Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Marqos 3:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Gava ku wana kirinêd Wî bihîstin, ji Cihûstanê, Orşelîmê, Îdûmeyayê, wî alîyê Ûrdunêyî rʼohilatê, usa jî ji qeza Sûr û Saydê gelek meriv hatine cem Wî.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

8 Gava ku wan kirinên wî bihîstin, ji Cihûstanê, ji Orşelîmê, ji Îdûmeyê û ji aliyê Urdunê, ji herêma Sûr û Saydayê gelek mirov hatin ba wî.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

8 Гава кӧ ԝана кьрьнед Ԝи бьһистьн, жь Щьһустане, Оршәлиме, Идумәйайе, ԝи алийе Урдӧнейи рʼоһьлате, ӧса жи жь ԛәза Сур у Сайде гәләк мәрьв һатьнә щәм Ԝи.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 ژه اورشلیمه و ژه وَلاته اَدومیه و ژه حَریمِت آلیه دیَ چَمه اردنه و ژه دُر تا دُرا صور و صیدونه دوو ویدا چُن. وقته وه جَماعَتا عَظیم دَنگه تواوی شُله وی بیهیستِن، هاتنَ لاره وی.

See the chapter Copy




Marqos 3:8
18 Cross References  

«Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew kʼeremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydêda bibûna, ewanayê zûva bi kʼurx û kʼozîyê tʼobe bikirana.


Gelek eʼlalet jî ji Celîlê, ji qeza Dêkapolîsê, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji wî alîyê Ûrdunêyî rʼohilatê pey Wî diçûn.


Îsa ji wê derê rʼabû çû sînorê Sûrê. Çû malekê û nedixwest ku kesek pê bihʼesîya, lê nikaribû Xwe veşarta.


Pey wê yekêrʼa Îsa ji sînorê Sûrê derkʼet, nava Saydêrʼa derbaz bû, qeza Dêkapolîsêrʼa hate gola Celîlê.


Ew bi tʼevî wan berjêr bû hat, rʼastekê sekinî. Li wê derê kʼomeke şagirtaye mezin û cimeʼteke giran ji tʼemamîya Cihûstanê, Orşelîmê û ji devê beʼra Sûrê û Saydê civîyayî bûn.


Follow us:

Advertisements


Advertisements