Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Marqos 1:45 - Peymana Nû (Încîl)

45 Lê ew meriv derkʼet destpêkir aşkere got û eva yeka bela kir, usa ku Îsa îdî nikaribû aşkere biçûya bajarekî, lê ji bajêr der li cîyêd xewle dima. Û cimeʼt ji her alîyava dihatine cem Wî.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

45 Lê ew derket, dest pê kir, bi eşkereyî peyivî û ev gotin belav kir, wisa ku Îsa êdî nikaribû bi eşkereyî here bajarekî, lê li derve, li cihên bêpêjin dima. Û xelk ji her aliyî ve dihatin ba wî.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

45 Ле әԝ мәрьв дәркʼәт дәстпекьр ашкәрә гот у әва йәка бәла кьр, ӧса кӧ Иса иди нькарьбу ашкәрә бьчуйа бажарәки, ле жь бажер дәр ль щийед хәԝлә дьма. У щьмәʼт жь һәр алийава дьһатьнә щәм Ԝи.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

45 بله اَو مِرُو چو دَروَ و رِحَت وه راسته دا قِسَ گِر و خَبَرا وه شُله پَخش گِر. ایجا عیسی بَر خاطره وه دِشده ایدی نَگاری آشگَرا بِچیتَ ناو شَهری، بَلگو دَروَیی شَهری، جیِت گو چه کَس وادَرا نَدِبودا دِما. بله دیسا ژی، خلق ژه همو جیا دِهاتنَ لاره وی.

See the chapter Copy




Marqos 1:45
12 Cross References  

Wana jî pʼere hildan û usa kirin, çawa ku hatibûne hînkirinê. Û ev gotin li nav cihûyada hʼeta rʼoja îro bela bûye.


Eva deng-beʼsa tʼemamîya wî welatîda bela bû.


Lê ew derkʼetin, tʼemamîya wî welatîda nav û dengê Wî bela kirin.


Îsa dîsa çû devê golê. Tʼemamîya eʼlalet dihate cem Wî û Ewî jî ew hîn dikirin.


Paşê Îsa çû malekê. Dîsa haqas eʼlalet civîya, hʼeta ku nikaribûn nanê xwe jî bixwarana.


Îsa tʼevî şagirtêd Xwe çû devê golê. Ji Celîlê eʼlaleteke giran pey Wî çû.


Îsa tʼemî li wan kir, ku kesîrʼa nebêjin. Lê Ewî çiqas tʼemî li wan dikir, wana haqas zêde bela dikir.


Eʼlaleteke giran pey Wî diçû, çimkî wan ew nîşanêd kʼeremet dîtibûn, yêd ku Wî li ser nexweşa kiribûn.


Yêd xweserîxwe gelek in, yêd xeberpʼûçʼ û derewîn, îlahî ewêd ku ji nava cihûyada ne.


Follow us:

Advertisements


Advertisements