Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Marqos 14:61 - Peymana Nû (Încîl)

61 Lê Ewî dengê Xwe nekir û tʼu cab neda. Serekkʼahîn dîsa ji Wî pirsî û gotê: «Tu yî Mesîh, Kurʼê Yê hêjayî şikirîyê?»

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

61 Lê Îsa tu tişt negot û deng nekir. Serokkahîn dîsa ji wî pirsî: «Ma tu Kurê Yê Pîroz Mesîh î?»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

61 Ле Әԝи дәнге Хԝә нәкьр у тʼӧ щаб нәда. Сәрәккʼаһин диса жь Ԝи пьрси у готе: «Тӧ йи Мәсиһ, Кӧрʼе Йе һежайи шькьрийе?»

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

61 بله عیسی هَ وِسا به دَنگ ما و چه دِشد نَگُت. جارَگه دی کاهینه مَزِن ژه وی پیسیار گِر: «تِ مسیحْ، گوره خدایه متعالی؟»

See the chapter Copy




Marqos 14:61
30 Cross References  

Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedêyê sax».


Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».


Wana kire qîrʼîn û gotin: «Tu çi ji me dixwazî, Kurʼê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?»


Hingê serekkʼahîn rʼabû nava wanda sekinî û ji Îsa pirsî: «Bona van şeʼdetîya ku evana miqabilî Te didin Tu çima cabekê nadî?»


Pîlato ji Wî pirsî û got: «Tu yî Pʼadşê cihûya?» Ewî cab da û got: «Te bi devê xwe got».


Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê».


Cihûya li dora Wî girt û jê pirsîn: «Hʼeta kʼengê Tê me şikêda bihêlî? Heger Tu yî Mesîh, merʼa aşkere bêje!»


de îjar hûn Wîrʼa çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›.


Hingê Pîlato jêrʼa got: «Wekî usa ye Tu pʼadşa yî?» Îsa cab da û got: «Tu xwexa dibêjî Min ku: ‹Tu pʼadşa yî›. Ez bona vê yekê bûme û bona vê yekê hatime dinyayê, wekî bona rʼastîyê şeʼdetîyê bidim. Her kesê ku ji alîyê rʼastîyê ye, guh dide dengê Min».


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Qanûneke me heye û anegorî wê qanûnê gerekê Ew bê kuştinê, çimkî Wî Xwe Kurʼê Xwedê hʼesab kir».


Ew dîsa çû hindurʼê qesira welî û Îsarʼa got: «Tu ji kʼu yî?» Lê Îsa caba wî neda.


Ew cîyê ku wî nivîsarêda dixwend ev bû: «Mîna peza bona serjêkirinê hate birinê û çawa berxa li ber qusêsê xwe nake kʼalîn, devê Xwe venake.


Ev hînkirin li Mizgînîya xweyîrʼûmete Xwedêyê hêjayî şikirîyê digire, kʼîjan li min hatîye spartinê.


Xuyabûna Wî wê wextê xweda ji alîyê Yê hêjayî şikirîyê û Tʼenêyî qewat, Pʼadşayê pʼadşaya û Xudanê xudanada eʼyan be.


Gava dihate rʼezîlkirinê, ji berva kes rʼezîl nedikir, gava cefa dikʼişand, gef li kesekî nedixwar, lê Xwe spartibû hʼakimê ser rʼastîyê.


Follow us:

Advertisements


Advertisements