Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Lûqa 4 - Peymana Nû (Încîl)


Cêrʼibandina Îsa
( Metta 4:1-11 ; Marqos 1:12-13 )

1 Îsa bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî ji Ûrdunê vegerʼîya, Rʼuhʼ berʼîyêda rʼêberîya Wî dikir,

2 çil rʼojî ji mîrêcin hate cêrʼibandinê. Ewî wan rʼojada tiştek nexwar û gava ew rʼoj derbaz bûn, birʼçî bû.

3 Hingê mîrêcin Wîrʼa got: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, vî kevirîrʼa bêje ku bibe nan».

4 Îsa lê vegerʼand û got: «Nivîsar e: ‹Însan tʼenê bi nên najî› ».

5 Hingê mîrêcin Ew rʼakire ser cîkî bilind, deqêda hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê nîşanî Wî dan

6 û gote Wî: «Ezê rʼewş û serwêrtîya van hʼemûya bidime destê Te, çimkî minrʼa hatîye dayînê û kʼêrʼa ku bixwazim ezê bidimê.

7 Heger niha Tu serê xwe li ber min daynî, ev hʼemû wê pʼara Te bin».

8 Îsa lê vegerʼand û got: «Nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wî bihʼebîne!›»

9 Paşê mîrêcin Îsa bire Orşelîmê, Ew ser bilindcîya banê pʼaristgehê da sekinandinê û gote Wî: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de Xwe ji vir bavêje xwarê.

10 Çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê tʼemîya Te bide milyakʼetêd Xwe, ku Te xwey kin›

11 û: ‹Ewê Te ser destê xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nekʼeve›».

12 Îsa lê vegerʼand û got: «Hatîye gotinê ku: ‹Xudan Xwedêyê xwe necêrʼibîne!›»

13 Û gava mîrêcin hʼemû cêrʼibandin xilaz kirin, demekê ji Wî dûr kʼet.


Îsa qeza Celîlêda dest bi kʼarê Xwe dike
( Metta 4:12-17 ; Marqos 1:14-15 )

14 Îsa bi qewata Rʼuhʼ vegerʼîya Celîlê û nav-dengê Wî hʼemû alîyêd wî welatîda bela bû.

15 Ewî kʼinîştêd wanda hîn dikir û hʼemûya pesinê Wî didan.


Bajarê Nisretê, li kʼu Îsa mezin bibû, Wî qebûl nake
( Metta 13:53-58 ; Marqos 6:1-6 )

16 Ew hate Nisretê, wî cîyê ku Ew lê mezin bibû, mîna eʼdetê Xwe rʼoja şemîyê Ew kʼete kʼinîştê û rʼabû ku bixûne.

17 Kʼitêba Îşaya pʼêxember dane Wî û gava kʼitêba gulomatkkirî vekir, ew cî dît ku aha nivîsar bû:

18 «Rʼuhʼê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta

19 û sala Xudane rʼeʼmê jî bidime naskirinê».

20 Û kʼitêb gulomatk kir da berdestî rʼûnişt û kʼinîştêda hʼemû zûrʼ bibûn li Wî dinihêrʼîn.

21 Ewî destpêkir wanarʼa got: «Eva nivîsara îro hate sêrî, gava we bihîst».

22 Hʼemûya jî bona Wî qenc xeber didan û ser xeberdana Wîye meʼrîfet zendegirtî mabûn û digotin: «Eva ne kurʼê Ûsiv e?»

23 Ewî wanrʼa got: «Hûnê rʼast vê gotinê ser Min bêjin: ‹Hʼekîmo! De hʼekîmtîyê li xwe bike. Û ew tiştêd me bihîstin ku Te Kefernahûmêda kirin, li vir cî-miskʼenê xweda jî bike›».

24 Û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, pʼêxember cî-miskʼenê xweda bêqedir e.

25 Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, gelek jinebî Îsraêlêda hêna Êlyasda hebûn, çaxê sê sal û şeş meha eʼzman hate girtinê û tʼemamîya welêtda bû xelayîke giran.

26 Lê Êlyas kesekîrʼa nehate şandinê, pêştirî jinebîya ji bajarê Serepta Saydêrʼa.

27 Û gelek kʼotî jî Îsraêlêda hêna Êlîşa pʼêxemberda hebûn û ji wan tʼu kes paqij nebû, pêştirî Neʼmanê ji Sûryayê».

28 Gava hʼemûyêd kʼinîştêda ev yek bihîstin, hêrs kʼetin.

29 Rʼabûn Ew ji bajêr derxistin, birin ser wî çʼîyayê li kʼu bajarê wan hatibû çêkirinê, wekî Wî ji kendêlda bavêjin.

30 Lê Ew nav wanrʼa derbaz bû çû.


Îsa rʼuhʼê hʼeram derdixe
( Marqos 1:21-28 )

31 Îsa berjêr bû hate bajarê Kefernahûma Celîlê û rʼoja şemîyê ew hîn dikirin.

32 Ew li ser hînkirina Wî zendegirtî mabûn, çimkî xeberdana Wî bi hʼukum bû.

33 Û kʼinîştêda merivek hebû, ku rʼuhʼê cinayî hʼeram pêrʼa hebû. Ewî bi dengekî bilind kire qîrʼîn:

34 «Weyê! Tu çi ji me dixwazî Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»

35 Îsa lê hilat û got: «Kerʼ be û jê derkʼeve!» Cin ew ber wan li eʼrdê xist û bê zirardayîn ji wî derkʼet.

36 Hʼemû zendegirtî man, hevrʼa digotin: «Ev çi gotin e? Ew bi hʼukum û qewatê eʼmirî li rʼuhʼêd hʼeram dike û derdikʼevin?»

37 Û beʼsa Wî hʼemû dor-bera bela dibû.


Îsa gelek nexweşa qenc dike
( Metta 8:14-17 ; Marqos 1:29-34 )

38 Ew ji kʼinîştê derkʼet çû mala Şimhʼûn. Xwesîya Şimhʼûn teʼl tʼayêda dineʼlîya û bona wê ji Wî hîvî kirin.

39 Îsa ser wêrʼa sekinî, li tʼayê hilat û tʼayê jê berʼda. Destxweda rʼabû ser xwe, berdestî wanrʼa kir.

40 Gava rʼo diçû ava, hʼemûyêd ku cûrʼe-cûrʼe nexweşîyêd wan hebûn anîne cem Wî. Ewî destê Xwe danî ser wan her yekî û ew qenc kirin.

41 Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.


Dannasînîya tʼemamîya Cihûstanê

42 Sibeh ku zelal bû, Îsa rʼabû çû cîkî xewle. Eʼlalet li Wî digerʼîyan û hʼeta cem Wî hatin, nedihiştin ku Ew dest ji wan bikʼişîne.

43 Lê Ewî wanrʼa got: «Gerekê Ez bajarêd dinda jî Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê bidim, çimkî Ez bona wê yekê hatime şandinê».

44 Û kʼinîştêd Cihûstanêda dannasîn dikir.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements