Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Lûqa 19 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa û xercgir

1 Îsa kʼete Erîhayê û wêrʼa derbaz dibû.

2 Li wir merivekî dewletî hebû, serwêrê xercgira, navê wî Zexayo.

3 Ewî dikir ku Îsa bidîta kʼa Ew kʼî ye, lê dest eʼlaletê nikaribû bidîta, çimkî bejinêda kin bû.

4 Ew pêşda bezî rʼabû ser dareke hêjîrêye stirîn, wekî Îsa bibîne, çimkî Ewê hema li wirrʼa derbaz bibûya.

5 Û çaxê Îsa hate wî cîyî, li jor nihêrʼî û gote wî: «Zexayo! Zû bike ji wir were xwarê, çimkî Ez gerekê îro mala teda bimînim».

6 Zexayo lezand jorda hate xwarê û bi eşq-şa Ew qebûl kir.

7 Hʼemûyêd ku ev yek dîtin, bîna xwe teng dikirin û digotin: «Ew bû mêvanê merivekî gunekʼar».

8 Lê Zexayo pêş hʼemûyava sekinî û gote Xudan: «Xudan, ez va nîvê hebûka xwe didime feqîra û min neheqî kʼê jî kiribe, ezê çar car lê vegerʼînim».

9 Îsa wîrʼa got: «Îro ev mal xilaz bû, çimkî eva jî zarʼa Birahîm e.

10 Bona vê yekê Kurʼê Mêriv hat, wekî li yêd undabûyî bigerʼe û xilaz ke».


Mesela dehe zêrʼa
( Metta 25:14-30 )

11 Û wana hê ev tişt dibihîstin, Îsa meseleke din jî anî ser wê yekê, ku Ew nêzîkî Orşelîmê dibû û wana tʼirê Pʼadşatîya Xwedê wê zûtirekê kʼifş be.

12 Ewî got: «Merivekî eʼsilzade çû welatekî dûr, ku pʼadşatîya xwe bistîne û vegerʼe.

13 Gazî dehe xulamêd xwe kir, dehe zêrʼ dane wan û got: ‹Van bidine xebatê, hʼeta ku ez vegerʼim›.

14 Lê bajarvana kʼîna wî girtibû, qasid li pey wî şandin û gotin: ‹Em naxwazin ew pʼadşatîyê li ser me bike›.

15 Û gava ewî pʼadşatîya xwe stand vegerʼîya, gazî wan xulama kir, kʼîjanêd ku ewî pʼere dabûne wan, wekî bizanibe kʼa her yekî çiqas kirîye kʼar.

16 Yê pêşin hat û gotê: ‹Ez xulam, zêrʼekî te dehe zêrʼ kire kʼar›.

17 Axayê wî jêrʼa got: ‹Eʼferim, xulamê qenc! Tu nava wî tiştê hindikîda amin mayî, serwêrtîyê dehe bajara bike›.

18 Yê duda jî hat û got: ‹Ez xulam, zêrʼekî te pênc zêrʼ kire kʼar›.

19 Axayê wî jêrʼa got: ‹Tu jî ser pênc bajara be›.

20 Paşê yekî din hat û got: ‹Ez xulam, va ye zêrʼê te, min destmalêda pʼêçʼayî hildabû.

21 Çimkî ez ji te ditirsîyam, min zanibû tu merivekî hʼişk î, çi ku te danenîye, hildidî û çi ku te neçandîye, didirûyî›.

22 Û wî jêrʼa got: ‹Ezê hema bi devê te dîwana te bikim, xulamê xirab! Heger te zanibû ku ez merivekî hʼişk im, çi ku min danenîye, hildidim û çi ku neçandîye, didirûm,

23 te çima pʼerê min neda kʼarkira, ku ez bihatama min bi selef bistanda?›

24 Û hazirarʼa got: ‹Wî zêrʼî ji wî bistînin û bidine ewê ku dehe zêrʼêd wî hene›.

25 Wîrʼa gotin: ‹Xudan, dehe zêrʼêd wî hene›.

26 Ewî got: ‹Ez werʼa dibêjim, yê kʼê ku heye, wîrʼa wê bê dayînê, lê yê kʼê ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê.

27 Lê belê wan neyarêd min jî, kʼîjana nedixwest ez pʼadşatîyê li ser wan bikim, bînine vir, ber çʼeʼvê min wan bikujin›».


Îsa bi rʼûmet dikʼeve Orşelîmê
( Metta 21:1-11 ; Marqos 11:1-11 ; Yûhʼenna 12:12-19 )

28 Îsa pey vê xeberdanêrʼa pêşda çû, wekî hevraz herʼe Orşelîmê.

29 Û gava nêzîkî gundêd Beytfacê û Beytanyayê bû, wî cîyê ku jêrʼa digotin çʼîyayê Zeytʼûnê, hingê du şagirtêd Xwe şandin

30 û got: «Herʼine wî gundê pêşberî xwe, gava hûn bikʼevinê, hûnê ceʼşikeke girêdayî bibînin ku hê kesek lê sîyar nebûye. Ewê vekin û bînin.

31 Heger yek ji we bipirse: ‹Hûn çima wê vedikin?› bêjin, ku Xudanrʼa lazim e».

32 Ewêd şandî çûn, çawa ku wanrʼa hatibû gotinê, usa jî dîtin.

33 Û wana hê ceʼşik vedikir, xweyêd wê wanrʼa gotin: «Hûn çima vê ceʼşikê vedikin?»

34 Şagirta got: «Xudanrʼa lazim e».

35 Û ew anîne cem Îsa, kʼincêd xwe avîtine ser wê û Îsa lê sîyar kirin.

36 Gava diçû, cimeʼtê kʼincêd xwe ser rʼê rʼadixistin.

37 Û gava Ew nêzîkî pʼêberjêrê çʼîyayê Zeytʼûnê bû, tʼemamîya kʼoma şagirta destpêkirin şa dibûn û bi dengê bilind bona hʼemû kʼeremetêd ku dîtibûn şikirî didane Xwedê

38 û digotin: «Bimbarek e ew Pʼadşayê ku bi navê Xudan tê! Eʼdilayî li eʼzmên û şikirî li Yê Herî Jorin!»

39 Lê ji nav eʼlaletê çend fêrisîya Îsarʼa got: «Dersdar, li şagirtêd Xwe hilê».

40 Ewî li wan vegerʼand û got: «Ez werʼa dibêjim, heger evana dengê xwe bibirʼin, kevirê bikine qîrʼîn».


Îsa bona Orşelîmê digirî

41 Û gava nêzîkî Orşelîmê bû, li bajêr nihêrʼî, serda girîya

42 û got: «Xwezî te hema îro bizanibûya eʼdilayîya te çiva girêdayî ye! Lê niha ji ber çʼeʼvê te hate veşartinê.

43 Wê rʼoj ser teda bên, ku dijminêd teyê dora te çeperʼê girêdin û ji her alîyava hʼicûmî ser te kin.

44 Wê te û zarʼêd te nava teda bikin ax-xwelî û kevir li ser kevir nahêlin. Çimkî wextê ku Xwedê serîk da te, tu xwe nehʼesîyayî».


Îsa pʼaristgehêda
( Metta 21:12-17 ; Marqos 11:15-19 ; Yûhʼenna 2:13-22 )

45 Û kʼete pʼaristgehê, destpêkir yêd ku difirotin derxistin

46 û wanrʼa got: «Nivîsar e: ‹Mala Min wê mala dua be›. Lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa›».

47 Û her rʼoj pʼaristgehêda hîn dikir, lê serekêd kʼahîna, qanûnzan û giregirêd cimeʼtê pey kʼetibûn, ku çawa Wî bikujin.

48 Lê nikaribûn tiştek bikirana, çimkî tʼemamîya cimeʼtê Wîva girêdayî bû û guhdarîya Wî dikir.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements