Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Marqos 6:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Ne Ev necar e? Ne Ev kurʼê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimhʼûn e? Ne xûşkêd Wî li vir nav meda ne?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

3 Ma ev ne xerat e? Ma ev ne kurê Meryemê û birayê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimûn e? Ma xwişkên wî ne li vir di nav me de ne?» Bi vî awayî ew ji wî enirîn.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

3 Нә Әв нәщар ә? Нә Әв кӧрʼе Мәрйәме у бьре Аԛуб, Йусес, Щьһуда у Шьмһʼун ә? Нә хушкед Ԝи ль вьр нав мәда нә?» Бь ви аԝайи әԝ жь Ԝи чун.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 ما اَوَ اَوه نجّار نینَ؟ ما اَوَ گوره مریم و بِرایه یعقوب، یوشا، یهودا و شَمعون نینَ؟ ما خوشگه وی اِرَ، ناو مَدا ناژین؟» ایجا اَو عیسی عاجز بون.

See the chapter Copy




Marqos 6:3
21 Cross References  

Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe».


Hê Ewî eʼlaletêrʼa xeber dida, va dîya Wî û birayêd Wî li derva sekinîn, dixwestin tʼevî Wî xeber dana.


Li wê derê kʼulfet jî hebûn, ku dûrva li vê yekê dinihêrʼîn. Meryema Mejdelanî, Meryema dîya her du bira, Aqûbê biçʼûk û Yûsês û usa jî Seloma nav wanda bûn.


Endrawis, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, Tʼûma, Aqûbê kurʼê Halfawo, Tedayo, Şimhʼûnê welatpʼarist


Şimhʼûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêrʼa got: «Bibihên, Eva ewî kʼifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê kʼetin-rʼabûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî rʼabin


Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe».


Cab dane Wî ku: «Dîya Te û birayêd Te derva sekinî ne û dixwazin Te bibînin».


Cihûda, ne yê Îsxeryotî gote Wî: «Xudan, ewê çawa be, ku Tê Xwe meva eʼyan kî, lê dinyayêva na?»


Û digotin: «Ne eva Îsayê kurʼê Ûsiv e, ku em dê û bavê Wî nas dikin? Îdî eva çawa dibêje: ‹Ez ji eʼzmên hatime xwarê›?»


Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman.


Ewî destê xwe hʼejand ku kerʼ bin û gilî kir çawa Xudan ew ji kelê derxistîye, usa jî got: «Vê yekê Aqûb û xûşk-birayêd dinrʼa jî bêjin». Xwexa jî rʼabû çû cîkî din.


Lê em, Mesîhê xaçbûyî dannasîn dikin, cihûyarʼa pʼişkbûn e, necihûyarʼa jî bêhʼişî,


Gelo îzina me tʼune em ji ber xebata xweva bixwin û vexwin?


Lê belê ji şandîyêd mayîn min tʼu kes nedît, pêştirî Aqûbê birê Xudan.


Xwe li Wî bigirin, Wî kevirê saxî ku ji meriva tʼexsîrkirî ye, lê ji Xwedêda bijartî û xweyîqedir e.


Ji Cihûdayê xulamê Îsa Mesîh, birayê Aqûb, werʼa, yêd ku gazîkirî ne, ji Bav Xwedêda hʼizkirî û xweykirîyêd Îsa Mesîh in:


Follow us:

Advertisements


Advertisements