Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Lûqa 8 - Peymana Nû (Încîl)


Kʼulfetêd ku pey Îsa diçûn

1 Pey vê yekêrʼa Îsa gund û bajara digerʼîya, dannasîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê dida û her donzdeh şagirt jî Pêrʼa bûn,

2 usa jî çend kʼulfetêd ku ji rʼuhʼêd xirab û nexweşîya qenc bibûn: Meryema ku jêrʼa Mejdelanî digotin, ya ku hʼeft cin jê derkʼetibûn

3 û Yohana, jina Xûzayê wekʼîlxercê mala Hêrodes, Sosin û gelekêd mayîn, ku wana bi hebûka xweva wanrʼa berdestî dikirin.


Mesela tʼoximrʼeş
( Metta 13:1-9 ; Marqos 4:1-9 )

4 Û gava eʼlaleteke giran ji gelek bajara cem Îsa civîya, Ewî meselek got:

5 «Tʼoximrʼeş rʼabû çû ku tʼoxim birʼeşîne. Gava dirʼeşand, hinek kʼetine devê rʼê hatine pʼêpeskirinê û teyredêd eʼzmên hatin ew xwarin.

6 Û hinek jî kʼetine cîyê kevirî, gava şîn bûn, ji dest kêmasîya şilayê hʼişk bûn.

7 Û hinek jî kʼetine nava stirîya, stirî jî pêrʼa şîn bûn û ew xeniqandin.

8 Hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û şîn bûn, sed car ber dan». Gava ev yek got, kire gazî: «Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê!»


Îsa çima bi mesela xeber dide
( Metta 13:10-17 ; Marqos 4:10-12 )

9 Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Meʼna evê meselê çi ye?»

10 Ewî got: «Werʼa hatîye dayînê, ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê yêd mayînrʼa bi mesela tê xeberdanê ku: ‹Binihêrʼin û nebînin, bibihên û feʼm nekin›.


Şirovekirina mesela tʼoximrʼeş
( Metta 13:18-23 ; Marqos 4:13-20 )

11 Ev e meʼna vê meselê: Tʼoxim xebera Xwedê ye.

12 Tʼoximêd ku kʼetine devê rʼê ew in, yêd ku xeberê dibihên, lê mîrêcin tê xeberê ji dilê wan derdixe, ku nebe bawer bikin û xilaz bin.

13 Tʼoximêd ku kʼetine cîyê kevirî ew in, yêd ku gava xeberê dibihên, bi eşq û şa qebûl dikin. Lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, demeke kin bawer dikin û wextê cêrʼibandinê dikʼevin.

14 Tʼoximêd ku kʼetine nava stirîya ew in, yêd ku xeberê dibihên, xemêd dinêva, dewlet û şabûna vî eʼmirîva mijûl dibin, dixeniqin û berêd wan nagihîjin.

15 Û tʼoximêd kʼetine nav eʼrdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin.


Çʼira ser pʼêçʼirê
( Marqos 4:21-25 )

16 Tʼu kes çʼira vêxistî nake bin firaqê, ne jî dike bin cî-nivînê, lê datîne ser pʼêçʼirê, wekî ewêd ku dikʼevine hindurʼ, rʼonayê bibînin.

17 Çimkî tiştekî veşartî tʼune ku derneyê û ne jî tiştekî dizîva, ku xuya nebe û neyê ber rʼonayê.

18 Awa dîna xwe bidinê ku hûn çawa dibihên, çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û kʼêrʼa ku tʼune, ewê ku wî tʼirê heye jî, wê jê bê standinê».


Dê û birayêd Îsa
( Metta 12:46-50 ; Marqos 3:31-35 )

19 Hingê dê û birayêd Wî hatine cem Wî, lê ji dest zeʼfbûna eʼlaletê nikaribûn nêzîkî Wî bûna.

20 Cab dane Wî ku: «Dîya Te û birayêd Te derva sekinî ne û dixwazin Te bibînin».

21 Ewî jî li wan vegerʼand û got: «Dê û birayêd Min ew in, yêd ku xebera Xwedê dibihên û diqedînin».


Îsa firtonê diseqirʼîne
( Metta 8:23-27 ; Marqos 4:35-41 )

22 Rʼojekê Îsa şagirtêd Xweva kʼete qeyikê û gote wan: «Em derbazî wî berî golê bin». Û rʼêkʼetin.

23 Gava qeyikêda diçûn, Ew xewrʼa çû. Û firtonek li golê rʼabû, qeyik tʼijî av dibû, ew qezîyêda bûn.

24 Hingê şagirt nêzîkî Wî bûn, Ew hʼişyar kirin û gotinê: «Mamosta, Mamosta! Em unda dibin!» Ew rʼabû, li bayê û pêlêd avê hilat, ew sekinîn û seqirʼîn.

25 Hingê Ewî wanrʼa got: «Bawerîya we kʼanê ye?» Û wana bi xof, eʼcêbmayî hevrʼa gotin: «Gelo ev kʼî ye, ku eʼmirî ser bê û avê jî dike û êlimî Wî dibin?»


Îsa yekî cinakʼetî qenc dike
( Metta 8:28-34 ; Marqos 5:1-20 )

26 Ewana bi qeyikê çûne tʼopraxêd Girasînê, pêşberî Celîlê.

27 Gava Ew derkʼete bejê, ji wî bajarî merivek derkʼete pêşîya Wî, ku cin nav wîda bûn. Ewî zûva ne kʼinc li xwe dikirin û ne jî malda disekinî, nava gorʼistanada dima.

