Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Metta 19:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Ez werʼa dibêjim, kʼî ku bê sebebîya qavîyê jina xwe berʼde û yeke din bistîne, ew zinêkʼarîyê dike».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

9 Ez ji we re dibêjim, kî ku ji zînayê pê ve bi sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike.»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

9 Әз ԝәрʼа дьбежьм, кʼи кӧ бе сәбәбийа ԛавийе жьна хԝә бәрʼдә у йәкә дьн бьстинә, әԝ зьнекʼарийе дькә».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 اَز بُ وَ دِبِژِم، هَچی کَسه ژِنا خو خِنجی زِنایه بُ خاطره دِشدَگه دی بَردَت و ژِنَگه دی بِخازیت، زِنا گِریَ.»

See the chapter Copy




Metta 19:9
18 Cross References  

Şagirtêd Wî jêrʼa gotin: «Heger nav jin û mêrda tiştekî aha heye, hê qenc e wekî qet nezewicin».


Ewî li wan vegerʼand û got: «Mûsa ji dest serhʼişkîya we îzin da we ku hûn jinêd xwe berʼdin. Lê serîda ne usa bû.


Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ku bê sebebîya qavîyê jina xwe berʼde, ew dibe sebebê zinêkirina wê, heger dîsa ew mêr ke û kʼî ku yeke mêrberʼdayî bistîne, ew zinîyê dike.


Kʼî ku jina xwe berʼde û yeke din bistîne, zinêkʼarîyê dike. Û kʼî ku ya mêrberʼdayî distîne, zinêkʼarîyê dike.


Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava pʼûtpʼaristada jî tʼune, ku yek dest davêje dêmarʼîya xwe.


Jin ne xweserîxwe ye hʼeta ku mêrê wê sax e, lê heger mêr lê bimire, ew aza ye, tʼevî kʼê bixwaze dikare mêr ke, tʼenê bawermendê Xudan be.


Jin ne xweya qalibê xwe ye, lê mêr, usa jî mêr ne xweyê qalibê xwe ye, lê jin.


Follow us:

Advertisements


Advertisements