Lûqa 2 - Peymana Nû (Încîl)Bûyîna Îsa ( Metta 1:18-25 ) 1 Wan rʼojada ji Awgûstoyê Qeyser eʼmir derkʼet, ku hʼemû merivêd Împêratorîya Rʼomayê bêne navnivîsarê. 2 Ev navnivîsara pêşin hêna Kûrênyoyê welîyê Sûryayêda hate kirinê. 3 Hʼemû diçûne bajarê xwe, ku her kes navê xwe bide nivîsarê. 4 Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê rʼabû hevraz çû Cihûstanê, bajarê bûyîna Dawid, ku jêrʼa Beytlehʼm digotin, çimkî ew ji mal û qebîla Dawid bû. 5 Ew çû ku tʼevî Meryema dergîstîya xwe bikʼeve navnivîsarê. Meryem jî hʼemle bû. 6 Çaxê ewana li Beytlehʼmê bûn, rʼoja welidandina wê pêrʼa gihîşt 7 û kurʼê xweyî Nixurî anî, Ew pʼêçʼekêda pʼêçʼa û afirʼda danî, çimkî mêvanxanêda bona wan cî tʼunebû. Milyakʼet û şivan 8 Li wir çolê şivan hebûn, ku wê şevê xweyîtîya kerîyê pezêd xwe dikirin. 9 Milyakʼetê Xudan wanva xuya bû û rʼûmeta Xudan dora wan şewq da, ew gelekî tirsîyan. 10 Lê milyakʼet wanarʼa got: «Netirsin! Va ye ez Mizgînîya şabûneke mezin didime we, ku wê bona tʼemamîya milet be. 11 Îro werʼa bajarê Dawidda Xilazkirek bû, ew Mesîh Xudan e. 12 Eva werʼa bibe nîşan: Hûnê zarʼokekê pʼêçʼekêda pʼêçʼayî afirʼda bibînin». 13 Nişkêva tʼevî wî ordîke milyakʼetêd eʼzmanaye mezin kʼifş bû, pesinê Xwedê didan û digotin: 14 «Şikir Xwedêyê Herî Jorinrʼa, eʼdilayî ser dinê wan merivarʼa, ji kʼîjana Xwedê rʼazî ye». 15 Gava milyakʼet ji wan dûr kʼetin hilatine eʼzmên, şivana hevrʼa got: «De werin em herʼine Beytlehʼmê, ev tiştê bûyî, ku Xudan em pê hʼesandin, bibînin». 16 Û bi lez hatin, Meryem, Ûsiv û Zarʼa afirʼda rʼazayî dîtin. 17 Gava Ew dîtin, çi ku bona Kurʼik wanrʼa hatibû eʼlamkirinê, gotin. 18 Her kesê ku ji şivana ev tişt dibihîstin, zendegirtî diman. 19 Lê Meryemê ev hʼemû tişt dilê xweda xwey dikirin û li ser wan difikirî. 20 Şivan vegerʼîyan, bona tiştêd bihîstî û dîtî pesin û şikirî didane Xwedê. Ev hʼemû usa bûn çawa wanarʼa hatibû gotinê. Navdanîna Îsa 21 Rʼoja hʼeyşta gava kurʼik sinet kirin, navê Wî Îsa danîn, çawa ku hê berî hʼemlebûna dê, milyakʼet bona vê yekê gotibû. Îsa dibine pʼaristgehê, ku pʼêşkʼêşî Xwedê kin 22 Çaxê anegorî Qanûna Mûsa rʼojêd paqijbûna wan tʼemam bûn, kurʼik birine Orşelîmê, ku Wî pʼêşkʼêşî Xudan kin, 23 çawa ku Qanûna Xudanda nivîsar e: «Her nixurîkî nêrîn ku betʼinê vedike, nedirê Xudan be» 24 û li gora gotina Qanûna Xudan: «Cotek fatimok yan jî du cûcûkêd kevotka» hʼedî bê dayînê. 25 Hingê merivek Orşelîmêda hebû, navê wî Şimhʼûn bû. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û li hîvîya berdilîya Îsraêlê bû. Rʼuhʼê Pîroz jî li ser wî bû 26 û wîrʼa gotibû: «Hʼeta ku tu Mesîhê Xudan nebînî, namirî». 27 Hingê ew bi rʼêberîya Rʼuhʼ hate pʼaristgehê. Çaxê dê û bavêva Îsayê biçʼûk anîn ku li gora eʼdetê Qanûnê bona Wî bikin, 28 Şimhʼûn Kurʼik hilda da hʼemêza xwe, şikirî da Xwedê û got: 29 «Ya Xweyî, niha li gora sozê Xwe bi xêr û silamet berdestîyê Xwe berʼde. 30 Çimkî çʼeʼvê min azakirina Te dît, 31 ya ku Te ber çʼeʼvê hʼemû mileta hazir kirîye, 32 ku bibe rʼonayîya ber çʼeʼvê necihûya û qedir-hurmet cimeʼta Te Îsraêlrʼa». 33 Dê û bavê Wî ser tiştêd ku Şimhʼûn bona Wî digotin, zendegirtî mabûn. 34 Şimhʼûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêrʼa got: «Bibihên, Eva ewî kʼifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê kʼetin-rʼabûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî rʼabin 35 û bi vî awayî fikirêd gelek dila wê eʼyan bin. Û dilê terʼa jî mîna tîrekê wê derbaz be». 36 Li wir ji rʼikʼinyata Aşêr, qîzeke Fanowêle pʼêxember hebû, navê wê Hana. Ewê gelek eʼmir derbaz kiribû, pey qîztîya xwerʼa hʼeft sala cem mêrê xwe mabû. 37 Ew jinebîke hʼeyştê çar salî bû û ji pʼaristgehê dûr nedikʼet, şev û rʼoj bi dua û rʼojîya Xwedê dihʼeband. 38 Eva jî wê demê hat, şikirî da Xwedê û tʼevî hʼemûyêd ku çʼeʼvnihêrʼîya azabûna Orşelîmê bûn, derheqa kurʼikda xeber da. Meryem, Ûsiv û Îsayê biçʼûk vedigerʼine Nisretê 39 Gava Ûsiv û Meryemê her tişt li gora Qanûna Xudan kirin, vegerʼîyane Celîlê, bajarê xwe Nisretê 40 Kurʼik mezin û qewat dibû, bi serwaxtîyê tʼijî dibû, kʼerema Xwedê jî bi Wîrʼa bû. Îsayê donzdeh salî pʼaristgehêda 41 Dê û bavê Wî her sal Cejina Derbazbûnêda diçûne Orşelîmê. 42 Çaxê Ew bû donzdeh salî, li gora eʼdet ewana hevraz çûne cejinê. 43 Gava rʼojêd cejinê xilaz bûn û paşda vedigerʼîyane mala xwe, Îsayê xişîm li Orşelîmê ma. Lê dê û bavê Wî haş ji Wî tʼunebûn, 44 wana tʼirê tʼevî rʼêwîya ye. Rʼîya rʼojekê hatin, nav heval-hogirêd xweda li Wî gerʼîyan. 45 Gava Ew nedîtin, paşda vegerʼîyane Orşelîmê, li Wî gerʼîyan. 46 Rʼoja sisîya wana Ew pʼaristgehêda dît. Ew tʼevî dersdara rʼûniştibû, guhdarîya wan dikir û pirs didane wan. 47 Hʼemûyêd ku xeberdana Wî dibihîstin, ser zanebûn û cabêd Wî zendegirtî diman. 48 Gava dê û bavê Wî ew dîtin, hʼeyîrîn û dîya Wî jêrʼa got: «Lawo! Te çima usa serê me kir? Ez û bavê te kʼel-bîn li Te digerʼîyan». 49 Ewî wanrʼa got: «Hûn çima li Min digerʼîyan? We nizanibû gerekê Ez mala Bavê Xweda bim?» 50 Lê wana feʼm nekir Ewî çi got. 51 Ew tʼevî wan vegerʼîya hate Nisretê û gurʼa wanda bû. Lê dîya Wî ev hʼemû tişt dilê xweda xwey dikirin. 52 Û Îsa bi serwaxtîyê û bejinêda pêşda diçû û li Xwedê û meriva xweş dihat. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia