Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Marqos 7:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Hingê fêrisî û qanûnzana ji Îsa pirsîn: «Çima şagirtêd Te pey rʼaw-rʼizimêd kal û bava naçin û bi destêd hʼeram nan dixwin?»

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

5 Îcar Fêrisî û Şerîetzanan ji Îsa pirsîn: «Çima şagirtên te adetên bav û kalan nagirin, lê bi destên murdar xwarinê dixwin?»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

5 Һьнге ферьси у ԛанунзана жь Иса пьрсин: «Чьма шагьртед Тә пәй рʼаԝ-рʼьзьмед кал у бава начьн у бь дәстед һʼәрам нан дьхԝьн?»

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 ایجا فَریسیا و ماموستایِت تَوراته ژه عیسی پیسیار گِرِن: «بُچی شاگِرده تَ گورَیَگی سُنّتا مَزِنِت قَومی رِفتار ناگَن، و بِ دَسته مِرار رِسقی دِخُن؟»

See the chapter Copy




Marqos 7:5
12 Cross References  

«Çima şagirtêd Te pey rʼaw-rʼizimêd kal û bava naçin? Destneşûştî nan dixwin».


Bi vî awayî, hûn bi wan rʼaw-rʼizimêd xweye ku derbazî nisilêd nû dikin, xebera Xwedê dikine xwelî. Û hûn gelek tiştêd aha dikin».


Hûn tʼemîyêd Xwedê dihêlin û pey rʼaw-rʼizimêd merivayîyê dikʼevin».


Û got: «Hûn tʼemîyêd Xwedê rʼind didine alîkî, wekî rʼaw-rʼizimêd xwe xwey kin.


Awa wana bona te bihîstîye ku tu hʼemû cihûyêd nava necihûyada hîn dikî, ku dest ji Qanûna Mûsa bikʼişînin û dibêjî ku ew kurʼêd xwe sinet nekin û pey eʼdet jî neçin.


Wan xwerʼa hilde, tʼevî wan li gora eʼdet paqij be û xercê wan hilde ser xwe, ku pʼorʼê serê xwe kurʼ kin. Hingê her kesê zanibe ew tiştêd ku bona te bihîstine derew in û tu xwexa jî pey Qanûna Mûsa diçî.


û usa jî bû bavê sinetbûyîya, ne ku tʼenê yê sinetbûyîya, lê yê wan jî, kʼîjan pʼêga wê bawerîyêda diçin, ya ku Birahîmê bavê me hê berî sinetbûnê bawer kir.


Ez nava cihûtîyêda ji gelek hevalêd xweye cihû pêşdatir çûbûm, alîyê rʼaw-rʼizima kal-bavada jî gelekî xweyîxîret bûm.


Belê em dibihên ku nava weda hinek bêpʼergal-bêxîret dijîn, ne şixulkʼarê xwe ne, lê tʼevî şixulê xelqê dibin.


Em tʼemî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêpʼergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan rʼaw-rʼizimêd me dane we naqedînin.


Follow us:

Advertisements


Advertisements