Lûqa 9 - Peymana Nû (Încîl)Şandina her donzdeha ( Metta 10:5-15 ; Marqos 6:7-13 ) 1 Îsa gazî her donzdeh şagirtêd Xwe kir, qewat û hʼukum da wan, ku hʼemû cina derxin û ji nexweşîya qenc kin. 2 Ew şandin, ku Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kin û nexweşa qenc kin 3 û wanarʼa got: «Bona rʼê tiştekî hilnedin, ne şivdar, ne tûrik, ne nan, ne pʼere, ne jî du dest kiras. 4 Çi mala ku hûn herʼinê, wir bimînin û ji wir rʼêkʼevin. 5 Û ew dera ku we qebûl nekin, gava ji wî bajarî dertên, tʼoza nigêd xwe dawşînin, wekî wanarʼa bibe şeʼdetî». 6 Û şagirt rʼabûn, gund-gund gerʼîyan û her dera Mizgînî dan, nexweş qenc kirin. Şaşîya Hêrodes ( Metta 14:1-12 ; Marqos 6:14-29 ) 7 Awa Hêrodesê serwêr bona hʼemû kirinêd Îsa bihîst û tʼevîhev bû, çimkî hineka digot: «Eva Yûhʼenna ye, ji nav mirîya rʼabûye» 8 û hineka jî digot: «Êlyas e kʼifş bûye» û hinekêd mayîn jî digotin: «Eva yek ji pʼêxemberêd berê ye sax bûye». 9 Hêrodes got: «Min serê Yûhʼenna da lêxistinê, lê Eva kʼî ye ku ez derheqa Wîda van tişta dibihêm?» Û wî dixwest Îsa bidîta. Îsa pênc hʼezara tʼêr dike ( Metta 14:13-21 ; Marqos 6:30-44 ; Yûhʼenna 6:1-14 ) 10 Gava şandî vegerʼîyan, çi ku wan kiribû Îsarʼa gilî kirin. Ewî tʼenê şandîyêd Xwe tʼevî Xwe hildan û çûne berbi bajarê Beytsaydayê. 11 Gava eʼlalet pê hʼesîya, pey Wî çû. Îsa ew qebûl kirin û tʼevî wan bona Pʼadşatîya Xwedê xeber dida û ewêd ku hʼewcê qencbûnê bûn qenc kirin. 12 Berê êvarê her donzdeh hatine cem Wî û jêrʼa gotin: «Eʼlaletê berʼde, ku herʼin gund û bergêd dor-bera cî-war bin û xwerʼa xurek dest xin, çimkî em li cîkî xikî-xwelî ne». 13 Lê Îsa wanrʼa got: «Hûn xurek bidine wan». Wana jî lê vegerʼand û gotin: «Pêştirî pênc nan û du meʼsîya wekî mayîn tiştekî me tʼune, heger em neçin tʼemamîya cimeʼtêrʼa xurek nekʼirʼin?» 14 Çimkî weke pênc hʼezar mêrî bûn. Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Cimeʼtê pêncî-pêncî bidine rʼûniştandinê». 15 Û usa kirin, hʼemû jî dane rʼûniştandinê. 16 Ewî ew pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, kerkir û da şagirta, ku belayî eʼlaletê kin. 17 Hʼemûya jî xwar tʼêr bûn û donzdeh sele jî hûrikêd bermayî berev kirin. Petrûs şeʼdetîyê li ser Îsa dide ( Metta 16:13-19 ; Marqos 8:27-29 ) 18 Carekê Îsa bi tʼenê tʼevî şagirtêd Xwe dua dikir, ji wan pirsî: «Bi tʼexmîna cimeʼtê Ez kʼî me?» 19 Wana lê vegerʼand û gotin: «Hinek dibêjin ‹Yûhʼennayê nixumdar e›, hinekêd din dibêjin ‹Êlyas e›, hinekêd mayîn jî dibêjin ‹yek ji pʼêxemberêd berê ye sax bûye›». 20 Ewî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi tʼexmîna we Ez kʼî me?» Petrûs lê vegerʼand û got: «Tu Mesîhê Xwedê yî». Îsa derheqa cefa û mirina Xweda dibêje ( Metta 16:20-28 ; Marqos 8:30–9:1 ) 21 Hingê Îsa hʼişk tʼemî da wan, ku wê yekê kesîrʼa nebêjin. 22 Û ewî got: «Kurʼê Mêriv gerekê gelekî cefa bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirin û kuştinê, lê rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe». Xaçê xwe hilde û li pey min were 23 Û Îsa hʼemûyarʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke û her rʼoj xaçê xwe hilde û li pey Min bê. 24 Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê xilaz ke. 25 Çi feyde, heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke yan zirarê xe? 26 Û kʼî Min û xeberêd Min şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava Ew bi rʼûmeta Xwe, rʼûmeta Bavê û milyakʼetêd pîrozva bê. 27 Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî wê mirinê nebînin, hʼeta ku Pʼadşatîya Xwedê bibînin». Şagirt Îsa nava nûr û rʼûmetêda dibînin ( Metta 17:1-8 ; Marqos 9:2-8 ) 28 Pey vê xeberdanêrʼa weke hʼeftêkê şûnda, Îsa Petrûs, Yûhʼenna û Aqûb hildan çûne serê çʼîyê ku dua bikin. 29 Gava Îsa dua dikir, rʼengê rʼûyê Wî hate guhastinê, kʼincêd Wî çîl-qerqaş bûn, biriqîn. 30 Û va du meriva tʼevî Wî xeber didan, yek Mûsa bû, yek jî Êlyas. 31 Ewana bi rʼûmet kʼifş bûn û bona mirina Wî xeber didan, ku Orşelîmêda wê bibûya. 32 Çʼeʼvêd Petrûs û ewêd tʼevî wî ji xewê giran bibûn, lê gava hʼişyar bûn, rʼûmeta Wî û her du merivêd cem Wî sekinî dîtin. 33 Çaxê ewana ji Wî dûr kʼetin, Petrûs Îsarʼa got: «Mamosta, çawa rʼind e ku em vir in! De emê sê hʼolika çêkin, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa û yekê jî Êlyasrʼa». Çimkî ewî nizanibû ew çi dibêje. 34 Gava ewî hê xeber dida, eʼwrek hat û ser wan kire sî. Û çaxê kʼetine bin wî eʼwrî, ewana tirsîyan. 35 Û ji wî eʼwrî dengek hat û got: «Ev e Kurʼê Min, Bijartîyê Min! Guhdarîya Wî bikin!» 36 Gava ew deng hat, Îsa tʼenê ma. Û wana dengê xwe birʼî, wan rʼojada çi ku dîtibûn kesîrʼa negotin. Îsa kurʼikekî cinakʼetî qenc dike ( Metta 17:14-18 ; Marqos 9:14-27 ) 37 Rʼoja dinê, gava ewana ji çʼîyê hatine xwarê, eʼlaleteke giran pêşîya Wîda hat. 38 Hingê ji nav eʼlaletê merivekî gazî kir û got: «Dersdar, ez hîvî ji Te dikim, bi çʼeʼvê rʼeʼmê li kurʼê min binihêrʼe. Ew tayê minî tʼenê ye. 39 Rʼuhʼekî xirab wî digire û nişkêva dike qîrʼîn vediçʼirʼike, kʼef ser dikʼeve hûrdexweşî dibe û bi zorekê ji wî dûr dikʼeve. 40 Min lava ji şagirtêd Te kir, ku cin jê derxin, lê wana nikaribû». 41 Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim û li we sebir kim? Kurʼê xwe bîne vir». 42 Gava hê dihat, cin ew eʼrdê xist û veçʼirʼikî. Îsa li rʼuhʼê hʼeram hilat, kurʼik qenc kir û da bavê wî. 43 Tʼemamîya cimeʼtê ser mezinayîya Xwedê zendegirtî mabû. Û çaxê hʼemû ser her tiştêd ku Îsa dikirin eʼcêbmayî mabûn, Ewî şagirtêd Xwerʼa got: Îsa dîsa derheqa mirina Xweda dibêje ( Metta 17:22-23 ; Marqos 9:30-32 ) 44 «Hûn van xebera bîra xweda xwey kin: Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva». 45 Lê wana ev yek feʼm nekir, çimkî ev ji wan veşartî bû ku feʼm nekin û turuş nedikirin jî bona wê yekê ji Wî bipirsîyana. Kʼî ye yê herî mezin? ( Metta 18:1-5 ; Marqos 9:33-37 ) 46 Nav şagirtada pirs pêşda hat, ku nava wanda kʼî ye yê herî mezin. 47 Lê nêtêd dilê wan Îsava eʼyan bûn, zarʼokek anî cem Xwe da sekinandinê 48 û wanrʼa got: «Kʼî ku evê zarʼokê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we hʼemûyada yê herî biçʼûk e, ew e yê herî mezin». Yê ne miqabilî we ye, ew alîyê we ye ( Marqos 9:38-40 ) 49 Yûhʼenna rʼabû û got: «Mamosta, me merivek dît ku bi navê Te cin derdixistin, lê me kir ku em nehêlin, çimkî ew pey me nayê». 50 Lê Îsa wîrʼa got: «Pêşîyê li wî negirin, çimkî ewê ku ne miqabilî we ye, ew pişta we ye». Gundekî samerîya Îsa qebûl nake 51 Û çaxê ew rʼojêd ku Îsayê bihata hildanê nêzîk bûn, Ewî berê Xwe da Orşelîmê, ku herʼe wir. 52 Û pêşîya Xwe merî şandin, ewana çûne gundekî Sameryayê ku bona Wî hazirîyê bibînin. 53 Lê samerîya Ew li wir qebûl nekir, çimkî berê Wî kʼetibû Orşelîmê. 54 Gava şagirtêd Wî Aqûb û Yûhʼenna ev yek dît, gotin: «Xudan, Tu dixwazî em ji eʼzmên agir bixwazin ku bibare û qirʼa van bîne?» 55 Lê Ew vegerʼîya, li wan hilat. 56 Û çûne gundekî din. Cabdarîya yêd ku pey Îsa diçin ( Metta 8:19-22 ) 57 Û çaxê ewana rʼêda bûn, yekî Wîrʼa got: «Tu kʼuda jî herʼî ezê pey Te bêm». 58 Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne». 59 Îsa yekî dinrʼa got: «Pey min were». Ewî jî got: «Xudan! Îzinê bide min, ku ez pêşîyê herʼim bavê xwe defin kim». 60 Lê Îsa wîrʼa got: «Bira mirî mirîyê xwe defin kin. Tu herʼe Pʼadşatîya Xwedê dannasîn ke». 61 Yekî din jî got: «Ezê pey te bêm Xudan, lê tʼenê îzinê bide min, ku ez pêşîyê xatirê xwe ji neferêd mala xwe bixwazim». 62 Îsa got: «Kʼî ku destê xwe datîne ser kʼotanê û li pişt xweva dinihêrʼe, ew ne hêjayî Pʼadşatîya Xwedê ye». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia