Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Lûqa 5 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa gazî şagirtêd Xweye pêşin dike
( Metta 4:18-22 ; Marqos 1:16-20 )

1 Carekê Îsa li ber gola Cênîsartê sekinîbû û eʼlaletê dora Wî girt, ku xebera Xwedê bibihê.

2 Û Ewî du qeyik devê golê dîtin, meʼsîgir ji wan derkʼetibûn û tʼorʼêd xwe dişûştin.

3 Îsa kʼete qeyikeke ji wan, ku ya Şimhʼûn bû, hîvî ji wî kir, ku qeyikê hinekî ji bejê dûr xe. Û Ew rʼûnişt, ji qeyikê eʼlalet hîn kir.

4 Çaxê Ewî xeberdana Xwe xilaz kir, Şimhʼûnrʼa got: «Qeyikê bibe cîyê kʼûr û tʼorʼêd xwe bavêjine nêçʼîrê».

5 Şimhʼûn lê vegerʼand û got: «Mamosta, me tʼemamîya şevê kir-nekir tiştek negirt, lê bona xatirê Te ezê tʼorʼa bavêjimê».

6 Û gava usa kirin, haqas meʼsî kʼetinê, ku tʼorʼêd wan diqetîyan.

7 Û bi nîşana gazî hevalêd xweye qeyika dinda dikirin, ku bên alî wan bikin. Û ewana hatin her du qeyik jî tʼijî kirin, hindik mabû nuq bûna.

8 Gava Şimhʼûn-Petrûs ev yek dît, xwe avîte çokê Îsa û got: «Xudan, dûrî min herʼe, ez yekî gunekʼar im».

9 Çimkî bona wan meʼsîyêd girtî xofê wî û hʼemûyêd pêrʼa girtibû,

10 usa jî Aqûb û Yûhʼennayê kurʼêd Zebedî, ku hevalêd Şimhʼûn bûn. Û Îsa Şimhʼûnrʼa got: «Netirse! Ji vir şûnda tê meriva mîna meʼsîya bigirî».

11 Û qeyik derxistine bejê, her tişt hiştin pey Wî çûn.


Îsa yekî ji kʼotîbûnê paqij dike
( Metta 8:1-4 ; Marqos 1:40-45 )

12 Gava Îsa bajarekîda bû, li wir merivekî serdapêda kʼotî hebû. Çaxê ewî Îsa dît, xwe deverʼûya avît jê lava kir û got: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî».

13 Û Îsa destê Xwe dirêj kirê, lê kʼet û got: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda kʼotîbûn jê çû.

14 Îsa tʼemî da wî, ku vê yekê kesîrʼa nebêje, lê got: «Herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û çawa Mûsa tʼemî daye, hʼedîya paqijbûna xwe bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî, ku tu paqij bûyî».

15 Nav û dengê Îsa hê bela dibû û pʼirʼ eʼlalet dicivîya ku guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin.

16 Lê Ewî Xwe li cîyê xewle digirt û dua dikir.


Îsa şilûşeʼtekî qenc dike û gunêd wî dibaxşîne
( Metta 9:1-8 ; Marqos 2:1-12 )

17 Rʼojekê çaxê Ewî hîn dikir, fêrisî û dersdarêd Qanûnê jî rʼûniştibûn, ku ji hʼemû gundêd Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Qewata Xudan hazir bû, wekî Îsa nexweşêd wan qenc bike.

18 Wê demê çend merîya yekî şilûşeʼt nivînêva anîn û dixwestin ew bibirana hindurʼ û li ber Îsa danîna.

19 Û gava wana ji dest eʼlaleta giran tʼu rʼê nedîtin ku wî bînine hindurʼ, rʼabûne ser xênî, kʼermîd vekirin, nivînêva daxistine nava malê, li ber Îsa.

20 Gava Ewî bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Eʼvdo, gunêd te hatine baxşandinê».

21 Qanûnzan û fêrisîya destpêkir fikirîn û hevrʼa gotin: «Ev kʼî ye aha Xwedê bêhurmet dike? Pêştirî Xwedê kʼî dikare guna bibaxşîne?»

22 Fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û li wan vegerʼand got: «Hûn çi dilê xweda difikirin?

23 Kʼîjan rʼihʼet tê gotinê: ‹Gunêd te hatine baxşandinê›, yan: ‹Rʼabe û bigerʼe?›

24 Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», gote yê şilûşeʼt: «Ez terʼa dibêjim, rʼabe nivîna xwe hilde herʼe mala xwe».

25 Ew jî ber çʼeʼvê wan pêrʼa-pêrʼa rʼabû û nivîna ku li ser pʼaldayî bû hilda çû mala xwe û şikirî dida Xwedê.

26 Hʼemû hʼeyr-hʼujmekʼar man û şikirî didane Xwedê, bi xofa mezin digotin: «Îro me tiştêd nebûyî dîtin».


Îsa gazî Lêwî dike
( Metta 9:9-13 ; Marqos 2:13-17 )

27 Pey wê yekêrʼa Îsa derkʼet, li cîyê xerchildanê xercgirekî rʼûniştî dît ku navê wî Lêwî bû û gotê: «Pey Min were».

28 Ewî jî her tişt hişt, rʼabû pey Wî çû.

29 Lêwî mala xweda hurmeteke mezin jêrʼa kir. Tʼevî wan gelek xercgir û hinekêd mayîn jî li ser sifrê rʼûniştibûn.

30 Fêrisîya û qanûnzanêd wan bîna xwe teng kirin û şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima hûn tʼevî xercgir û gunekʼara dixwin û vedixwin?»

31 Îsa li wan vegerʼand û got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş.

32 Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara bona tʼobeyîyê».


Pirsa rʼojîgirtinê
( Metta 9:14-17 ; Marqos 2:18-22 )

33 Wana ji Îsa pirsî: «Çima şagirtêd Yûhʼenna û usa jî yêd fêrisîya tʼimê rʼojî digirin û dua dikin, lê şagirtêd Te dixwin û vedixwin?»

34 Ewî jî gote wan: «Hûn dikarin bêjine xwendîyêd deʼwatê: ‹Rʼojî bigirin›, hʼeta ku zeʼva tʼevî wan e?

35 Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wan rʼojada wê rʼojî bigirin».

36 Ewî meselek jî wanrʼa got: «Kesek ji pʼarçʼê nû nabirʼe û kʼinca kevin pʼîne nake. Heger usa bike, hin pʼarçʼê nû diqelêşe, hin jî kevin û nû li hev nakin.

37 Û ne jî kesek şerava nû dike meşkêd kevin. Heger usa bike, şerava nû wê meşka bitʼeqîne û birʼije, meşkê jî xirab bin.

38 Lê gerekê şerava nû bikine meşkêd nû.

39 Û kesek pey şerava kevinrʼa naxwaze ya nû vexwe, çimkî ya kevin hê lê xweş tê».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements