Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Marqos 3:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Îsa bi hêrs li dora Xwe nihêrʼî, bona serhʼişkîya wan ber Xwe kʼet û wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û destê wî dîsa qenc bû.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

5 Îsa bi hêrs li wan ên ku li hawirdora wî bûn nêrî, ji ber serhişkiya wan xemgîn bû û ji zilam re got: «Destê xwe dirêj bike.» Wî jî dirêj kir û destê wî qenc bû.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

5 Иса бь һерс ль дора Хԝә ньһерʼи, бона сәрһʼьшкийа ԝан бәр Хԝә кʼәт у ԝи мәрьвирʼа гот: «Дәсте хԝә дьреж кә». Әԝи жи дьреж кьр у дәсте ԝи диса ԛәнщ бу.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 عیسی، بِ کَرب بَرخودا یگ بَ یگه وان، و بَر خاطره دله وان یه بینا بَری شُر بو، و گُتَ وی مِرُوی: «دَسته خو دِرِژ گَ.» اَوی مِرُوی دَسته خو دِرِژ گِر و دَسته وی ساخ بو.

See the chapter Copy




Marqos 3:5
29 Cross References  

Hingê wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û mîna destê din qenc bû.


Paşê wanrʼa got: «Rʼoja şemîyê qencîkirin cayîz e, yan xirabîkirin? Rʼuhʼekî xilaz kin, yan unda kin?» Lê wan deng nekir.


Xudan lê vegerʼand û gotê: «Durʼûno! Ji we kʼîjan rʼoja şemîyê gayê xwe yan kʼera xwe ji afirʼ venake û nabe ser avê?


Û gava Îsa ew dîtin, wanrʼa got: «Herʼin xwe nîşanî kʼahîna kin». Û çaxê ew hê diçûn, paqij bûn.


Û Îsa li hʼemûyêd dora Xwe nihêrʼî, wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî usa kir û destê wî dîsa qenc bû.


û jêrʼa got: «Herʼe serçʼeʼvê xwe hʼewzê Sîlwamêda bişo», (ku ev nav tê feʼmkirin «Şandî»). Ewî jî çû serçʼeʼvê xwe şûşt û bi çʼeʼvêd vebûyî vegerʼîya.


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


Belê ew sewdayê xweda feʼmekorî bûn û hʼeta îro jî gava peymana kevin dixûnin, xût ew xêlî ser feʼmê wan dimîne. Ew hingê tê hildanê, gava ew dibine pʼara Mesîh.


Ewana feʼmêd xweda şûna rʼeşva çûn û ji jîyîna Xwedê dûr kʼetine, ji dest nezanîya nava xwe û serhʼişkîya xwe.


Heger hûn hêrs kʼevin, guna nekin, bira rʼo ser hêrsa werʼa neçe ava


Û Rʼuhʼê Xwedêyî Pîroz neêşînin, bi Kʼîjanî hûn bona Rʼoja Azayîyê hatine morkirinê.


Lema jî hʼîlê Min ji wî nisilî çû û Min got: ‹Dilada tʼimê ew xalifî ne û rʼîya Min nas nekirine›.


Çil salî hʼîlê Xwedê ji kʼê çû? Ne ji wan çû, yêd ku gune kirin, cinyazêd wan berʼîyêda man?


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


çʼîya û qeyarʼa digotin: «Ser meda bikʼevin û me ji rʼûyê Wî veşêrin, Yê ku li ser tʼext rʼûniştî ye, usa jî ji xezeba Berx.


Follow us:

Advertisements


Advertisements