Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Lûqa 16 - Peymana Nû (Încîl)


Wekʼîlxercê bêamin, lê serwaxt

1 Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Merivekî dewletî hebû, wekʼîlxercekî wî hebû. Rʼojekê gilî gihîşte wî, yançîye wekʼîlxercê wî hebûka wî pʼûçʼ dike.

2 Ewî jî gazî wî kir û gotê: ‹Ev çi yek e ku ez bona te dibihêm? Heq-hʼesabê wekʼîlxerctîya xwe bide, çimkî îdî tu nikarî wekʼîlxerctîyê bikî›.

3 Wekʼîlxerc dilê xweda got: ‹Ez çi bikim? Axayê min ji wekʼîlxerctîyê min derdixe, eʼrdkʼolan li min nabe, ji pʼarskirinê jî şerm dikim.

4 Ez zanim ezê niha çi bikim, ku malêd xweda min qebûl kin, gava ez ji wekʼîlxerctîyê derkʼevim›.

5 Ewî yek-yek gazî deyndarêd axayê xwe kir û yê pêşinrʼa got: ‹Tu çiqasî deyndarê axayê min î?›

6 Ewî got: ‹Sed kʼûp bizirê zeytʼûnê› û wîrʼa got: ‹Han nivîsara xwe hilde û zû rʼûnê binivîse pêncî›.

7 Paşê yê dinrʼa got: ‹Tu çiqasî deyndar î?› Ewî jî got: ‹Sed çʼeʼl genim› û wîrʼa got: ‹Han nivîsara xwe hilde û binivîse hʼeyştê›.

8 Û axa pesinê wekʼîlxercê bêamin da, wekî ewî bi aqilî kir. Awa merivêd vê dinê hindava xweda ji merivêd rʼonayê serwaxttir in.

9 Ez werʼa dibêjim, hûn bi hebûka vê dinê hevala xwerʼa dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konêd hʼeta-hʼetayêda qebûl kin.

10 Ewê ku nava tiştêd hindikîda amin e, nava tiştêd gelekîda jî amin e, lê ewê ku nava tiştêd hindikîda bêamin e, nava tiştêd gelekîda jî bêamin e.

11 Heger hûn nava hebûka vê dinêda bêamin bûn, kʼê wê hebûka rʼast bide we?

12 Heger hûn nav tiştê yê xerîbda amin nîbin, ya we kʼê wê bide we?

13 Xulamek nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin».


Qanûn û Pʼadşatîya Xwedê
( Metta 11:12-13 ; 5:31-32 ; Marqos 10:11-12 )

14 Gava fêrisîya ev hʼemû tişt bihîstin, qerfê xwe li Îsa dikirin, çimkî pʼerehʼiz bûn.

15 Îsa wanrʼa got: «Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva rʼast didine kʼifşê, lê Xwedê dilê we zane. Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e, ew li ber Xwedê hʼeram e.

16 Zemanê Qanûn û pʼêxembera hʼeta Yûhʼenna kʼişand, ji wir şûnda Pʼadşatîya Xwedê tê dannasînkirinê û her kes diceʼdîne bi qewatê bikʼeve wir.

17 Lê eʼrd û eʼzmanê hê rʼihʼet derbaz bin, ne ku ji Qanûnê noktek unda be.

18 Kʼî ku jina xwe berʼde û yeke din bistîne, zinêkʼarîyê dike. Û kʼî ku ya mêrberʼdayî distîne, zinêkʼarîyê dike.


Merivê dewletî û Lazarê feqîr

19 Merivekî dewletî hebû, ku kʼincê rʼewş û nazik li xwe dikir û her rʼoj bi eşq-şa kʼêf dikir.

20 Merivekî feqîr jî hebû, navê wî Lazar. Ew nava pʼizikêd pʼîsda ber derê yê dewletî kʼetî bû.

21 Û çʼeʼvê wî bermayîyê sifra dewletîda dima, ku dixwest kurmê xwe pê bişkênanda. Se jî dihatin, birînêd wî dalastin.

22 Rʼoj hat feqîr mir, milyakʼeta ew birine cem Birahîm. Yê dewletî jî mir, defin kirin.

23 Gava yê dewletî dîyarê mirîyada cefa dikʼişand, serê xwe bilind kir, ji dûrva Birahîm dît û Lazar hʼemêzêda.

24 Ewî deng dayê û gotê: ‹Bavê Birahîm, li min were rʼeʼmê. Lazar bişîne, ku serê tʼilîya xwe avêda ke bîne zarê min şil ke, çimkî ez kʼûra vî agirîda dişewitim›.

25 Lê Birahîm gotê: ‹Lawo! Bîne bîra xwe, ku te qencîyêd pʼara xwe nav zemanê eʼmirê xweda standine, lê Lazar zelûlî kʼişandîye. Niha jî dilê wî li vir rʼihʼet e, lê tu nava cefada yî.

26 Û pêştirî vê yekê jî, gelîkî bêbinî nava me û weda heye. Ne yê vir dikarin derbazî cem we bin, ne jî yê wir dikarin derbazî cem me bin›.

27 Hingê ewî gotê: ‹Bavo, wekî usa ye, ez hîvî ji te dikim, tu ewî bişîne mala bavê min,

28 çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›.

29 Lê Birahîm gotê: ‹Mûsa û pʼêxemberêd wan hene. Bira guhdarîya wan bikin›.

30 Ewî jî got: ‹Na, bavê Birahîm, heger ji mirîya yek herʼe cem wan, wê ji gunekirinê vegerʼin›.

31 Hingê Birahîm wîrʼa got: ‹Heger guhdarîya Mûsa û pʼêxembera nakin, yek ji mirîya rʼabe jî, dîsa ewana bawer nakin›».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements