Lûqa 10 - Peymana Nû (Încîl)Şandina hʼeftê du şagirta 1 Pey vê yekêrʼa Xudan hʼeftê du şagirtêd din jî kʼifş kirin û ewana dudu-dudu pêşîya Xweva şandine wan cî û bajara, kʼîderê Xwexa wê biçûyayê 2 û wanarʼa got: «Nandirûn gelek e, lê pʼale hindik in. Awa hîvî ji Xweyê nandirûnê bikin, wekî pʼala nandirûna Xwerʼa bişîne. 3 Herʼin, Ez va we mîna berxa dişînime nava gura. 4 Xwerʼa ne kʼîsik hildin, ne tûrik, ne jî çarixa. Û rʼêva silavê nedine tʼu kesî, 5 çi mala ku hûn herʼinê, pêşîyê bêjin: ‹Eʼdilayî vê malêrʼa›. 6 Û heger li wir merivekî hêjayî eʼdilayîyê hebe, eʼdilayîya weyê li ser wî bimîne. Lê heger tʼunebe, wê li we vegerʼe. 7 Û wê malêda bimînin, çi xwarinê jî bidine we, ewê jî bixwin û vexwin, çimkî pʼale hêjayî heqê xwe ye. Û mal bi mal negerʼin. 8 Kʼîjan bajarê ku hûn herʼinê û we qebûl kin, çi daynine ber we, bixwin. 9 Nexweşêd navda qenc kin û wanrʼa bêjin: ‹Pʼadşatîya Xwedê nêzîkî we bûye›. 10 Lê ew bajarê ku hûn herʼinê û we qebûl nekin, derêne meydana û bêjin: 11 ‹Em wê tʼoza ku ji bajarê we nigêd meva girtîye jî li ser weda dawdişînin. Lê vê yekê bizanibin ku Pʼadşatîya Xwedê nêzîkî we bûye›. 12 Ez ji werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê Sodomê wê ji ya wî bajarî çêtir be. Bajarêd nebawer ( Metta 11:20-24 ) 13 Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew kʼeremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydayêda bibûna, ewanayê zûva bi kʼurx nav kʼozîyêda rʼûniştî tʼobe bikirana. 14 Lê Rʼoja Axretê hʼalê Sûr û Saydayê wê ji hʼalê we çêtir be. 15 Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzmên bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê! 16 Ewê guhdarîya we dike, guhdarîya Min dike û ewê we tʼexsîr dike, Min tʼexsîr dike, lê ewê Min tʼexsîr dike, yê ku Ez şandime tʼexsîr dike». Vegerʼandina hʼeftê duda 17 Ew hʼeftê du şagirt bi eşq û şa vegerʼîyan û gotin: «Xudan, cin jî saya navê Te êlimî me dibûn». 18 Ewî wanarʼa got: «Min mîrêcin dît, çawa birûska ji eʼzmên jorda kʼetî. 19 Awa Min hʼukum daye we, ku hûn meʼr û dûpʼişka û tʼemamîya qewata dijmin pʼêpeskin û qet tʼu tiştê zirarê nede we. 20 Lê bi wê yekê şa nebin ku cin êlimî we dibin, lê şa bin, ku navêd we li eʼzmana nivîsar e». Şabûna Îsa ( Metta 11:25-27 ; 13:16-17 ) 21 Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat. 22 Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek nizane Kurʼ kʼî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kʼî ye, pêştirî Kurʼ û yêd ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê». 23 Û wê gavê ser şagirtêd Xweda vegerʼîya û wanarʼa başqe got: «Xwezî li wan çʼeʼva, çi ku hûn dibînin ew jî dibînin. 24 Çimkî Ez werʼa dibêjim, ku gelek pʼêxember û pʼadşa xwestin ew tiştêd ku hûn dibînin bidîtana, lê nedîtin û ew tiştêd ku hûn dibihên bibihîstana, lê nebihîstin». Mesela samerîyê qenc 25 Hingê qanûnzanek rʼabû Ew cêrʼiband û got: «Dersdar, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bistînim?» 26 Ewî jî wîrʼa got: «Qanûnêda çi nivîsar e? Tu çawa dixûnî?» 27 Ewî lê vegerʼand û got: «‹Xudan Xwedêyê xwe hʼiz bike, bi tʼemamîya dilê xwe, bi tʼemamîya canîya xwe, bi tʼemamîya qewata xwe û bi tʼemamîya hʼişê xwe›, ‹hevalê xwe jî weke xwe hʼiz bike›». 28 Û Îsa wîrʼa got: «Te rʼast got. Usa bike û tê bijîyî». 29 Lê ewî xwest xwe rʼast derxe, Îsarʼa got: «Hevalê min kʼî ye?» 30 Îsa lê vegerʼand û got: «Merivek hebû, ew ji Orşelîmê berjêrî Erîhayê dibû. Ew kʼete destê qaçaxa û wana ew teʼzî kir, kʼutan û nîvkuştî hiştin çûn. 31 Usa qewimî ku kʼahînek wê rʼêda dihat. Gava ew dît, berrʼa derbaz bû çû. 32 Usa jî yekî lêwî hat, gihîşte wî cîyî, li wî nihêrʼî, berrʼa derbaz bû çû. 33 Paşê rʼêwîkî samerî hat. Gava ew dît, gunê wî lê hat. 34 Ew nêzîkî wî bû, bizir û şerav li birînêd wî xistin, pʼêçʼa û ew danî ser kʼerkʼedanê xwe bire mêvanxanê û bona wî xem kir. 35 Rʼoja dinê du zîv derxistin dane xweyê mêvanxanê û got: ‹Xweyîtîyê li vî bike, tu çi jî ser wî zêde xerc kî, gava ez vegerʼîyam, ezê li te vegerʼînim›. 36 Niha tʼexmîna te, ji wan hersêka kʼîjan bû hevalê wî merivê ku kʼete destê qaçaxa?» 37 Ewî jî got: «Ewê ku gune lê anî». Îsa wîrʼa got: «Herʼe tu jî usa bike». Îsa mala Mertʼa û Meryemêda 38 Çaxê rʼêkʼetin çûn, Îsa kʼete gundekî. Kʼulfetek ku navê wê Mertʼa bû Ew bire mala xwe. 39 Xûşkeke wê jî hebû, navê wê Meryem. Ewa ber nigêd Xudan rʼûniştibû û guhdarîya xeberêd Wî dikir. 40 Mertʼa jî ku gelek tʼivdarekdîtinêva gîro bû, hat sekinî û Îsarʼa got: «Xudan, qet xema Te nîne ku xûşka min nava vê tʼivdarekdîtinêda ez tʼenê hiştime? Bêje wê ku alî min bike». 41 Xudan lê vegerʼand û gotê: «Mertʼa, Mertʼa, tu bona gelek tişta xema dikî û tʼevîhev dibî. 42 Lê tʼenê tiştek lazim e, ew pʼara qenc jî Meryemê xwerʼa bijart û ji wê nayê standinê». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia