Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Lûqa 22 - Peymana Nû (Încîl)


Şêwira kuştina Îsa
( Metta 26:1-5 , 14 , 16 ; Marqos 14:1-2 , 10-11 ; Yûhʼenna 11:45-53 )

1 Cejina Nanê Şkeva nêzîk bû, ya ku jêrʼa Cejina Derbazbûnê dibêjin.

2 Serekêd kʼahîna û qanûnzana mecalekê digerʼîyan ku Wî bikujin, çimkî ji cimeʼtê ditirsîyan.

3 Hingê mîrêcin kʼete qelpê dilê Cihûdayê ku Îsxeryotî dihate gotinê, ew yek ji wan her donzdeha bû.

4 Eva rʼabû çû tʼevî serekêd kʼahîna û serwêrêd nobedarêd pʼaristgehê, wanrʼa xeber da, wekî Îsa bide destê wan.

5 Evana şa bûn û wîrʼa qayl bûn, ku pʼera bidine wî.

6 Cihûda rʼazî bû û hilda ser xwe, ku mecalê bibîne Ewî bi dizî cimeʼtêva bide destê wan.


Tʼivdarekdîtina şîva Cejina Derbazbûnê
( Metta 26:17-25 ; Marqos 14:12-21 ; Yûhʼenna 13:21-30 )

7 Rʼoja Cejina Nanê Şkeva hat, ku eʼdet bû berxê qurbana Cejina Derbazbûnê bihata serjêkirinê.

8 Îsa Petrûs û Yûhʼenna şandin û got: «Herʼin Şîva Cejina Derbazbûnê merʼa hazir kin, wekî em bixwin».

9 Wana jê pirsî: «Tu li kʼu dixwazî ku em hazir kin?»

10 Ewî jî wanarʼa got: «Gava ku hûn bikʼevine bajêr, va merivekê rʼastî we bê, cêrʼê avê li ser mila. Pey wî herʼine wê mala ku ew diçê,

11 û xweyê malêrʼa bêjin: ‹Dersdar terʼa dibêje: Kʼanê ew oda mêvana, ya ku Ezê têda tʼevî şagirtêd Xwe şîva Cejina Derbazbûnê bixwim?›

12 Hingê ewê li qatê jorin odeke mezine hevdayî nîşanî we ke û wir jî hûn hazir kin».

13 Ewana çûn, çawa ku wanarʼa gotibû usa jî dîtin û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin.


Şîva Xudan
( Metta 26:26-30 ; Marqos 14:22-26 ; Korintʼî I 11:23-25 )

14 Û gava wext pêrʼa gihîşt, Ew bi tʼevî şandîya li ser sifrê rʼûnişt

15 û wanrʼa got: «Ez gelekî hʼizreta vê Şîva Cejina Derbazbûnê bûm, ku Min tʼevî we berî cefê Xwe bixwara.

16 Çimkî Ez werʼa dibêjim, Ez îdî ji vê tʼu car naxwim, hʼeta ku Pʼadşatîya Xwedêda bibe».

17 Û kʼas hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî û got: «Hildin evê û nav xweda bela kin.

18 Ez werʼa dibêjim, wekî Ez îdî tʼu car ji meya tirîyê venaxwim, hʼeta ku Pʼadşatîya Xwedê bê».

19 Û nan hilda şikirî da, kerkir da wan û got: «Eva bedena Min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».

20 Usa jî kʼas pey şîvêrʼa hilda û got: «Eva kʼasa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî, ku bona we tê rʼêtinê.

21 Lê va destê yê ku nemamîya Min bike, li ser vê sifrê tʼevî Min e.

22 Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe, çawa ku bona Wî nivîsar e, lê wey li wî merivî, ku wê nemamîya Kurʼê Mêriv bike».

23 Û wana destpêkir nav hevda ji hev pirsîn: «Gelo kʼî ye ewî nav meda, ku vê yekê wê bike?»


Deʼwa bona mezinayîyê

24 Û nav wanda deʼw pêşda hat, ku ji nav wanda kʼîjan wê yê herî mezin bê hʼesabê.

25 Îsa wanrʼa got: «Pʼadşayêd mileta cimeʼta xwe bindest dikin û ewêd ser wan hʼukum dikin xêrxwazêd wan têne gotinê.

26 Lê hûn usa nebin, yê nav wedayî herî mezin, bira bibe mîna yê herî biçʼûk û bira yê serwêrtîyê dike jî bibe mîna yê xulamtîyê dike.

27 Niha kʼî ye mezin, yê li sifrê rʼûniştî yan berdestî? Ne yê li sifrê rʼûniştî? Û Ez nava weda mîna berdestîkî me.

28 Hûn in, yêd ku nava cêrʼibandinêd Minda hʼeta niha tʼevî Min mane.

29 Û Ezê Pʼadşatîyê bidime we, çawa Bavê Min ew da Min,

30 wekî hûn Pʼadşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kʼursîya rʼûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Îsa derheqa înkʼarîya Şimhʼûn-Petrûsda dibêje
( Metta 26:31-35 ; Marqos 14:27-31 ; Yûhʼenna 13:36-38 )

31 Şimhʼûn! Şimhʼûn! Va ye mîrêcin xwest wekî we mîna genim bêjingê xe.

32 Lê Min bona te dua kir, wekî bawerîya te kêm nebe û gava tu vegerʼî, dil bidî ber birayêd xwe».

33 Û Petrûs Wîrʼa got: «Xudan, ez hazir im tʼevî Te bême girtinê û kuştinê jî».

34 Îsa wîrʼa got: «Petrûs! Ez terʼa dibêjim, îro hê berî bangdana dîk, tê sê cara bêjî, wekî tu Min nas nakî».


Derheqa tengasîya mezinda

35 Û Îsa wanrʼa got: «Gava Min hûn bê kʼîsik, tûrik û çarix şandin, hûn hʼewcê tiştekî bûn?» Wana got: «Na».

36 Hingê got: «Lê niha kʼîsikê kʼê heye bira hilde û usa jî tûrik. Û yê ku bê şûr e, bira kʼincê xwe bifiroşe û xwerʼa şûrekî bikʼirʼe.

37 Lê Ez werʼa dibêjim, ku gerekê eva nivîsara ser Min bê sêrî, ku: ‹Ew tʼevî nerʼasta hate hʼesabê›. Û çi ku bona Min nivîsar e, ser qewimandinê ye».

38 Şagirta Wîrʼa got: «Xudan, va ne vira du şûr hene». Ewî wanrʼa got: «Bes e».


Îsa serê çʼîyayê Zeytʼûnê dua dike
( Metta 26:36-46 ; Marqos 14:32-42 )

39 Û Îsa li gora eʼdetê Xwe rʼabû çû çʼîyayê Zeytʼûnê, şagirtêd Wî jî li pey çûn.

40 Û gava gihîşte cî, wanrʼa got: «Dua bikin, ku hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê».

41 Û Xwexa qasî keviravîtinekê ji wan dûr kʼet, çok da dua kir

42 û got: «Bavo, heger eʼmirê Te ye, evê kʼasê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Te be, ne ku ya Min».

43 Û ji eʼzmên milyakʼetek Wîva xuya bû û Ew qewat kir.

44 Ewî nava cefê giranda, hê bi dilê kʼel dua dikir. Xûdana Wî mîna dilopêd xûnêye gir dirʼijîyane eʼrdê.

45 Û ji dua rʼabû, hate cem şagirtêd Xwe, ewana kʼerba kʼederê rʼazayî dîtin.

46 Û wanrʼa got: «Hûn çima rʼadizên? Rʼabin dua bikin, ku nekʼevine nava cêrʼibandinê».


Girtina Îsa
( Metta 26:47-56 ; Marqos 14:43-50 ; Yûhʼenna 18:3-11 )

47 Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼlaletekê ser Wîda girt û yekî ji her donzdeha, navê wî Cihûda, pêşîya wan kʼetibû û nêzîkî Wî bû ku Wî rʼamûse.

48 Îsa wîrʼa got: «Cihûda! Tu bi rʼamûsanê Kurʼê Mêriv didî destê wan?»

49 Gava ewêd tʼevî Wî dîtin ku wê çi biqewime, Wîrʼa gotin: «Xudan, em bi şûr li wan xin?»

50 Û ji wan yekî bi şûr li xulamê serekkʼahîn xist û guhê wîyî rʼastê pekand.

51 Hingê Îsa got: «Bes e, bihêlin». Û dest da guhê wî, qenc kir.

52 Paşê Îsa gote serekêd kʼahîna, serwêrêd nobedarêd pʼaristgehê û rʼûspîyêd ku hatibûne ser Wî: «Tê bêjî hûn bi şûr û dara hatine pêşîya qaçaxekî?

53 Ne Ez her gav tʼevî we pʼaristgehêda bûm, we destê xwe ne dida Min. Lê niha wextê we ye û hʼukumê teʼrîstanîyê ye».


Petrûs Îsa înkʼar dike
( Metta 26:57-58 , 67-75 ; Marqos 14:53-54 , 66-72 ; Yûhʼenna 18:12-18 , 25-27 )

54 Û Ew girtin, birin kirine mala serekkʼahîn. Petrûs jî dûrva pʼê-pʼê li pey Wî diçû.

55 Gava wana goveka hʼewşêda agir vêxist û dorê rʼûniştin, Petrûs jî li wir tʼevî wan rʼûnişt.

56 Û carîkê ew li ber agir rʼûniştî dît, li wî nihêrʼî û got: «Eva jî tʼevî Wî bû».

57 Lê Petrûs înkʼar kir û gotê: «Ez Wî nas nakim, eʼvdê!»

58 Xêlekê şûnda yekî din ew dît û got: «Tu jî ji wan î». Petrûs wîrʼa got: «Pismam, ez ne ji wan im».

59 Û weke sihʼetekê jî derbaz bû, yekî din jî dida zora xwe û digotê: «Hebe-tʼunebe eva meriva tʼevî Wî bû, çimkî ji Celîlê ye».

60 Lê Petrûs got: «Filan kes! Ez nizanim tu çi dibêjî». Û xeber hê dêvda bû, destxweda dîk bang da.

61 Xudan ser Petrûsda vegerʼîya li wî nihêrʼî, hingê Petrûs gotina Xudan anî bîra xwe, ku wîrʼa gotibû: «Îro hê berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî».

62 Û Petrûs derkʼete derva kʼele-kʼel girîya.


Îsa dibe pêkʼenî û tê kʼutanê

63 Û ewêd ku nobedarî li Îsa dikirin, qerfê xwe li Wî dikirin, dikʼutan.

64 Çʼeʼvêd Wî girêdan û ji Wî dipirsîn, digotin: «De pʼêxembertîyê bike, kʼa kʼî bû ku Te xist?»

65 Û bi gelek gotinêd mayîn jî Ew bêhurmet dikirin.


Îsa li ber civîna giregira
( Metta 26:59-66 ; Marqos 14:55-64 ; Yûhʼenna 18:19-24 )

66 Û gava sibeh zelal bû, kʼoma rʼûspîyêd cimeʼtê, serekêd kʼahîna û qanûnzana civîyan. Îsa kʼaşî dîwanxana xwe kirin

67 û gotinê: «Heger Tu yî Mesîh, merʼa bêje?» Îsa wanrʼa got: «Heger Ez werʼa bêjim jî, yek e hûn dîsa bawer nakin.

68 Û heger pirsekê jî bidime we, hûnê dîsa caba Min nadin.

69 Ji vir şûnda Kurʼê Mêriv wê li kʼêleka Xwedêyê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûnê».

70 Û hʼemûya bi hevrʼa got: «Wekî usa ye Tu Kurʼê Xwedê yî?» Ewî wanrʼa got: «Hûn xwexa dibêjin ku Ez Ew im».

71 Û wana got: «Îdî şeʼde çî merʼa ne? Me xwexa ji devê Wî bihîst».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements