Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Lûqa 23 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa li ber Pîlato
( Metta 27:1-2 , 11-14 ; Marqos 15:1-5 ; Yûhʼenna 18:28-38 )

1 Û tʼemamîya eʼlaleta wan rʼabû, Îsa birine cem Pîlato.

2 Û dest bi xeybê kirin gotin: «Me Ev meriva dît ku miletê me dixalifîne û ne jî dihêle ku xerc bidine Qeyser. Bona Xwe jî dibêje: ‹Ez Mesîh Pʼadşa me›».

3 Pîlato ji Wî pirsî û gotê: «Tu yî pʼadşê cihûya?» Ewî lê vegerʼand û gotê: «Te bi devê xwe got».

4 Pîlato serekêd kʼahîna û eʼlaletêrʼa got: «Ez tʼu neheqîyê Vî merivîda nabînim».

5 Lê ewana ser ya xwe man û gotin: «Evî merivî nava tʼemamîya Cihûstanê, ji Celîlê destpêkirî hʼeta vira, cimeʼt bi hînkirina Xweva tʼevîhev kirîye».


Îsa li ber Hêrodes

6 Gava Pîlato bona Celîlê bihîst, pirsî: «Ev meriva ji Celîlê ye?»

7 Gava pê hʼesîya, ku Ew bin hʼukumê Hêrodesda ye, Ew şande cem Hêrodes, ku ew jî wan rʼojada hatibû Orşelîmê.

8 Gava Hêrodes çʼeʼv Îsa kʼet, gelekî şa bû. Ewî hê zûva dixwest ku Ew bidîta, çimkî ewî gelek tişt bona Wî bihîstibûn û hʼizreta Wî bû, ku kʼeremetekê bi destê Wî bibîne.

9 Hêrodes gelek pirs dane Wî, lê Îsa caba tʼu pirsê neda.

10 Serekêd kʼahîna û qanûnzana jî sekinîbûn û gelekî davîtine Wî.

11 Hêrodes jî bi eskerêd xweva Ew bêqedir kir, pê kʼenîyan, paşê kʼincê rʼewş da lê kirinê, dîsa paşda şande cem Pîlato.

12 Wê rʼojê Pîlato û Hêrodes li hev hatin, çimkî pêşîyê nava wanda dijminatî hebû.


Dîwanêda hʼukumê kuştinê li ser Îsa derdixin
( Metta 27:15-26 ; Marqos 15:6-15 ; Yûhʼenna 18:39–19:16 )

13 Pîlato gazî serekêd kʼahîna, serwêra û cimeʼtê kir,

14 wanrʼa got: «We Ev meriva anî cem min, çawa Yekî cimeʼtê dixalifîne. Awa min li ber we her tişt ji Wî pirsî, lê ji wan xirabîyêd ku hûn gilî dikin, min tʼu tişt li ser Vî merivî nedît.

15 Û ne jî Hêrodes dît, lema jî wî Ew li ser meda vegerʼand. Evî tiştekî usa nekirîye ku bê kuştinê.

16 Ezê Wî bidime ber qamçîya û berʼdim».

18 Lê tʼemamîya eʼlaletê bi hevrʼa kire qîrʼîn û got: «Wî li rʼûbarî dinê nehêle! Barabas bona me berʼde!»

19 Barabas yekî bona serhildanê û mêrkuştina bajêrda bûyî hatibû girtinê.

20 Pîlato dîsa destpêkir xeber da, çimkî wî dixwest ku Îsa bida berʼdanê.

21 Lê wana hê dikire qîrʼîn û digot: «Xaç ke! Ewî xaç ke!»

22 Ewî cara sisîya wanrʼa got: «Evî çi xirabî kirîye? Min li ser Vî neheqî nedît ku Ew bê kuştinê. Ez Wî bidime ber qamçîya û berʼdim».

23 Lê ewana bi dengê bilind ser ya xwe bûn û dixwestin ku Ew bê xaçkirinê. Sewta wan serkʼet.

24 Pîlato qirara xwe da, ku bi xwestina wan be.

25 Anegorî xwestina wan, yê ku bona serhildanê û mêrkuştinê kelêda bû, berʼda. Lê Îsa hişte ser xwestina dilê wan.


Xaçkirina Îsa
( Metta 27:31-44 ; Marqos 15:21-32 ; Yûhʼenna 19:17-27 )

26 Û gava eskera Ew dane pêşîya xwe birin, yekî kûrênî navê wî Şimhʼûn, ku ji kʼewşên dihat, ew girtin û xaç danîne ser milê wî, ku li pey Îsa bibe.

27 Û eʼlaleteke cimeʼtêye giran li pey Wî diçû, usa jî kʼulfetêd ku şîna Wî dikirin û digirîyan.

28 Îsa li ser wanda vegerʼîya û got: «Qîzêd Orşelîmê! Ser Minda negirîn, lê ser xwe û zarʼêd xweda bigirîn.

29 Çimkî va wê rʼojê bên ku wê bêjin: ‹Xwezî li wan kʼulfetêd bêzurʼet, ku zarʼ neanîne û nemêjandine›.

30 Hingê merivê destpêkin bêjin: ‹Çʼîyano! Li ser meda bikʼevin. Girno! Me veşêrin›.

31 Heger serê dara Terʼ aha dikin, lê hʼalê dara hʼişk wê çawa be?»

32 Du merivêd neheq jî anîn, ku Pêrʼa bêne kuştinê.

33 Û gava gihîştine wî cîyê ku Qaf tê gotin, li wir Ew xaç kirin. Û ewêd neheq jî yek li milê rʼastê xaç kirin û yek jî li milê çʼepê.

34 Hingê Îsa got: «Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin». Ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin wekî nava xweda bela kin.

35 Û cimeʼt sekinîbû dinihêrʼî. Serwêra jî qerfê xwe li Wî dikirin û digotin: «Xelq xilaz kirin, de bira Xwe jî xilaz ke, heger Ew e Mesîh, bijartîyê Xwedê».

36 Esker jî li Wî dikʼenîyan, pêşda dihatin, sirke didanê

37 û digotin: «Heger Tu yî pʼadşayê cihûya, de Xwexa Xwe xilaz ke».

38 Û fêza serê Wî jî nivîsar bû, ku: «EVA PʼADŞAYÊ CIHÛYA YE».

39 Ji wan neheqêd dardakirî, yekî Îsa bêhurmet dikir û digotê: «Tu ne Mesîh î? De me xilaz ke, Xwe jî pêrʼa».

40 Lê hevalê wî lê hilat û got: «Tu ji Xwedê natirsî? Ne tu jî xût wî cezayîda yî?

41 Ev heqê me ye, ku ez û tu anegorî eʼmelêd xwe dikʼişînin, lê Evî tʼu xirabî nekirîye».

42 Û Îsarʼa got: «Îsa, min bîr bînî, gava Pʼadşatîya Xweva bêyî».

43 Îsa wîrʼa got: «Ez rʼast terʼa dibêjim, îro tê tʼevî Min buhiştêda bî».


Mirina Îsa
( Metta 27:45-56 ; Marqos 15:33-41 ; Yûhʼenna 19:28-30 )

44 Gava nîvro sihʼet nêzîkî donzdeha bû, tʼemamîya eʼrdê hʼeta sihʼeta sisîya bû teʼrî

45 û rʼûyê rʼoyê hate girtinê. Pʼerʼda pʼaristgehê nîvîda bû du tîşa.

46 Û Îsa bi dengê bilind kire gazî û got: «Bavo, rʼuhʼê Xwe didime destê Te». Û gava ev yek got, rʼuhʼê Xwe da.

47 Sersed ev tiştê bûyî ku dît, şikirî da Xwedê û got: «Rʼastî Eva merivekî rʼast bû».

48 Û tʼemamîya eʼlaletê, ku li wir bona tʼemaşê civîyayî bû, ev yeka dît, sîngêd xwe dixistin, paşda vedigerʼîyane malêd xwe.

49 Hʼemû nasêd Wî jî û ew kʼulfetêd ku ji Celîlê hatibûn, dûr sekinî bûn û ev tişt didîtin.


Definkirina Îsa
( Metta 27:57-61 ; Marqos 15:42-47 ; Yûhʼenna 19:38-42 )

50 Merivekî qencî şîrhʼelal û endemê civîna giregira cihûya hebû, navê wî Ûsiv.

51 Eva ji bajarê Arîmetya Cihûstanê bû û xwexa jî hîvîya Pʼadşatîya Xwedê bû. Ew tʼevî şêwir û kirina civîna wan nebibû.

52 Ew rʼabû çû cem Pîlato û cinyazê Îsa ji wî xwest.

53 Cinyaz ji xaçê anî xwarê, qedekê kʼitanîda kʼefen kir û danî nav tʼirba qeyêda kʼolayî, ku tʼu car wêda kesek nehatibû danînê.

54 Û ew rʼoja tʼivdarekkirinêda bû û êvara şemîyê destpêdikir.

55 Û ew kʼulfetêd ku ji Celîlê tʼevî Îsa hatibûn, ew jî pey wî çûn û ew tʼirba ku çawa cinyazê Wî têda hate danînê, dîtin.

56 Û paşda vegerʼîyan, biharet û rʼûnê bînxweş hazir kirin û anegorî tʼemîya Qanûnê rʼoja şemîyê rʼihʼet bûn.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements