Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Lûqa 14 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa li mala fêrisîda nexweşekî qenc dike

1 Rʼojeke şemîyê Îsa bona nanxwarinê çû mala serwêrekî fêrisîya. Wana çʼeʼvê xwe ji ser Wî nedibirʼî.

2 Li wir pêşberî Wî merivekî bi nexweşîya avzê hebû.

3 Îsa ji qanûnzan û fêrisîya pirsî û got: «Rʼoja şemîyê qenckirin cayîz e yan na?»

4 Wana dengê xwe nekir. Hingê Ewî nexweş girt, qenc kir û verʼêkir.

5 Paşê Ewî wanrʼa got: «Ji we kʼîjan e, heger kurʼê wî yan gayê wî bikʼeve bîrê, rʼoja şemîyê pêrʼa-pêrʼa dest nevêjê dernexe?»

6 Nikaribûn caba vê pirsa Wî bidana.


Hînkirina derheqa yêd ku li navê xwe digerʼin

7 Û gava Ewî dît, wekî merivêd tʼeglîfkirî çawa xwe cîyê jorin digirtin, meselek wanrʼa got:

8 «Gava yek te gazî deʼwatê dike, cîyê jorin rʼûnenî, nebe ku yekî ji te qedirtir jî alîyê wîda tʼeglîfkirî be,

9 û xweyê deʼwatê, awa gotî tʼeglîfkirîyê we her duya, bê terʼa bêje: ‹Kʼerema xwe cî bide filan kesê›. Hingê tê ji şerma xwe rʼabî cîyê jêrin rʼûnêyî.

10 Lê çaxê te tʼeglîf dikin, herʼe cîyê jêrin rʼûnê, ku çaxê xweyê deʼwatê bê terʼa bêje: ‹Pismam, kʼerem ke, derbazî jorê be!› Hingê qedirê teyê ber çʼeʼvê hʼemû rʼûniştîya bilind be.

11 Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be û kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».

12 Û Îsa tʼeglîfkirîyê Xwerʼa got: «Çaxê tu firavînê yan şîvê datînî, gazî heval-hogir, bira-pismam yan jî der-cînarêd xweye dewletî neke, nebe ew jî te tʼeglîf kin û qencîya te li te vegerʼînin.

13 Lê gava tu xwarinekê datînî, gazî feqîr, seqet, yêd dikulin û kora ke.

14 Hingê tê xwezilî bî, çimkî ewana nikarin qencîya te li te vegerʼînin, lê belê Rʼoja Rʼabûna rʼastaye ji mirinê wê li te bê vegerʼandinê».


Mesela şayîya giran
( Metta 22:1-10 )

15 Gava ji hazira yekî ev yek bihîst, Wîrʼa got: «Xwezî li wî, ku Pʼadşatîya Xwedêda nên bixwe».

16 Lê Îsa wîrʼa got: «Merivekî şayîke giran hazir kir û gelek merî tʼeglîf kirin.

17 Gava wextê şayîyê pêrʼa gihîşt, ewî xulamê xwe şand, ku hʼemû tʼeglîfkirîyarʼa bêje: ‹Her tişt îdî hazir e, kʼerem kin werin›.

18 Lê her yekî destpêkir meʼnî girt. Yê pêşin wîrʼa got: ‹Min xwerʼa eʼrd kʼirʼîye, ez eʼseyî gerekê herʼim bibînim. Ez hîvî ji te dikim, min bibaxşîne›.

19 Û yê din got: ‹Min pênc cot ga kʼirʼîne, ez diçim ku wan bicêrʼibînim. Ez hîvî ji te dikim, min bibaxşîne›.

20 Yê sisîya jî got: ‹Ez zewicîme, lema nikarim bêm›.

21 Û ew xulam vegerʼîya hat, ev hʼemû axayê xwerʼa gilî kirin. Hingê axa hêrs kʼet, xulamê xwerʼa got: ‹Zû herʼe meydan û kʼûçêd bajêr, feqîra, qopa, seqeta û kora tʼop ke bîne vir›.

22 Peyrʼa xulêm gotê: ‹Axayê min, te çawa eʼmir kir, min usa jî kir, lê dîsa cî heye›.

23 Û axê xulêmrʼa got: ‹Derkʼeve serê rʼê û dirba, zorê li her kesî bike bîne vir, ku mala min tʼijî be.

24 Ez werʼa dibêjim, ku ji wan merivêd tʼeglîfkirî tʼu kes ji şayîya min wê tiştekî teʼm neke›».


Çawa bibine şagirtê Îsa
( Metta 10:37-38 )

25 Pey vê yekêrʼa eʼlaleteke giran tʼevî Îsa diçû û Ew ser wanda vegerʼîya û got:

26 «Heger yek pey Min bê û Min ji dê û bavê xwe, ji jin û zarʼêd xwe, ji xûşk û birayêd xwe û usa jî ji xwe zeʼftir hʼiz neke, nikare bibe şagirtê Min.

27 Û kʼî ku xaçê xwe hilnede pey Min neyê, ew nikare bibe şagirtê Min.

28 Ji we kʼîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşîyê rʼûnenî nede ber hʼesêb, gelo qewata wîyê bigihîjê bîne sêrî yan na?

29 Nebe ku hʼîmê wê dayne û nikaribe bîne sêrî, yêd ku bibînin lê bikʼenin

30 û bêjin: ‹Evî merivî destpêkir çêke û nikaribû banîya sêrî›.

31 Yan jî kʼîjan pʼadşa pʼadşakîrʼa derê şêrʼ, pêşîyê rʼûnenî neşêwire, gelo wê bikaribe bi dehe hʼezara ber yekî ku bi bîst hʼezarî tê ser wî bike şerʼ?

32 Heger ew pê nikare, gava hê dûr e wê qasidê xwe bişîne, bona lihevhatinê hîvî jê bike.

33 Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min.


Xwêya bê teʼm
( Metta 5:13 ; Marqos 9:50 )

34 Xwê tiştekî qenc e. Lê heger ew teʼma xwe unda ke, paşê ewê bi çi teʼmê bistîne?

35 Ne wê dewsa xwelîyê bigire û ne jî dewsa pʼeyn. Wê bavêjine wêda. Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements