Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Lûqa 24 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa ji mirinê rʼadibe
( Metta 28:1-10 ; Marqos 16:1-8 ; Yûhʼenna 20:1-10 )

1 Rʼoja yekşemê sibehê zû, wan kʼulfeta biharetêd hazirkirî hildan çûne ser tʼirbê.

2 Lê wana kevir ji ber tʼirbê holkirî dît.

3 Gava kʼetine hindurʼ, cinyazê Xudan Îsa nedîtin.

4 Gava ewana hê bona vê yekê metʼelmayî mabûn, nişkêva du merî bi kʼincê nûranî li ber wan sekinîn.

5 Û gava kʼulfet ji tirsa kʼetine ser rʼûyê xwe, wan meriva wanrʼa got: «Hûn çima li Yê sax nava mirîyada digerʼin?

6 Ew ne li vir e, Ew ji mirinê rʼabûye. Bînine bîra xwe, ku çaxê hê Celîlêda bû, çi werʼa got:

7 ‹Gerekê Kurʼê Mêriv bikʼeve destê merivêd nerʼast, bê xaçkirinê û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe›».

8 Û wana gotina Îsa bîr anîn

9 û ji tʼirbê vegerʼîyan, eva yeka her yanzdeha û hʼemûyêd mayînrʼa gotin.

10 Yêd ku şandîyarʼa gotin, evana bûn: Meryema Mejdelanî, Yohana û Meryema dîya Aqûb, bi tʼevî hinekêd mayîn.

11 Şandîyava çawa gotineke pʼûçʼ xuya bû û wana kʼulfet bawer nekirin.

12 Lê Petrûs rʼabû berbi tʼirbê bezî, qûz bû nihêrʼî, tʼenê kʼefenê Wî wir bû û metʼelmayî çû, difikirî gelo çawa bû.


Li ser Rʼîya Emwasê
( Marqos 16:12-13 )

13 Wê rʼojê du şagirt diçûne gundekî, ku ji Orşelîmê donzdeh kîlomêtirî dûr bû, navê wî Emwas bû.

14 Wana bi hevrʼa bona her tiştê qewimî xeber didan.

15 Û gava ewana nav hevda xeber didan û dişêwirîn, Îsa Xwexa jî nêzîkî wan bû, tʼevî wan çû.

16 Lê çʼeʼvêd wan girtî bûn, ku Wî nas nekin.

17 Îsa wanrʼa got: «Hûn vê rʼêyêda çi hevrʼa xeber didin?» Ewana meʼdekirî sekinîn.

18 Yekî ji wan, ku navê wî Klêpas bû, lê vegerʼand û got: «Ew çawa ji Orşelîmê tʼenê Te nebihîstîye ku van rʼojêd paşinda wir çi qewimîye?»

19 Ewî ji wan pirsî û got: «Çi bûye?» Wana lê vegerʼand gotê: «Bona Îsayê Nisretê, ku Ew bi eʼmel û xeberêd Xwe li ber Xwedê û tʼemamîya milet pʼêxemberekî zor bû

20 û çawa serekêd kʼahîna û serwêrêd me nemamîya kuştina Wî kirin, xaç kirin.

21 Em wê gumanê bûn ku Ewî wê Îsraêlê aza bikira. Wekî din jî eva rʼoja sisîya ye, ku ev tişt bûne.

22 Lê çend kʼulfetêd nav meda jî em eʼcêbmayî kirin. Ewana sibehê zû çûbûne ser tʼirbê

23 û cinyazê Wî li wir nedîtibûn, vegerʼîyan hatin merʼa gotin, ku: ‹Me milyakʼet dîtin, merʼa gotin, ku Ew sax e›.

24 Û ji me hinek jî çûne ser tʼirbê, çawa ku wan kʼulfeta gotibû, usa bû, lê Ew nedîtin».

25 Hingê Ewî wanrʼa got: «Hey însanêd bê fikir, hûn çiqasî giran hʼemû gotinêd pʼêxembera bawer dikin?

26 Ne gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û bikʼeta rʼûmeta Xwe?»

27 Û Wî destpêkir ji Mûsa û hʼemû pʼêxembera, çi ku wan kʼitêbada bona Wî nivîsar bûn, wanarʼa şirovekirin.

28 Gava nêzîkî wî gundê ku diçûnê bûn, Ewî usa da kʼifşê, yançîye Ew diçe cîkî dûr.

29 Lê wana zor li Wî kir û got: «Îşev li cem me bimîne, çimkî êvar e, rʼo çûye ava». Û Ew çû hindurʼ, ku li cem wan bimîne.

30 Lê gava Ew tʼevî wan ser sifrê rʼûnişt, nan hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî, kerkir da wan.

31 Hingê çʼeʼvêd wan vebûn, Ew nas kirin û Ew ber çʼeʼvê wan betavebû.

32 Wana hevrʼa got: «Lema, gava Ewî rʼêda merʼa xeber dida û nivîsar merʼa şirovedikirin, agir dilê me dikʼet».

33 Ew wê gavê rʼabûn vegerʼîyane Orşelîmê û her yanzdeh tʼevî yêd mayîn civîyayî dîtin,

34 gotin: «Rʼastî Xudan sax bûye û Şimhʼûnva xuya bûye!»

35 Paşê wan her duya gilî kir, ku çawa rʼêda rʼastî Wî hatin û çaxê Wî nan kerkir, Ew nas kirin.


Îsa Xwe nîşanî şagirtêd Xwe dike
( Metta 28:16-20 ; Marqos 16:14-18 ; Yûhʼenna 20:19-23 ; Kʼarêd Şandîya 1:6-8 )

36 Wana hê bona vê yekê xeber dida, Îsa nava wanda sekinî û wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa».

37 Ewana ji tirsa bizdîyan û wan tʼirê xeyalekî dibînin.

38 Lê Ewî wanrʼa got: «Hûn çima şaşmayî mane û dudilî ne?

39 Awa li dest û pʼîyêd Min binihêrʼin, ku Ez Xwexa me. Û destê xwe bidine Min û bibînin, çimkî goşt û hestûyêd rʼuhʼ tʼunene, çawa ku hûn dibînin yêd Min hene».

40 Gava ev yek got, dest û pʼîyêd Xwe nîşanî wan kirin.

41 Û hê ji şabûna bawer nedikirin, hʼeyr-hʼujmekʼar mabûn, Ewî wanrʼa got: «Qet tiştekî xwarinê li cem we heye?»

42 Wana çîtî meʼsîyê pijandî da Wî.

43 Ewî hilda li ber çʼeʼvê wan xwar

44 û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».

45 Hingê feʼmê wan vekir, ku nivîsara feʼm bikin.

46 Û wanrʼa got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikʼişîne û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe

47 û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.

48 Û hûn in şeʼdêd van hʼemû tişta.

49 Û va Ezê sozê Bavê Xwe werʼa bişînim. Orşelîmêda bimînin, hʼeta hûn qewatê ji jor bistînin».


Jorhilatina Îsa
( Marqos 16:19-20 ; Kʼarêd Şandîya 1:9-11 )

50 Û ew hʼeta Beytanyayê birin, destê Xwe bilind kir, dua wan kir.

51 Û hê dua dikir, ji wan qetîya, berbi eʼzmên hate hilatinê.

52 Şagirta jî serê xwe ber Wî danî, bi eşq û şa vegerʼîyane Orşelîmê.

53 Û her gav pʼaristgehêda bûn, pesinê Xwedê didan.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements