Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Metta 10:41 - Peymana Nû (Încîl)

41 Ewê ku pʼêxember qebûl dike çawa pʼêxember, wê heqê pʼêxember bistîne û ewê ku merivekî rʼast qebûl dike çawa merivê rʼast, wê heqê yêd rʼast bistîne.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

41 Yê ku pêxemberekî ji ber ku pêxember e qebûl bike, ewê xelata ku ji bo pêxember e bistîne. Û yê ku mirovê rast ji ber ku rast e qebûl bike, ewê xelata yê rast bistîne.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

41 Әԝе кӧ пʼехәмбәр ԛәбул дькә чаԝа пʼехәмбәр, ԝе һәԛе пʼехәмбәр бьстинә у әԝе кӧ мәрьвәки рʼаст ԛәбул дькә чаԝа мәрьве рʼаст, ԝе һәԛе йед рʼаст бьстинә.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

41 هَچی کَسه پِیغَمبَرَگه بَر خاطره هِنده گو پِیغَمبَرَ قَبول گَت، دیه خَلاته پِیغَمبَرَگه بِستِنیت، و هَچی کَسه مِرُوَگه صالِح بَر خاطره هِنده گو مِرُوَگه صالِحَ قَبول گَت، دیه خَلاته مِرُوَگه صالِح بِستِنیت.

See the chapter Copy




Metta 10:41
27 Cross References  

Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Hingê ewê Wîrʼa bêjin: ‹Xudan! Me kʼengê Tu birʼçî yan tʼî, yan xerîb, yan bê sitʼar, yan nexweş, yan kelêda dîtî û me alîkʼarî neda Te?›


Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›.


Haş ji xwe hebin, ku hûn qencîyêd xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne kʼifşê. Yan na, hûn ji Bavê xweyî Eʼzmana heq nastînin.


wekî meriv nizanibin ku tu rʼojî yî, lê tʼenê Bavê teyî ku nayê dîtinê zanibe. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


ku xêrêd te dizîva bin. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


Lê çaxê tu dua dikî, bikʼeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwerʼa ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


Çimkî kʼî ku dixwaze distîne, kʼî ku digerʼe dibîne û kʼî ku derî dixe ber vedibe.


Gava ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê, hîvî ji me kir û got: «Heger hûn min bawermenda Xudan hʼesab dikin, kʼerem kine mala min, li wir bimînin». Û zor li me kir em birin.


Gayos li we silav dike, qonaxê min û yê tʼemamîya civînê. Êrastoyê ser xizna bajêr li we silav dike û usa jî birayê Kiwarto.


Û heger min ev yeka bi hʼemdê xwe bikira, hingê xelata minê hebûya, lê ez vê yekê ne bi hʼemdê xwe dikim, çimkî eva qulixek e li min hatîye spartinê.


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


Hûn haş ji xwe hebin, wekî hûn kʼeda xwe unda nekin, lê heqê xwe tʼemam bistînin.


Follow us:

Advertisements


Advertisements