28 Gava ewî Îsa dît, kire qîrʼîn kʼete ber Wî û bi dengekî bilind got: «Tu çi ji min dixwazî Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Ez rʼeca ji Te dikim, min nede cefê!»

29 Çimkî Îsa eʼmirî ser rʼuhʼê hʼeram kiribû, ku ji wî merivî derkʼeve. Ew gelek cara cina dikʼet, gava bi qeyd û zincîra jî girêdidan, ewî dîsa qeyd diqetandin û cina ew çola dixist.

30 Hingê Îsa ji wî pirsî û gotê: «Navê te çi ye?» Ewî got: «Kʼomesker», çimkî gelek cin kʼetibûne nava wî.

31 Û cina lava Wî dikir, ku eʼmir neke ew herʼine gelîyê hey-wayê.

32 Li wî cîyî sûrîkî berazayî mezin hebû, ku serê çʼîyê diçʼêrîya. Cina rʼeca jê dikir, ku îzinê bide wan, ew herʼin bikʼevine nava beraza. Ewî îzin da.

33 Û cin ji nav wî merivî derkʼetin, çûn kʼetine nava beraza û ew sûrî jorda rʼevî, xwe ji kendêlda avîtine golê xeniqîn.

34 Gava berazvana ev yek dît, rʼevîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin.

35 Meriv rʼabûn çûn, ku tiştê bûyî bibînin. Gava hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê ku cin jê derkʼetibûn, kʼincê wî lê, ser hʼişê xweda hatî, li ber nigêd Îsa rʼûniştî ye. Hingê ew tirsîyan.

36 Ewêd ku ev yek dîtibûn, yêd mayînrʼa gotin, ku çawa ewî cinakʼetî qenc bû.

37 Hingê hʼemû binelîyêd dor-berêd Girasînê hîvî ji Îsa kirin, ku ji wan dûr kʼeve, çimkî saweke mezin ew girtibûn. Ew jî kʼete qeyikê û paşda vegerʼîya.

38 Lê ew merivê ku cin jê derkʼetibûn lava Wî kir, ku ew jî tʼevî Wî herʼe. Lê Îsa ew verʼêkir û got:

39 «Vegerʼe mala xwe û çi ku Xwedê bona te kir gilî ke». Û ew çû, çi ku Îsa bona wî kiribû tʼemamîya bajêrda digot û dikire dengî.


Qîza mirî û kʼulfeta nexweş
( Metta 9:18-26 ; Marqos 5:21-43 )

40 Û çaxê Îsa vegerʼîya, eʼlaletê Ew qebûl kir, çimkî hʼemû jî hîvîya Wî bûn.

41 Hingê merivekî navê wî Yayîro, serwêrê kʼinîştê, hat xwe avîte nigêd Îsa û hîvî jê kir, ku herʼe mala wî.

42 Çimkî tʼenê qîzeke wîye donzdeh salî hebû û ew jî ber mirinê bû. Gava Îsa diçû, eʼlaletê zeʼmet dida Wî.

43 Wir kʼulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn, ser xûnê vebibû. Ewê hʼemû hebûka xwe dabû hʼekîma, lê tʼu kesî çʼare lê nekiribû.

44 Eva piştêva hat li rʼîşîyêd kʼincê Wî kʼet û destxweda xûn jê çʼikîya.

45 Îsa got: «Ew kʼî bû ku li Min kʼet?» Gava hʼemûya înkʼar kir, Petrûs got: «Mamosta, eʼlalet Te deʼf dide, tengasîyê dide Te».

46 Lê Îsa got: «Yek li Min kʼet, çimkî Ez pê hʼesîyam ku ji Min qewat derkʼet».

47 Û gava kʼulfetê dît ku nehate veşartinê, lerizî, hat xwe avîte ber Wî û li ber tʼemamîya cimeʼtê Wîrʼa got, ku bona çi li Wî kʼet û çawa pêrʼa-pêrʼa qenc bû.

48 Ewî wêrʼa got: «Eʼvdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet herʼe».

49 Ewî hê xeber dida, ji mala serwêrê kʼinîştê yekî hat û got: «Qîza te mir, îdî zeʼmetê nede dersdar».

50 Gava Îsa ev yek bihîst, wîrʼa got: «Netirse, tʼenê bawer bike û wê qenc be».

51 Gava Ew çû mal, nehişt kesek herʼe hindurʼ, pêştirî Petrûs, Yûhʼenna, Aqûb û dê û bavê qîzikê.

52 Hʼemû digirîyan û şîna wê dikirin, lê Îsa got: «Negirîn. Ew nemirîye, lê hênijîye».

53 Wana qerfê xwe Pê dikir, çimkî zanibûn ku ewa mirîye.

54 Û Îsa destê wê girt, deng da wê û got: «Qîzik, rʼabe!»

55 Û rʼuhʼê wê lê vegerʼîya, pêrʼa-pêrʼa rʼabû ser xwe. Îsa eʼmir kir, ku xurek bidine wê.

56 Dê û bavê wê zendegirtî man. Lê Ewî tʼemî li wan kir, ku vê yekê kesîrʼa nebêjin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements