Lûqa 15 - Peymana Nû (Încîl)Peza undabûyî ( Metta 18:12-14 ) 1 Awa hʼemû xercgir û gunekʼar nêzîkî Wî dibûn, ku guhê xwe bidana ser gotinêd Wî. 2 Lê fêrisî û qanûnzana bîna xwe teng dikir û digotin: «Eva gunekʼara qebûl dike û tʼevî wan nan dixwe». 3 Û Îsa eva mesela wanrʼa got: 4 «Ji we kʼî ye ew merî, ku sed pezêd wî hebin û gava yekî ji wan unda ke, nod neha çol û besta nehêle û pey ya undabûyî nekʼeve, hʼeta ku wê bibîne? 5 Û gava bibîne, wê ji şabûna dayne ser milê xwe, 6 vegerʼe malê, gazî der û cînara ke û wanrʼa bêje: ‹Tʼevî min şa bin! Min peza xweye undabûyî dît›. 7 Ez werʼa dibêjim, usa jî li eʼzmên bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, hê wê bibe şabûneke mezin, ne ku bona nod nehêd rʼast, kʼîjanarʼa tʼobekirin ne hʼewce ye. Zîvê undabûyî 8 Yan kʼîjan e ew kʼulfeta ku dehe zîvêd wê hebin û gava yekî ji wan unda ke, wê çʼirê vênexe, malê gêzî neke û qenc lê nagerʼe, hʼeta ku zîvê xwe bibîne? 9 Û çaxê ew bibîne, wê gazî der û cînara ke û wanrʼa bêje: ‹Tʼevî min şa bin! Min zîvê xweyî undakirî dît›. 10 Ez werʼa dibêjim, usa jî milyakʼetêd Xwedê bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, şa dibin». Kurʼê undabûyî û birê wî 11 Û Îsa got: «Du kurʼêd merivekî hebûn. 12 Yê biçʼûk gote bavê xwe: ‹Bavo, ji hebûka xwe çi ku pʼara min dikʼeve, bide min›. Û ewî wanarʼa hebûk pʼarevekir. 13 Pey çend rʼojarʼa kurʼê biçʼûk her tiştê xwe tʼop kir çû welatekî dûr. Li wir ewî eʼmirê toltîyê derbaz kir, hʼemû hebûka xwe pʼûçʼ kir. 14 Û gava tiştek dêstda nema, wî welatîda jî bû xelayîke mezin û ew kʼete hʼalekî giran. 15 Çû xwe li bajarvanekî wî welatî girt û ewî ew şande kʼewşên ber beraza. 16 Ew hʼewce bû ku zikê xwe bi wan xirnûfêd ku beraza dixwar tʼêr bikira, lê kesekî ew jî nedida wî. 17 Lê gava ew ser hʼişê xweda hat, got: ‹Çiqas pʼale mala bavê minda hene, ku nan dixwin û ber wan dimîne, lê ez vira birʼçîna dimirim. 18 Ez rʼabim herʼime cem bavê xwe û wîrʼa bêjim: Bavo, min ber te û eʼzmên gune kir. 19 Ez îdî ne hêjayî kurʼtîya te me. Tʼenê mîna pʼalekî xwe min qebûl ke›. 20 Û rʼabû hate cem bavê xwe. Lê gava hê dûrva bavê ew dît, dilê wî ser şewitî, berbi wî bezî, ew hʼemêz kir û rʼamûsa. 21 Kurʼ jêrʼa got: ‹Bavo, min ber te û eʼzmên gune kir. Ez îdî ne hêjayî kurʼtîya te me›. 22 Lê bavê xulamêd xwerʼa got: ‹Zû bikin, çuxê lapî rʼind bînin lê kin, gustîlê têkine tʼilîyê û sola jî bikine niga. 23 Canegayê dermalîkirî bînin, serjêkin, em bixwin û şa bin. 24 Çimkî ev kurʼê min mirî bû, sax bû, undabûyî bû, hate dîtinê›. Û dest bi şayîyê kirin. 25 Wî çaxî kurʼê wîyî mezin li kʼewşên bû. Gava hat nêzîkî malê bû, dengê stiran û rʼeqasê bihîst. 26 Ewî gazî ji xulama yekî kir û jê pirsî: ‹Ev çi hʼewal e?› 27 Xulêm wîrʼa got: ‹Birê te hatîye, bavê te canegayê dermalîkirî serjêkirîye, çimkî ew sax û silamet vegerʼîyaye›. 28 Bira hêrs kʼet û nexwest ku herʼe hindurʼ. Bav derkʼete derva, lava wî kir. 29 Ewî li bavê xwe vegerʼand û got: ‹Eva muxdarê çend sala ne ku ez terʼa xulamtîyê dikim û ji gurʼa te qet dernekʼetime, te qet karek jî nedaye min ku min tʼevî heval-hogirêd xwe kʼêf bikira. 30 Lê gava ew kurʼê teyî ku hebûka te bir, tʼevî qava pʼûçʼ kir hat, te bona wî canegayê dermalîkirî serjêkir›. 31 Bavê jêrʼa got: ‹Lawo, tu her gav tʼevî min î û hʼemû hebûka min ya te ye. 32 Gerekê em eşq û şa bûna, çimkî ev birê te mirî bû, sax bû û undabûyî bû, hate dîtinê›». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia