîn dikir û digot: «Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me, ku ta bim û benê çarixê Wî jî vekim. 8 Min hûn bi avê nixumandin, lê Ewê we bi Rʼuhʼê Pîroz binixumîne». Îsa tê nixumandin û cêrʼibandinê ( Metta 3:13–4:11 ; Lûqa 3:21-22 ; 4:1-13 ) 9 Û wan rʼojada Îsa ji bajarê Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûhʼenna çʼemê Ûrdunêda hate nixumandinê. 10 Hema çawa Îsa ji avê derkʼet, dît ku eʼzman vebûn û Rʼuhʼ mîna kevotkekê li ser Wî danî. 11 Û dengek ji eʼzmana hat û got: «Tu Kurʼê Minî delal î Ez ji Te rʼazî me». 12 Wê gavê Rʼuhʼ berê Îsa da berʼîyê. 13 Ew çil rʼojî li berʼîyê ma û ji mîrêcin hate cêrʼibandinê. Ew tʼevî rʼeʼwira bû û milyakʼeta jêrʼa berdestî kirin. Îsa qeza Celîlêda dest bi kʼarê Xwe dike ( Metta 4:12-17 ; Lûqa 4:14-15 ) 14 Pey girtina Yûhʼennarʼa Îsa çû qeza Celîlê û dest bi dannasînîya Mizgînîya Xwedê kir 15 û digot: «Wext pêrʼa gihîştîye, Pʼadşatîya Xwedê nêzîk bûye, ji gunekirinê vegerʼin û bawerîya xwe Mizgînîyê bînin!» Îsa gazî her çar meʼsîgira dike ( Metta 4:18-22 ; Lûqa 5:1-11 ) 16 Gava Îsa li devê gola Celîlê digerʼîya, rʼastî Şimhʼûn û Endrawisê birê wî hat. Wana tʼorʼ davîte golê, çimkî meʼsîgir bûn. 17 Îsa gote wan: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva». 18 Wana jî hema wê demê tʼorʼêd xwe hiştin û pey Wî çûn. 19 Dema ku Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rʼastî kurʼêd Zebedî, Aqûb û Yûhʼennayê birê wî hat. Wana qeyikêda tʼorʼêd xwe hîvêz dikirin. 20 Hingê Îsa gazî wan kir, wana jî bavê xwe Zebedî tʼevî pʼala qeyikêda hişt û pey Wî çûn. Îsa rʼuhʼê hʼeram derdixe ( Lûqa 4:31-37 ) 21 Ew gihîştine Kefernahûmê. Îsa wê rʼoja şemîyê rʼast kʼete kʼinîştê û dest bi hînkirinê kir. 22 Ewana li ser hînkirina Wî zendegirtî mabûn, çimkî Ewî mîna yekî xweyîhʼukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzana. 23 Hingê kʼinîşta wanda merivek hebû, ku rʼuhʼê hʼeramva girtî bû. Wî kire qîrʼîn û got: 24 «Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!» 25 Îsa lê hilat û got: «Kerʼ be û jê derkʼeve!» 26 Hingê rʼuhʼê hʼeram ew veçʼirʼikand û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û jê derkʼet. 27 Hʼemû zendegirtî man, hevrʼa kʼetine pirs-pirsîyara û digotin: «Ev çi yek e? Çi hînkirineke nû ye! Bi hʼukum Ew eʼmirî li rʼuhʼêd hʼeram dike û ew jî êlimî Wî dibin». 28 Û nav û dengê Îsa pêrʼa-pêrʼa hʼemû dor-berêd Celîlê bela bû. Îsa gelek nexweşa qenc dike ( Metta 8:14-17 ; Lûqa 4:38-41 ) 29 Gava ku Îsa ji kʼinîştê derkʼet, tʼevî Aqûb û Yûhʼenna rʼast çûne mala Şimhʼûn û Endrawis. 30 Xwesîya Şimhʼûn tʼayêda pʼaldayî bû. Hingê bona wê Îsarʼa gotin. 31 Îsa jî çû nêzîk, destê wê girt rʼakir û tʼayê jê berʼda, rʼabû berdestî wanrʼa kir. 32 Êvarê, gava rʼo çû ava, hʼemû nexweş û yêd cinakʼetî anîne cem Wî. 33 Tʼemamîya cimeʼta bajêr li ber dêrî civîya. 34 Îsa gelek merivêd bi nexweşîyêd cûrʼe-cûrʼe qenc kirin. Gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin xeber din, çimkî cina zanibû ku Ew Kʼî ye. Îsa Mizgînîya Xwedê qeza Celîlêda bela dike 35 Qereberbanga sibehê rʼabû, derkʼet çû cîkî xewle û wir dua kir. 36 Şimhʼûn û yêd tʼevî Wî li Îsa gerʼîyan 37 û gava ku wan Ew dît, gotinê: «Hʼemû li Te digerʼin». 38 Îsa wanrʼa got: «Em herʼine gund-bajarêd nêzîk, wekî Ez li wan dera jî dannasîn kim, çimkî Ez bona vê yekê hatime». 39 Û li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda dannasîn dikir û cin derdixistin. Îsa yekî ji kʼotîbûnê paqij dike ( Metta 8:1-4 ; Lûqa 5:12-16 ) 40 Û yekî kʼotî hat, li ber Îsa çok da, rʼeca jê kir û gotê: «Heger Tu bixwazî, dikarî min paqij kî». 41 Gunê Îsa pê hat, destê Xwe dirêj kir lê kʼet û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!» 42 Û pey vê gotinêrʼa destxweda kʼotîbûn jê çû û ew paqij bû. 43 Îsa pêrʼa-pêrʼa ew derxiste der, hʼişk tʼemî li wî kir 44 û wîrʼa got: «Binihêrʼe tʼu kesîrʼa tiştekî nebêjî, lê herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û çawa ku Mûsa tʼemî daye, hʼedîya xwe bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî, ku tu paqij bûyî». 45 Lê ew meriv derkʼet destpêkir aşkere got û eva yeka bela kir, usa ku Îsa îdî nikaribû aşkere biçûya bajarekî, lê ji bajêr der li cîyêd xewle dima. Û cimeʼt ji her alîyava dihatine cem Wî. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia