Marqos 14:3 - Peymana Nû (Încîl)3 Gava Îsa li Beytanyayê mala Şimhʼûnê kʼotîda, li ser sifrê rʼûniştî bû, kʼulfetek hat, derdaneke wêye alabastirêyî rʼûnê nardêyî safî û gelekî biha hebû. Wê ew şûşe şkênand û ew rʼûn rʼête ser serê Îsa. See the chapterKurmanji Încîl3 Gava Îsa li Beytanyayê li mala Şimûnê kotî li ser sifrê rûniştî bû, jinikek hat û di firaxeke mermerê spî de rûnê nardê yê safî yê gelek giranbiha anî. Wê firaxa mermerî şikand û bi serê Îsa de rijand. See the chapterПәймана Ну (Инщил)3 Гава Иса ль Бәйтанйайе мала Шьмһʼуне кʼотида, ль сәр сьфре рʼуньшти бу, кʼӧлфәтәк һат, дәрданәкә ԝейә алабастьрейи рʼуне нардейи сафи у гәләки бьһа һәбу. Ԝе әԝ шушә шкенанд у әԝ рʼун рʼетә сәр сәре Иса. See the chapterکتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی3 وقته عیسی له بِیتعَنْیایه مالا شَمعونه جذامی دا سَر سِرفِگه رونِشته بو، ژِنِگَگ بِ آمانَگه مَرمَر ژه گُلاوَگه گَلَک بُها، ژه گُلا یاقوته شینَ خالص، هاتَ لاره عیسی و آمان شِگاند و گُلاو رِژاندَ سَر سَره وی. See the chapter |