Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -


Lûqa 1 - Peymana Nû (Încîl)


Pêşgotina Lûqa Tʼêyofîlorʼa

1 Tʼêyofîloyê xweyîqedir, niha geleka destpêkirîye serhatîya wan tiştêd nava meda bûyî usa rʼêz kin,

2 çawa ewêd ku pêşîyê bi çʼeʼvê xwe dîtibûn û ev Mizgînî bela dikirin, merʼa gotin.

3 Ez jî çawa yekî hê zûva rʼast pey wan hʼemû tişta diçûm, min rʼê têrʼa dît ku bi hûr-gilî terʼa binivîsim,

4 wekî tu rʼastîya wan tiştêd ku hîn bûyî, bizanibî.


Mizgînîya milyakʼet bona bûyîna Yûhʼennayê nixumdar

5 Çaxê Hêrodes pʼadşayê Cihûstanê bû, kʼahînek ji bereka Ebîya hebû, navê wî Zekerîya bû. Jina wî jî ji eʼsilê Harûn bû, navê wê Êlîzabêt.

6 Evana her du jî li ber Xwedê rʼast bûn û nav hʼemû tʼemî û qanûnêd Xudanda bêqusûr diçûn.

7 Lê zarʼêd wan tʼunebûn, çimkî Êlîzabêtê zarʼ nedanîn û her duya jî eʼmirê xwe derbaz kiribûn.

8 Awa çaxê Zekerîya dora bereka xweda xizmetkʼarîya kʼahîntîyê li ber Xwedê dikir,

9 bi eʼdetê kʼahîntîyêda pʼeşk wîrʼa kʼet, ku herʼe pʼaristgeha Xudan, bixûrê bişewitîne.

10 Û dema şewitandina bixûrê, tʼemamîya cimeʼtê derva dua dikir.

11 Hingê milyakʼetê Xudan wîva xuya bû û alîyê rʼastêva kʼêleka gorîgeha bixûrê sekinî.

12 Çaxê Zekerîya dît, tʼevîhev bû û saw kʼete ser wî.

13 Lê milyakʼet wîrʼa got: «Zekerîya, netirse! Dua te hate bihîstinê, kʼulfeta te Êlîzabêtê terʼa kurʼekî bîne û tê navê wî Yûhʼenna daynî.

14 Ewê terʼa bibe eşq û şayî û gelekê bi bûyîna wî şa bin.

15 Çimkî ewê li ber Xudan mezin be. Tʼu car gerekê şerav-araqê venexwe. Û hê zikê dîya xweda, wê bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî be.

16 Wê ji zarʼêd Îsraêlê geleka berbi Xudan Xwedêyê wan vegerʼîne.

17 Ewê bi rʼuhʼ û qewata Êlyas pʼêxember pêşîya Xudanva herʼe, wê dilê bava ser zarʼada û neêlima berbi feʼmdarîya rʼasta vegerʼîne, wekî cimeʼtekê bona Xudan hazir ke».

18 Zekerîya milyakʼetrʼa got: «Ezê vê yekê çawa bizanibim? Ez kal im û kʼulfeta min jî eʼmirê xwe îdî derbaz kirîye».

19 Milyakʼet lê vegerʼand û gotê: «Ez Cibrayîl im, ku li ber Xwedê disekinim. Û ez hatime şandinê, ku terʼa bêjim û vê mizgînîyê bidime te.

20 Va tê lal bî û nikaribî xeber dî, hʼeta wê rʼoja ku ev tişt bêne sêrî, çimkî te ew gotinêd min bawer nekirin, ku wê wextê xweda bêne sêrî».

21 Hʼeta hingê cimeʼt hîvîya Zekerîya bû û eʼcêbmayî diman, ku ew pʼaristgehêda derengî dikʼet.

22 Û çaxê ew derkʼete derva, îdî nikaribû wanarʼa xeber da. Wana şik bir, ku pʼaristgehêda tişt hatîye li ber çʼeʼva. Û ewî bi nîşana wanarʼa xeber dida û lal ma.

23 Gava rʼojêd xizmetkirina wî xilaz bûn, çû mala xwe.

24 Pey wan rʼojarʼa, kʼulfeta wî, Êlîzabêt hʼemle derkʼet, pênc meha ewê xwe vedişart û digot:

25 «Ev çi yek bû van rʼojada Xudan bona min kir, hʼalê minda nihêrʼî û qara min ji nav meriva da hildanê».


Mizgînîya milyakʼet bona bûyîna Îsa

26 Meha şeşada Xwedê milyakʼet Cibrayîl şande bajarekî Celîlê ku navê wî Nisret bû,

27 cem qîzeke bikʼir, ya ku merivekî bi navê Ûsivê mala Dawidrʼa nîşankirî bû. Navê qîzikê Meryem bû.

28 Milyakʼet wêva xuya bû û gotê: «Silav li te qîzika kʼerem lê bûyîyê, Xudan tʼevî te ye».

29 Ewa ser gotina wî tʼevîhev bû û fikirî: «Gelo ev çi silav e?»

30 Û milyakʼet jêrʼa got: «Meryem, netirse! Çimkî te kʼerem ji Xwedê stand.

31 Va tê hʼemle derêyî Kurʼekî bînî û navê Wî Îsa daynî.

32 Ewê mezin be û Kurʼê Yê Herî Jorin wê bê gotinê. Û Xudan Xwedê wê tʼextê bavê Wî Dawid bide Wî.

33 Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê ser mala Aqûb bike û xilazîya Pʼadşatîya Wî wê tʼunebe».

34 Meryemê milyakʼetrʼa got: «Ev yekê çawa bibe, çimkî ez hela hê qîz im?»

35 Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.

36 Va ye omida te Êlîzabêt jî, ya ku bêzurʼet dihate gotinê, wê mezinayîya xweda eva meha şeşa ye kurʼekîda hʼemle ye.

37 Çimkî cem Xwedê tiştekî nebûyînê tʼune».

38 Wî çaxî Meryemê got: «Ez carîya Xudan im. Bira anegorî gotina te bona min bibe». Û milyakʼet ji cem wê çû.


Meryem serîkî Êlîzabêtê dixe

39 Wan rʼojada Meryem rʼabû lez çû alîyê çʼîya, bajarekî Cihûda.

40 Ew kʼete mala Zekerîya û silav da Êlîzabêtê.

41 Gava Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarʼok zikê wêda livîya. Êlîzabêt Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bû

42 û bi dengekî bilind kire gazî got: «Tu nav kʼulfetada bimbarek î û berê zikê teda jî bimbarek e.

43 Ev çi bextewarîk e ku dîya Xudanê min ser minda hat?

44 Gava dengê silava te kʼete guhê min, zarʼok zikê minda ji şabûna lîst.

45 Xwezî li wê, ku gotina Xudan bawer dike, ku çi jêrʼa hatîye gotinê, wê bê sêrî».

46 Meryemê got: «Nefsa min pesinê Xudan dide

47 û rʼuhʼê min bi Xwedê Xilazkirê min şa dibe,

48 çimkî Ewî berê Xwe milûktîya carîya Xweda kir. Va ji vir şûnda hʼemû nisilê xwezîya xwe li min bînin,

49 çimkî Xwedêyê Zor bona min tiştêd pʼirʼ mezin kirin. Navê Wî pîroz e.

50 Rʼeʼma Wî qirʼne-qirʼne li ser wan e, yêd ku ji Wî ditirsin.

51 Qewata destê Xwe Ewî da kʼifşê û yêd ku dilê xweda kʼubar-babax in bela-belayî kirin.

52 Yêd qewat ji kʼursîya anîn xwarê û yêd milûk bilind kirin.

53 Yêd birʼçî bi tiştêd qenc tʼêr kirin û yêd dewletî destvala verʼêkirin.

54 Rʼeʼma Xwe anî bîra Xwe, alî xulamê Xwe, Îsraêl kir,

55 çawa kal-bavêd me, Birahîm û zurʼeta wîrʼa bona hʼeta-hʼetayê sozê Xwe dabû».

56 Meryem weke sê meha cem Êlîzabêtê ma, paşê vegerʼîya mala xwe.


Bûyîna Yûhʼennayê nixumdar

57 Awa dema welidandina Êlîzabêtê pêrʼa gihîşt, kurʼek jêrʼa bû.

58 Heval-hogirêd wê bihîstin ku Xudan rʼeʼma xweye mezin bona wê kirîye, tʼevî wê şa dibûn.

59 Rʼoja hʼeyştada hatin ku kurʼik sinet kin û navê bavê wî Zekerîya lê kin.

60 Lê dîya wî got: «Na, navê wî gerekê Yûhʼenna be».

61 Wêrʼa gotin: «Nava merivêd teda bi wî navî kesek tʼune».

62 Hingê wana bi nîşana ji bavê wî pirsîn ku çi navî dixwaze wî ke.

63 Ewî jî tʼextek xwest û li ser nivîsî: «Navê wî Yûhʼenna ye». Hʼemû eʼcêbmayî man.

64 Destxweda zar-zimanê wî vebû, xeber da, şikirî da Xwedê.

65 Tirsê hʼemû cînarêd wan girt û tʼemamîya çʼîyayêd Cihûstanêda bona vê yekê dihate gotinê.

66 Hʼemûyêd ku dibihîstin, bîra xweda xwey dikirin, digotin: «Gelo ev kurʼikê bibe çi?» Çimkî destê Xudan pêrʼa bû.


Pʼêxembertîya Zekerîya

67 Bavê wî Zekerîya bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bû, pʼêxembertî kir û got:

68 «Şikir ji Xudan Xwedêyê Îsraêlêrʼa ku serîk da cimeʼta Xwe û azayî jêrʼa anî.

69 Ji mala xulamê Xwe Dawid bona me Xilazkirekî zor rʼakir,

70 çawa Ewî hê berêda bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotîye,

71 ku em ji dijminêd xwe û destê hʼemû xêrnexwaza xilaz bin,

72 rʼeʼmê kal-bavêd me bike, peymana Xweye pîroz

73 û wê sonda ku bavê me Birahîmrʼa xwar bîr bîne,

74 wekî ji destê dijmina azabûyî, em bikaribin bê tirs û xof,

75 hʼemû rʼojêd eʼmirê xweda, rʼast û hʼelal Wî bihʼebînin.

76 Tu, lo kurʼiko, tê pʼêxemberê Yê Herî Jorin bêyî gotinê, tê pêşîya Xudanva herʼî, wekî rʼîya Wî hazir kî

77 û zanebûna azayîyê bidî cimeʼta Wî bi baxşandina gunêd wan.

78 Ji rʼeʼm û hʼuba Xwedêyê me çawa jorda rʼo ku dertê, usa wê serîkî bide me,

79 wekî yêd ku teʼrîstanîyê û bin sîya mirinêda dimînin rʼonayî ke û nigêd me dayne ser rʼîya eʼdilayîyê».

80 Kurʼik mezin dibû û bi rʼuhʼ qewat digirt û hʼeta rʼoja Îsraêlêva xuya bû jî li berʼîyê dima.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Follow us:



Advertisements